Welatiyên Bretonyayê daketin kolanan

 

 

Li herêma Bretonya ya li bakurêrojavayê Fransayê, di du mehên dawî de bi armanca protestokirina polîkayên aboriyê yên hikumeta François Hollande xwepêşandanên cihêreng tên lidarxistin.  Di xwepêşandan de saziyên çandî û ziman jî cî digirin.

Xwepêşandanên li herêmê, bi protestokirina baca ekolojiyê ya ku ji bo qemyonan hatibû ferzkirin, dest pê kir. Paşê cotkar, endustriya xurekan, masîgir û gelek xebatkarên qadên din bi armanca protestokirina bilindbûna bacê ketin nava tevgerê.

Welatiyên Bretonyayê yên daketin kolanan kumên sor ên ku di sedsala 17’an de bûbû sembola serhildana herêmê ya li hemberê polîtîkayên aboriyê yên qralê Fransa Louis’ê XIV’emîn, xistin serê xwe.

Daxwazên ji bo ziman

Di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de François Hollande soz dabû ku wê destekê bide zimanên herêmî û kêmar ên Fransayê û diyar kiribû ku dema ku ew bê hilbijartin ew ê Peymana Ewropî a Zimanên Herêmî û yên Kêmar ku ji aliyê Konseya Ewropayê hatibû amadekirin, erê bike. Lê heta niha hikumeta Fransayê ji bo pekanîna vê gavek navêt û ji ber vê yekê saziyên çandî û yên zimanê bretonî beşdarê xwepêşandanên ku li ser bingeha daxwazên aboriyê hatin meşandin, bûn.

Çavkanî: Npld.eu

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …