Rêvebiriyên herêmî mafê zimanê galî binpê dikin

Li herêma Galê ya li Brîtanyayê mafên ziman ji aliyê rêvebiriyên herêmî ve tên binpêkirin. Koma kampanyayê ya zimanê galî Cymdeithas yr Iaith Gymraeg bi raporekê vê rastiyê li berçav raxist û navên rêvebiriyên  bi vî rengî yek bi yek eşkere kir.

Rêxistina kampanyayê di raporê de diyar kir ku di çarçoveya mafên nû de konseyên navçeyan dive xizmetên spor û bêhnvedanê bi zimanê galî jî pêşkêşî civakê bikin. Di nav van xizmetan de dersa avjeniyê bi zimanê galî jî cî digire.

Di dema lêkolînê de Konseya Gwyneddê ji komê re ragihandiye ku hîndekariya wan bi zimanê galî ye lê mixabin li gorî çavdêriyên wan bi tenê hin ders bi galî tên dayîn. Gwynedd ku li bakurê Galê cî digire û wekî hêlîna zimanê galî tê zanîn. Paşveçûna ziman a li vê herêmê bandoreke neyênî xebata parastina ziman dike.

GwersiNofioTerf_6

Yek ji xebatkarê saziyeke  xizmetê ya Konseya Tywynê di dema hevdîtinê de ragihandiyee ku “ew nikarin garantiya dersên bi zimanê galî bidin” û sebeba vê yekî jî wekî ku “galî ne zimanê wan ê yekemîn e” nîşan daye.

Piştî weşandina vê raportê, berdevkê Cymdeithas yr Iaith Gymraeg Manon Elin ji Komîserê Zimanê Galî ku otorîteya herî bilind a herêmî ya di ware ziman de ye, nameyekê şand. Elin di nameyê de da zanîn ku bi taybetî di ware dersên avjeniyê yên bi zimanê galî ku dive ji zarokan û ciwanan re bê pêşkêşkirin astengî hene. Elin pê de çû got ku konseyên navçeyan bi awayekî eşkere mafên nû yên ziman binpê dikin û eger gav neyê avêtin ew ê li ser nave kesên ku mafên wan hatine binpêkirin doz vekin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …