Ji bo yekitiya Bretonyayê meşa mezin

 

 

Bi hezaran kes bi armanca Bretonyayeke yekgirtî di 19’ê Nîsanê de li bajarê rojavayê Fransayê Nantesê meşiyan. Di meşa ku nêzîkî deh hezar kes beşdar bûn de daxwazên yekitiya wîlayeta bajarê Nantesê ya bi herêma Bretonyayê ve hatin îfadekirin.

Piraniya hêzên polîtîk ên breton, tevgera herêmparêz a breton ku wekî Kumsor tê binavkirin, komîteya Kumsor a Nantesê, hin siyasetedarên herêmê yên bi navê Christîan Troadec, Thierry Merret, Corinne Nicole û Jean-Pierre Le Mat û hunermend beşdarê meşa li Nantesê bûn.

Di meşê de hat îfadekirin ku “Fransa welatê herî navendîparêz ê Ewropayê ye” û “Îro dem hatiye ku Bretonya bi 4,5 mîlyon nifûsa derkeve heman asta herêmên din ên Ewropayê yên wekî eyaletên Almanyayê, herêmên mezin ên Spanyayê, Skotland û Welatê Galê.” Herwiha bi sloganên wekî “Naoned e Breizh” (Nantes li Bretanya’yê ye) û “democratie et reunification” (demokrasî û yekitî) daxwazên hêzên herêmparêz hatin îfadekirin.

Bretagne_historique

Meşa breton ji aliyê hêzên herêmparêz ên breton ve wekî gaveke “dîrokî” hat binavkirin. Hikumeta Fransayê di demên dawî de projeya jinûvebirêxistinkirina herêmên heyî aniye rojevê û li gorî planeke di çarçoveya vê pêvajoyê de tê xwestin ku bi riya yekitiya Bretonya û sê herêmên din ên li rojavayê Fransayê herêmeke mezin bê avakirin. Hêzên herêmparêz ên breton ji aliyekî ve li dijî vê planê derdikevin û li aliyekî din jî bi armanca yekitiya herêma Loire-Atlantique û Bretonyayê vê pêvajoyê  wekî firsendeke “dîrokî” bi nav dikin.

Konseya Herêmî ya Bretonyayê ku xwedî hêzên bi sînor in, di 17’yê Nîsanê de di lehê yekitiya Loire-Atlantique û Bretonyayê de biryarekê girt. Loire-Atlantique ku bajarê Nantesê di nava sînorê wê de ye, qasî 800 sal wekî parçeyeke Bretonyayê bû. Vê wîlayetê di 1941’an de bi biryareke mareşal Petainê ku piştî dagirkirina Almanya bûbû serokê Fransayê, ji Bretonyayê hatibû veqetandin. Sînorên teqez ê vî erdî di 1984’an de ji aliyê Konseya Dewletê ya Fransayê ve hatibû diyarkirin.

Çavkanî: Agencebretagnepresse.com / Liberation.fr

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …