Galî di sektora tenduristiyê de ciyê xwe digire

Nifûsa Gal di ser 3 milyonî re ye û digel îngilîzî zimanê galî jî li welat fermî ye. Li Galê bi tenê di ser nîv milyonî welatî dikarin bi zimanê galî biaxivin û lewma ji bo parastina ziman hewldan tên kirin.

Hikumeta Galê dixwaze bikaranîna zimanê galî ya di qada tenduristiyê de pêş bixe. Bernameya ji bo vê mijarê ku di Tîrmehê de hat eşkerekirin, ji pêşniyaz û rexneyên civakê re hat vekirin.

Hikumeta herêma Galê ya li Brîtanyayê di çarçoveya Standardên Zimanê Galî’de hewl dide ku di sektora tenduristiyê de jî xizmetên bi zimanê galî baştir bike. Hikumetê, bi armanca berhevkirina pêşniyaz û rexneyên civakê di 14 Tîrmeha 2016’an de pêvajoya şêwrê (konsultasyon) da destpêkirin. Welatiyên herêmê wê heta 14’yê Cotmehê bikaribin bi riya poste û e-nameyan pêşniyaz û rexneyên xwe  yên di derbarê belgeya hatiye amadekirin de ji hikumetê re bişînin.

Hikumetê diyar kiriye ku bi van armancan standardên ziman hatine amadekirin:

  • Di sektora tenduristiyê de pêşxistina xizmetên bi zimanê galî ji bo kesên ku bi galî diaxivin
  • Bêyî ku li benda daxwazê bê sekinandin, pêşkêşkirina xizmetên bi galî. Bi vî awayî tê xwestin ku bikaranîna galî bê pêşxistin.
  • Bê zelalkirin ku pêdiviya saziyên di sektora tenduristiyê de bi zimanê galî heye

Gal welatekî xwedî nasnameyeke cuda ye û li başûrêrovayê Brîtanyayê ye cî digire. Nifûsa Gal di ser 3 milyonî re ye û digel îngilîzî zimanê galî jî li welat fermî ye. Li Galê bi tenê di ser nîv milyonî welatî dikarin bi zimanê galî biaxivin û lewma ji bo parastina ziman hewldan tên kirin.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Piranîya ciwanan fêrî zimanê baskî dibin

% 70 ji ciwanên di navbera 16 û 24an de dikarin bi baskî biaxivin. Di …