Akademiya Zimanê Baskî bû 100 salî

Akademiya Zimanê Baskî  (Euskaltzaindia) ku di 1919’an de hatibû damezrandin, îsal ket 100 saliya xwe. Piştî xebata sed salan û 50 salên meşandina baskiya standard (Euskara Batua) a li ser bingeha xebatên vê akademiyê, zimanê baskî îro bûye yek ji zimanê standard ê ewrûpî ku bersivê dide hemû pêwîstiyên jiyana modern a civaka bask. Euskaltzaindia (koma parazvanên ziman) saziya fermî ya herî bilind a baskî ye ku li ser ziman lêkolînan dike, ji bo bikaranîna wê standardên bikaranînê diyar dike û hewl dide ku ziman biparêze.

Baskî yek ji zimanên herî kevn ê Ewrûpayê ye ku dîroka hebûna wê ya li ser erdên gelê bask lê dijî heta aniha nehatiye ronîkirin. Ji ber rejîma jakoben a Fransayê û bi polîtîkayê rejîma Frankoyê îspanyolîst ê faşîst, zimanê baskî ber bi dawiya sedsala 19’emîn de pir bi lez ji nava civaka bask vekişiya ye. Piştî salên 1880’an, li her çar herêmên di bin serdestiya Îspanyayê de ku baskî lê dihat axaftin, tevgereke ji bo vejîna ziman derket holê. Bi vê dînamîzma nû ya çandî ya bi navê “ronenansa çandî ya bask” jê re dihat gotin, gelek pirtûk, rojname û kovarên bi zimanê baskî hatin weşandin. Di heman demê de xebatên zanistî yên li ser ziman dest pê kir û rêber û ferhengên ewilî gihîştin ber destên parazvanên ziman.

Civîna endamên akademiyê ya 1927’an

Pêdiviya akademiyek ziman ku bikaribe di warê ziman de bibe otorîtiyek, di vê demê de ji aliyê gelek rewşenbîran ve hat bilêvkirin. Di nava wan de hin lêkolînerên ziman ên biyanî ku li ser baskî xebatê dikirin jî hebûn. Di Kongreya Xebatên Zanistî ya Baskî de ku di 1918’an de hat lidarxistin, zimanê baskî wekî rûmeteke navendî ku divê bê parastin, hat diyarkirin. Piştî vê, di heman salê de rêvebiriya herêma Bizkaiayê di vî warî de gava pêşiyê avêt û her sê herêmên din ên bask ên li Îspanyayê kurtedemek şûn de ji bo damezrandina akademiyê beşdarê Bizkaiayê bûn. Di civînan de xalên saziyê hat qebûlkirin û akademî di 1919’an de hat damezrandin. Piştî salekê, kovara mehane ya saziyê ya bi navê Euskara (baskî) dest bi weşanê kir.

Di sala 1976’an de Euskaltzaindia ji aliyê dewletê ve hat naskirin û wekî Akademiya Qraltîyê ya li Îspanyayê bû xwediyê statuya fermî. Di 1995’an de jî Fransa vê akademiyê wekî saziyek sivîl nas kir.

Armanc û xebata akademiyê

Di dema damezrandina xwe de Euskaltzaindia bi kurtahî van du xalan ji xwe re rêber diyar kir:

Xal 1 – Armanca vê saziyê çavdêriya zimanê baskî û bi taybetî baldariya hem ji aliyê fîlolojîyê û hem jî civakî û teşwîq û desteka ziman e.

Xal. 2 – Di vê riyê de, akademî bi van beşên xwe li ser her du qadan disekine: Beşa Lêkolînê û Beşa Parazvanan.

Bi van her du xalên kurt, damezrînerên saziyê diyar kirine ku ew ê vê saziyê bi meseleya standartkirin û statuya ziman ve eleqeder be. Di salên bê de gelek xalên din û rêzikname hatin qebûlkirin lê ev her du xal herdem hatin pejirandin û di rêziknameyan de ciyên xwe girtin.

Ji damezrandina xwe û heta destpêka Şerê Navxweyî ya Îspanyayê (1936) akademî hêza xurt kir û projeya xwe ya avakirina zimanê standard meşand. Digel van hewldanan jî, di vê demê de endamên akademiyê formulasyonek akademîk a têkûz nikaribûn damezrandana. Di heman demê de li ser morfolojiya ziman xebatên hêja hatin kirin û cara pêşiyê lêkolînên diyalektolojiyê Erizkizundi Irukoitza dest pê kirin.

Piştî destpêka serdestiya rejîma Franko ya di 1939’an de, xebatên akademiyê gelek kêm bûn. Di sala 1954’an de di rêziknameyê de reform hat kirin û endamên nû hatin hilbijartin. Piştî sala 1956’an akademî bi xebatên ziman, konferans û civînên ji derve re vekirî re gav bi gav hebûna xwe xurtir kir. Di navbera 1956–1968’an de dibistanên sivîl ên bask Ikastola hatin damezrandin, çapemeniya bi zimanê baskî dest bi weşanê kir û gelek însîyatîfên din ên ziman dest bi kar kirin. Bi vê dema xwedî mercên xweş ên ji bo ziman de akademî rola xwe ya di nava civaka bask de derxist pêş.   

Civîna komîsyonek akademiyê

Baskiya yekgirtî (Euskera Batua)

Euskaltzaindia di salên 1960’an de giraniya xwe da ser xebatên standarkirina zimanê baskî. Armanca ji bo damezrandina zimanê yekgirtî paşê wekî Euskera Batua û carnan jî bi peyva Batua hat binavkirin. Li her çar herêmên baskîaxêf ên li Îspanyayê 8 zaravayên baskî dihatin axaftin û ev yek ji bo yekitiya çandî ya civaka bask wekî asteng dihat qebûlkirin. Zimanê standard bi giranî li ser bingeha zaravaya Gipuzkoayê hat damezrandin û bi zaravayên din hat zengînkirin. Di navbera salên 1968-1976’an de xebatên giranbuha yên ji bo zimanê standard bi serfirazî gihîşt encamekê.

Di 1976’an de cara pêşiyê zimanê standard li Welatê Bask hat bikaranîn. Di navbera 1976-1983’an de batua di qadên rêvebirî, perwerde û medyaya bask de hat bikaranîn. Digel nîqaş û rexneyên di destpêkê de, bikaranîna zimanê standard her ku çû li Welatê Bask belav bû. Zimanê standard kir ku fêrbûna veguhezandina zimanê baskî bo nifşên ciwan li derveyê ikastolas û euskaltegis (dibistanên zimanên bask) jî pêkan be. Ji ber vê, zimanê standard ji vejîna zimanê baskî re xizmetek mezin kir. Paşê bi damezrandina Herêma Xweser a Bask a di 1979’an de û bi pêşxistina statuya Herêma Xweser a Navarrayê ya di 1982’an de, bikaranîna ziman di rêvebiriyên herêmî de pêş ket.

Hejmareke kovara akademiyê

Rêxistina navxweyî ya akademiyê

Navenda Akademîya Zimanê Baskî li Bilbaoyê ye û Bayonne (Baiona), Donostia-San Sebastián, Iruñea-Pamplona and Vitoria-Gasteizê ofîsên herêmî hene. Akademî ji aliyê desteyek rêvebiriyê ku ji serok, cîgirê serok, sekreter û xiznedar pêk tê, tê birêvebirin. Berpirsên beşên lêkolîn û çavdêriyê jî endamên rêvebiriyê ne. Euskaltzaindia xwedî 24 endamên domdar in lê endamtiya qismî nehatiye bisînorkirin. Civînên giştî yên saziyê divê mehê carekê bên lidarxistin.

Hin komîsyonên akademiyê ev in:

  • Komîsyona Gramerê
  • Komîsyona Diyalektolojiyê (Atlasa ziman)
  • Komîsyona Onomastîkê
  • Komîsyona Edebiyatê
  • Komîsyona Baskiya yekgirtî
  • Komîsyona Lexikografya
  • Komîsyona Fonolojiyê
  • Komîsyona Zimanê Axaftinê
  • Komîsyona Kulliyata Beşa Parazvanan

Çavkanî:

Un Siglo de Euskaltzaindia: de los mitos a lo digital

Kattalina Berriochoa (2014) Saving Euskara, The Basque language renaissance

Euskaltzaindia

Wikipedia

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …