Skotland zimanê galîkî diparêze

Skotland warê zimanekî kevnar ê Ewrûpayê yê bi navê galîk e. Zimanê galîkî li hember pêşketina îngîlîzî ji zû de ye bûye zimanekî hatiye kêmarkirin. Hikumeta Skotlandê ya neteweperest di demên dawî de ji bo parastina vî zimanî bi sazî û rêxistinên civakî re li dûv amadekirina plan û projeyan e. Ev jî dibe sebeb ku hişmendiya ziman di nava civakê de pêş bikeve.

Dê û bavên xwendekarên zarok ên Skotlandê di nava vê atmosfera erênî de zêdetir li ziman xwedî derdikevin. Hejmareke zêde ya dê û bavan ji rêvebiriya herêmî daxwaz dikin ku zêdetir dibistanên ku perwerdeya galîkî lê tê kirin bên avakirin. Allan MacDonald ê berpirsê saziya parastina ziman Bord na Gaidhlig vê rastiyê anî ziman û got ku daxwazên dê û bavan piranî li bajar û bajarokan zêde dibin.

MacDonald ji rojnameya skotlandî The Heraldê re da zanîn ku berevajiya demên berê, aniha daxwaza ji bo ziman ji çolterê bêtir li navenda Skotlandê ku bi giranî ji bajariyan pêk tê, derdikeve holê.

Berpirsê saziya ziman di derbarê hewldanên hikumeta Skotlandê ya tûrîzma ji bo ziman de jî dibêje ku hikumet wê di vê payizê de stratejiya tûrîzmê ya yekemîn diyar bike û wê ev jî bibe sebeb ku tûrîst bi zimanê galîkî re kontraktê çêkin.

Mac Donald gotinên xwe wiha dom kir: “Ev, naskirina girîngiya zimanê galîkî û çandê ya ji bo endustriya tûrîzmî ye.  Di encama vê de, di heman demê de jî naskirina ciyê galîkî di aboriya Skotlandê de ye”.

Berpirsê ziman li ser koça navxweyî ya ber bi bajaran de jî got ku di 20 salên bê de li derdora ji % 14’yê civaka galîkîaxêf ên li çolterê wê koç bikin lê rêvebiriya Skotlandê bi planên nû dixwaze pêşî li ber vê bigire.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …