Referandûmên ji bo yekitiya Bretonyayê dest pê kirin

 

 

Bi armanca yekitiya Loire-Atlantiqueê ya bi herêma Bretonyayê re rêzereferandûmên hatibûn plankirin bi referandûma Saint-Viaudê dest pê kir. Di referandûma ne fermî ya li vî bajarokê de bi sedan kes beşdar bûn.

Ji nifûsa Saint-Viaudê ku 2000’iye, 1566 kes hiljibêr tên qebûlkirin û ji vê hejmarê jî 313 kes beşdarê referandûmê bûn. Ji beşdaran pirsa “Hûn dixwazin bila bi yekitiya Loire-Atlantique û çar departmanên Bretonyayê herêmeke nû bê damezrandin?” û ji % 76’ê beşdaran ji vê pirsê re gotin “erê.” Ji % 80’yê beşdaran jî ji bo pirsa “Hûn dixwazin bi yekitiya konseyên her çar departmanan û konseya herêmî Parlamentoya Bretonyayê bê damezrandin?” re gotin “erê.”

Referandûm kurtedemek piştî redkirina pêşniyaza ji bo yekitiya Loire-Atlantique û Bretonyayê ya di Parlamentoya Fransayê de hatibû redkirin, hat lidarxistin. Komeleya Dibab (Bretonya biryarê dide) bi vê referandûmê rêzereferandûmên xwe yên ji bo xurttirina doza yekitiya her du herêman da destpêkirin. Dibab di Îlona 2014’an de ji aliyê alîgirên doza yekitiya Bretonyayê ve hat damezrandin. Komele dixwaze bi van çalakiyên sivîl bale bikişîne ser vê mijarê û bi riya dawîlêanîna pasîfbûna di vê mijarê de denge civakê bilind bike.

Çavkanî: Ouest-france.fr

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …