Holland reforma herêman pêşkêş kir

 

 

Serokomarê Fransayê François Holland reforma xwe ya nû ya di derbarê berfirehkirina hêzên herêman de pêşkêş kir. Li gorî vê reformê, wê jimara herêman ji 22’an dakeve 14’an û hêzên di destên herêman de bên berfirehkirin. Lê hêzên herêmparêz ên li Bretonya, Alsas, Savoy û Languedocê bi hinceta ku di reformê de daxwazên wan cî negirtine, bi zimanekî tund reformê rexne kirin.

Reforma terîtoryal a ku raya giştî ya Fransayê demeke dirêje li bendê bû, di 2’ê Hezîranê de ji aliyê Qesra Elyseeyê ve hat eşkerekirin. Di daxuyaniya ku li ser navê serokomar Holland ve di malpera qesrê de hat weşandin de pêdiviya kêmkirina jimara herêman û berfirehkirina hêzên di destê wan de hat diyarkirin. Li gorî vê daxuyaniyê, ji ber pêdiviya damezrandina herêmên “qasî herêmên ewropî mezin” vê gavê hatiye avêtin. Di çarçoveya vê reformê de wê heta sala 2020’an konseyên departmantan (meclîsên wîlayetan) ji holê rakirin û hêzên di destên wan de dewrî herêman û şaredariyên ku bi hev re komekê pêk tînin, bê kirin.

Bi vê reformê wê nexşeya nû ya Fransayê wiha be:

  • Normandiyaya Jêr û Normandiyaya Jor ên li bakur dibin yek.
  • Alsas û Lorain ên li bakurêrojhilat dibin yek.
  •  Picardie û Champagne-Ardenne yên li bakurêrojhilat dibin yek.
  • Bourgogne û Franche-Comte  ên li rojhilat dibin yek.
  • Poitou-Charentes, Limousin û Centre ya li navend û rojava dibin yek.
  • Rhone-Alpes û Auvergne yên li başûr û rojbilat dibin yek.
  • Midi-Pyrennes û Languedoc-Rosellon ên li başûr dibin yek.

 

Piştî eşkerekirina vê projeya reforma terîtoryal, li herêmên ku daxwazên wan li ber çav nehatibûn girtin reaksiyon derketin holê. Van herêmên ku ji vê reformê ne memnûn û rexneyên wan wiha ne:

projeya reforma terîtoryal

Bretonya

Tevgerên Bonnet Rouges (Kumsor), 44 Breizh û Bretagne Reuinie rojekê piştî eşkerekirina reformê, banga protestokirina wê kirin. Van komên herêmparêz ji mêj ve ye diyar dikin ku divê departmana Loiere-Atlantique ku bajarê dîrokî yê breton Nantes di nava sînorên wê de ye bi Bretonyayê ve bê girêdayîn. Serokê herêma Bretonyayê Pierrick Massiot hefteya borî planeke bi kîtekît a ji bo yekbûna Bretonya û Loire-Atlantiqueê pêşkêşî raya giştî kiribû.

Alsas

Serokê Alsasê Philippe Richert li dijî yekbûna herêma wî û Lorraineê rexneyên xwe anî ziman. Partiya Unser Land (Welatê me) a li herêmê jî diyar kir ku yekbûna Alsas û Lorraineê tiştekî şaş e û ji bo parastina “nasnameya” Alsasê bangî xwepêşandanekê kir.

Savoy

Tevgera polîtîk a Savoyê demeke dirêje daxwaza xwe ya damezrandina herêmeke xweser tîne ziman. Lê di çarçoveya reforma Holland de Savoy wekî berê di nava sînorên Rhone-Alpesê de tê girtin û di heman demê de herêma Auvergneyê jî tevlî vê herêmê dibe. Bi vê gava dawî, tesîra Savoyê ya di vê herêmê de tê kêmkirin. Serokê Konseya Giştî yê departmana Savoyê Herve Gaymard damezrandina Konseya Giştî ya Herêmên Savoyî ya xwedî hêzên xurt pêşkêş kiribû. Tevgera  Herêma Savoy di derbarê reformê de dîtinên anî ziman û diyar kir ku ev li hemberê nasnameya Savoyê “tehdîtekê ye.”

Korsîka

Reform ji bo Korsîkayê guherînekê bi xwe re nanî. Meclîsa Korsîkayê sala buhurî ji Fransayê daxwaz kiribû ku statuya taybet a Korsîkayê nas bike û ji bo vê armancê destûra bingehîn biguherîne. Di çarçoveya statuya taybet de Korsîka dixwaze xweseriya wê bê berfirehkirin û zimanê korsîkî ligel fransî li Korsîkayê bibe fermî.

Oksîtanya û Katalonyaya Bakur

Sînorên herêmên Aquitaine û Provence-Alpes Cote d’Azur ên oksîtan neguherîn. Herêma Limousina oksîtan tevlî herêma mezin a ku li navend û rojavayê welat hat damezrandin bû û herwiha herêma Auvergneyê tevlî Rhone-Alpesê bû. Dîsa du herêmên li başûrê Oksîtanyayê Midi-Pyrennes û Languedoc-Rousillon bûn herêmekê. Serokê Languedoc-Rousillonê Christian Bourquin got ku reform ji bo wan “biçûkxistin e” û ji bo peknehatina yekbûna her du herêman banga têkoşînê kir. Lê şaredarê bajarê katalan ê Perpignane yê li erda ku wekî Katalonyaya Bakur te binavkirin Jean-Marc Pujol kêfxweşiya xwe ya ji bo reformê anî ziman.

Welatê Baska Bakur

Herêma li başûrêrojavayê Fransayê ku wekî Baska Bakur (Iparralde) tê binavkirin, wê wekî berê di nava departmana Pyrennes-Atlantiquesê ya girêdayî Aquitaineyê de bimîne. Hêzên siyasî û civakî û sektora aboriyê daxwaza damezrandina herêmeke taybet a Baskê dikin lê Fransa van daxwazan qebûl nake.

Çavkanî: Nationalia.info

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …