Arşîvên Tag: bretonya

Aktîvîstên ziman ji bo bretonî meşiyan

Li Bretonyayê meşeke ji bo parastina zimanê dayikê hat lidarxistin. Pêşengiya çalakiyê ji aliyê tora zimanên dibistanên bretonî Diwan û çend rêxistinên din hat kirin. Ji ber sekna wê ya meseleya polîtîkaya ziman de rêvebiriya parêzgeha Côtes-d’Armorê hat protestokirin. Li Bretonyayê di 3ê sibatê de meşeke ji bo parastina zimanê …

Bêtir »

Bretonya ji Fransayê xweseriyê daxwaz kir

Bi dûv Korsîkayê re Bretonya jî ji Parisê daxwaza otonomiyê kir. Serokê Bretonyayê Loïg Chesnais-Girard got, ew jî wekî Korsîkayê “heman otonomiyê” dixwazin. Daxwazên otonomiya polîtîk li herêmên Fransayê belav dibe. Bi dûv Korsîkayê re Bretonya (Bi Bretonî Breizh) jî ji Parisê daxwaza otonomiyê kir. Serokê Bretonyayê Loïg Chesnais-Girard got, …

Bêtir »

Herêm ji Fransayê statu dixwazin

Hevdîtinên Paris û Korsîkayê yên ji bo berfirehkirina xweseriyê bandorê li Bretonya û Alsasê jî kir. Lewma, rêvebirî û aktîvîstên li Bretonya û Alsasê ji bo heman daxwazî ketin nava hewldanan. Herêmên Fransayê ji bo otonomiyê bi dest bixin di nava hewldanan de ne. Navenda vê dînamîzma dawî Bretonyaya li …

Bêtir »

Le Monde: Komar rastî serhildana herêman tê

Le Monde li ser daxwazên otonomî û self-determînasyonê yên li Fransayê gotarekê weşand. Ev gotar derbarê daxwazên desentralîzasyon, otonomî û serxwebûnê yên herêmên Fransayê de ye. Rojnameya Fransî Le Monde li ser daxwazên otonomî û self-determînasyonê yên li Fransayê gotarekê weşand. Gotara ji aliyê Benoît Floc’h ve hate nivîsandin, bi …

Bêtir »

Fransa divê zimanên herêmî nasbike

  Wekîlê Bretonyayê yê Parlamentoya Fransa’yê Paul Molac da xuyakirin ku divê Fransa zimanên herêmî nasbike. Molac diyar kir ku komar ji aliyê etnîk û olî welatiyan wekî hev dibîne lê di warê ziman de newekhevîtî dom dike. Li gorî wekîl, ji sala 1992’an û vir ve vê newekhevîtiyê ji …

Bêtir »

Li Fransayê pênc xwepêşandanên ji bo parastina ziman

    Li herêmên cuda yên Fransayê di heman demê de pênc xwepêşandanên ji bo parastina zimanên hatine marjînalkirin hatin lidarxistin. Parazvanên ziman daxwaz kirin ku zimanên wan ji aliyê dewletê ve bên naskirin û parastin. Bi hezaran kes beşdarî xwepêşandên ku di 24’ê mehê de li Montpeller (Oksîtanya), Bayona …

Bêtir »

Li Bretonyayê meşa li dijî polîtîkayên şer

    Li herêma Bretonyayê ya li Fransayê Konseya Demokratîk a Kurd a Rennesê (CDKR) li dijî operasyonên dawî yên Tirkiyeyê li ser hêzên kurd û çepgir di 25’ê Tîrmehê de meşeke protestoyê li dar xistin. Li derdora 300 kesî beşdarî vê meşê bûn. Ji bilî welatiyên kurd, AKB (Koma …

Bêtir »

Referandûmên ji bo yekitiya Bretonyayê dest pê kirin

    Bi armanca yekitiya Loire-Atlantiqueê ya bi herêma Bretonyayê re rêzereferandûmên hatibûn plankirin bi referandûma Saint-Viaudê dest pê kir. Di referandûma ne fermî ya li vî bajarokê de bi sedan kes beşdar bûn. Ji nifûsa Saint-Viaudê ku 2000’iye, 1566 kes hiljibêr tên qebûlkirin û ji vê hejmarê jî 313 …

Bêtir »

Fransa reforma herêman qebûl kir

    Parlamentoya Fransayê reforma guherîna nexşeya terîtoryal a Fransayê derbas kir. Di dengdayina ku di 19’yê Mijdarê de pêk hat de reform bi piraniya sosyalist a parlamentoyê hat qebûlkirin. Di çarçoveya reformê de hejmara herêmên Fransayê ji 22’yan dadikeve 13’yan. Daxwazên ku demeke dirêje li herêma Alsasê ya li …

Bêtir »

Reforma nû yekitiya Bretonyayê dijwartir dike

    Pêşniyazqanûna li ser guherîna sînorên herêman di Parlamentoya Fransayê de gav bi gav pêş de diçe. Hefteya çûyîn beşeke pêşniyazqanûnê ji aliyê parlementeran hat qebûlkirin. Bi vê gavê derket holê ku herêmparêzên Bretonyayêji bo yekitiya herêma xwe divê qet nebe heta 2016-2019’an bisekinin. Beşa pêşniyazqanûna ku di 17’yê …

Bêtir »

Holland reforma herêman pêşkêş kir

    Serokomarê Fransayê François Holland reforma xwe ya nû ya di derbarê berfirehkirina hêzên herêman de pêşkêş kir. Li gorî vê reformê, wê jimara herêman ji 22’an dakeve 14’an û hêzên di destên herêman de bên berfirehkirin. Lê hêzên herêmparêz ên li Bretonya, Alsas, Savoy û Languedocê bi hinceta …

Bêtir »

Ji bo yekitiya Bretonyayê meşa mezin

    Bi hezaran kes bi armanca Bretonyayeke yekgirtî di 19’ê Nîsanê de li bajarê rojavayê Fransayê Nantesê meşiyan. Di meşa ku nêzîkî deh hezar kes beşdar bûn de daxwazên yekitiya wîlayeta bajarê Nantesê ya bi herêma Bretonyayê ve hatin îfadekirin. Piraniya hêzên polîtîk ên breton, tevgera herêmparêz a breton …

Bêtir »

Di hilbijartina Fransayê de namzetên herêmî pêş ketin

    Di hilbijartinên lokal ên li Fransayê namzetên neteweperest ên herêmparêz û serxwebûnparêz encamên balkêş girtin. Di tûra yekemîn a hilbijartinên ku di 23’ê mehê de hatin lidarxistin de encamên ku partiyên Korsîka, Baskê û Kaledonyaya Nû balê kişand. Tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 30’yê Adarê de bê …

Bêtir »

Breton ji Fransayê daxwaza xweseriyê kirin

    Tevgera breton a Kumên Sor ji bo Bretonyaya pêşerojê yazdeh daxwazên din ji hikumeta fransewî kirin. Endamên tevgerê ji Serokomarê Fransayê François Holland daxwaz kirin ku ji bo li pêşniyazên gelê breton guhdar bike, were Bretonyayê. Nêzîkî 3,000 endam û alîgirên Tevgera Li Bretonyayê Bijî, Biryarê Bide û …

Bêtir »

Welatiyên Bretonyayê daketin kolanan

    Li herêma Bretonya ya li bakurêrojavayê Fransayê, di du mehên dawî de bi armanca protestokirina polîkayên aboriyê yên hikumeta François Hollande xwepêşandanên cihêreng tên lidarxistin.  Di xwepêşandan de saziyên çandî û ziman jî cî digirin. Xwepêşandanên li herêmê, bi protestokirina baca ekolojiyê ya ku ji bo qemyonan hatibû …

Bêtir »

Zimanê bretonî wê li Amerîkayê bê fêrkirin

Zimanê bretonî, brezhoneg, ku li herêma Bretonya ya li Fransayê tê axaftin, wê li Amerikayê bê fêrkirin. Zanîngeha navdar a amerîkî Harvard ji bo fêrkirina bretonî bi zanîngeha Rennes II re li hev kir. Li gorî peymana her du zanîngehan, wê li Departmana Ziman û Çandên Seltîk a li Harvardê …

Bêtir »