Li Bretonyayê meşa li dijî polîtîkayên şer

 

 

Li herêma Bretonyayê ya li Fransayê Konseya Demokratîk a Kurd a Rennesê (CDKR) li dijî operasyonên dawî yên Tirkiyeyê li ser hêzên kurd û çepgir di 25’ê Tîrmehê de meşeke protestoyê li dar xistin. Li derdora 300 kesî beşdarî vê meşê bûn.

Ji bilî welatiyên kurd, AKB (Koma Hevaltiya Kurd û Bretonyayê), PG (Partiya Çep), UDB (Yekitiya Demokratîk a Breton) û Breizhistance ku tevgereke çepgir a serxwebûnxwaz ê herêmê ye jî bi nûnerên xwe beşdarê vê meşê bûn.

Di dawiya meşê de axaftin hatin kirin û polîtîka û stratejiya antî-kurd a Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan hatin rexnekirin.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya ji bo koçberên kaçax plana efûyê derdixe

Îspanya ji bo 500 hezar koçberên kaçax efûyekê derdixe. Koçber wê bikaribin serî li mafê rûniştinê …