Di hilbijartina Fransayê de namzetên herêmî pêş ketin

 

 

Di hilbijartinên lokal ên li Fransayê namzetên neteweperest ên herêmparêz û serxwebûnparêz encamên balkêş girtin. Di tûra yekemîn a hilbijartinên ku di 23’ê mehê de hatin lidarxistin de encamên ku partiyên Korsîka, Baskê û Kaledonyaya Nû balê kişand.

Tûra duyemîn a hilbijartinê wê di 30’yê Adarê de bê lidarxistin û lîsteyên ku di tûra yekemîn de herî kêm ji % 10’ê dengan girtibin wê bikaribin beşdarê tûra dûyemîn bibin. Lîsteyên ku ji niha ve gihiştibin ji % 50’yê dengan, bi awayekî otomatîk wekî lîsteya serkeftî ya hilbijartinê tên eşkerekirin.

Oksîtanya

Li vê herêma herî mezin a Fransayê piraniya navend dengên xwe dan partiya navendî-rastgir a UMP’ê an partiya rastgir a radîkal Eniya Neteweyî ya fransewî. Namzetên UMP’ê li bajarên Bordeaux û Marsîlyayê bûn yekemîn. Li Toulouseê ya li başûrê Oksîtanyayê, şaredarê kevn Pierre Cohen ji % 6 ji namzetê UMP’ê Jean-Luc Moudenc kêmtir deng girt. Herdu namzet jî di manîsfestoya xwe ya hilbijartinê de ji bo parastina zimanê oksîtanî cî dane hin tedbîran.

Bretonya

Li gelemperiya vê herêmê, digel ku namzetên rastgir jî dengên xwe zêde kirin, Partiya Sosyalîst encamên baş wergirt. Li gorî encamên tûra yekemîn, şensê vê partiyê ya ji bo serkeftina di hilbijartinên Rennes û Brestê de zêdetir e. Li aliyekî din, şaredarê Carhaix û berpirsê koma Kumên Sor ên bretonîst Christian Troadec ji % 65’ên dengan girt û bi vê encamê şaredartiya xwe garantî kir. Troadec di heman demê de lîderê Partîya xweserîxwaz a bi navê Tevgera Bretonyaya Pêşverû (MBP) ye. Encamên li vê herêmê nîşan didin ku Partiya Breton jî wê bikaribe çend navendên biçûk bi dest bixe.

Korsîka

Li girava Korsîkayê namzetê neteweperest ê korsîkayî Gilles Simeoni bi Radîkalên Fransewî û namzetê komunîst Jean Zuccarelli re îtîfaqeke hilbijartinê pêk anî. Her du namzet jî ji tûra yekemîn derbas bûn û wê vê carê ji bo bidestxistina şaredariyê di nava xwe de pêşbirkê bikin. Li bajarê Ajaccioyê namzetên çepgir û rastgir ên fransewî bi ser ketin. Partiya siyasî Corsica Libera (Korsîkaya Azad) ku serxwebûna Korsîkayê diparêze, li vî bajarî ji % 5’ê dengan bi dest xist. Li heman bajarî namzetekî din ê neteweperest ê korsîkayî Joseph Filippi ji % 11’yê dengan bi dest xist.  Namzeteke din ê neteweperestê korsîkayî Jean-Christophe Angelini jî li Porto-Vecchioyê ji % 42.7’ê dengan bi dest xist û piştî namzetê ji UMP’yê bû duyemîn.

Welatê Baskê ya Bakur

Li gorî encamên tûra yekemîn, li Baskê derdoreke serfiraz dernekete pêş. Li vir sosyalîst û muhafazakarên fransewî ji bo bidestxistina bajarên mezin di nava pêşbirkê de ne. Li Korsîkayê neteweperestên bask, dema bi dengên ku di hilbijartina 2008’an de girtibûn re bê miqayese bê kirin, li gelek navendên ku di nava wan de Bayonne, Ziburu, Donibane Lohizune û Hendaye jî hene bêtir deng wergirtine. Li Baigorriyê namzetê bask Jean-Michel Coscarat di tûra yekemîn de bi ser ket û bû şaredarê vî bajarî.

Katalonyaya Bakur

Li paytexta Katalonyaya Bakur Perpignanê namzetê Eniya Netewerest ê fransewî Louis Aliot ji % 34 û namzetê UMP’ê Jean-Marc Pujol ji % 34’ê dengan girtin. Partiya katalanîst Yekitiya Katalonyayê di hilbijartinê de destekê dide Pujol. Ji bo serkeftinê, pêdiviya Pujol bi dengên çepgir ên li bajêr heye. Namzeteke din a katalan Phillippe Simon li Perpignanê ji % 3’yê dengan girt.

Kaledonyaya Nû

Li girava Kaledonyaya Nû ya li Okyanûsa Pasîfîkê lîsteyên serxwebûnxwaz di tûra yekemîn de li çend şaredariyan bi ser ketin. Lê paytexta giravê Noumeayê sê namzetên alîgirên yekitiya bi Fransayê re ketin pêşiya namzetên serxwebûnxwaz. Li bajarên wekî Bourail û Koumacê ya li giravê, lîsteya serxwebûnxwaz gelek dengan wergirt lê wiha xuya dike ku şensê wê yê serfiraziyê ya di tûra duyemîn de hinekî kêm e.

Çavkanî: Nationalia.info

 

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …