Queremos Gallego daxwaza azadiya zimanê galîsî dike

Galîsya herêmeke xweser e ku li bakurêrojavayê Îspanyayê cî digire. Di salên dawî de tevgera zimanê galîsî ji bo parastina ziman a li herêmê herdem di nava xebatê de ye. Aktîtîvîstên Platforma Queremos Gallego di di 6’ê Adarê de li ber Konseya Lugoyê helwestên dawî ya dewleta îspanyol a li hemberê galîsî şermezar kir.

Platforma Queremos Gallego ji 700 saziyên endam pêk tê ku ji bo meşandina normalkirina ziman di hemû qadan de di nava tevgerê de ne. Platform ji bo azadiya zimanê galîsî bang li gelê herêmê kir ku di 17’yê Gulanê de li hemû bajarê Galîsyayê xwepêşandanên ji bo parastina zimanê galîsî li dar bixin.

Di hefteya derbasbûyî de Dadgeha Bilind a Îspanyayê û Dadgeha Bilind a Dadê ya Galîsyayê li dijî bikaranîna zimanê galîsî biryarên negatîf dabûn. Bi van biryaran rêziknameya normalkirina ziman a li bajaran bajarê Lugoyê ku di 2012’an de bi hemû dengên endamên Konseya Lugoyê hatibû girtin hatibû betal kirin.

Berdevkê platforma Queremos Gallego Marcos Maceira di daxuyaniya çapemeniyê de got ku Dadgeha Bilind bi vê biryara xwe asteng kiriye ku zimanê îspanyolî û galîsî  di hin qadan de bibin wekhev. Maceira diyar kir ku qasî 500 biryarên hiqûqî hene ku li Galîsyayê îspanyolî dike serdest û di encam de zimanê galîsî dibe zimanekî marjînal. Marcos da zanîn ku ev biryar “wekhevitiya îspanyolî û galîsî di her qadî de ji holê radikin.”

Alîgirên zimanên galîsî difikirin ki biryarên dadgehên îspanyol di bingeha xwe de îdeolojîk in û biryar rasterast li hember planên normalkirina zimanê galîsî ku di statuya xweseriyê ya herêmî de hatiye girtin êrîşek e. Herwiha heman derdor difirikirin ku bi van biryaran peymanên navneteweyî yên wekî Peymana Ewrûpî ya Zimanên Herêmî û Hindikayî ku Îspanya jî îmze kiriye û Peymana Unîversal a Mafên Ziman tên binpêkirin.

Zimanê galîsî

Galîsî wekî zimanên zimanekî roman e (ji latînî hatiye) ku 2000 sal berê li bakurêrojavayê Îspanyayê derketiye holê.

Rêvebiriya herêma xweser a Galîsyayê diyar dike ku ji 2.8 milyon kesên li herêmê dijîn 2.2 milyon kes vî zimanî diaxive. Axaftina ziman bi awayekî homojen li herêmê belav bûye û herêmeke ku ziman lê ji holê rabibe tuneye.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Frîzland dixwaze zimanê xwe biparêze

Herêma Frîzland (Fryslân) a li Holandayê bi rêûrêbazên zanistî dixwaze zimanê dayikê biparêze. Lêkolînerên sazîyên …