Siyaset divê ji bo kurdî qadên azad biafirîne

Hevpeyvîn: Necat Ayaz

Madem em dibêjin ziman tiştekî polîtîk e, wê demê divê zimanê polîtîkayê kurdî be. Lê mixabin siyasetmedarê me vê nakin û bi israr polîtîkayê bi tirkî dimeşînin.

Dema siyaset ji bo kurdî qadên azad neafirîne, hêza parastina kurdî jî pêk nayê. Dema ev hêz dernekeve holê, bi gel re jî bawerî çênabe ku jiyana xwe bi kurdî bidomîne.

DEM Partiyê bi minaseta Roja Zimanê Dayikê îsal ziman xist rojeva xwe. Çalakiyên partiyê bi daxuyaniya 11ê sibatê ya Komîsyona Ziman û Çandê ya partiyê dest pê kiribû. Di daxuyaniyê de hatibû gotin, ‘Dem dema zimanê kurdî ye!’ Paşê, di 21ê sibatê de bi pêşengiya partiyê, li 35 navendên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo kurdî çalakî hatibûn lidarxistin. Ev yek, hêviya ku wê partiyê kampanyaya xwe ya hilbijartinê ya li Kurdistanê bi kurdî bimeşîne, derxistibû holê. Mixabin hîn di ser Roja Zimanê Dayikê re 3 roj derbas bûbûn, hevserokê partiyê Tuncer Bakirhan li Cizîra Botan bi tirkî xîtabî gel kir. Paşê, heman helwest li Elkê, Şirnexê, Nisêbînê, Mîdyadê û Dêrikê jî dom kir.

Me meseleya bikaranîna zimanê tirkî ya ji aliyê Siyaseta Kurd ve ku careke din ket rojeva civakê, bi nivîskar Îrfan Amîda re axivî. Amîda, bi taybetî li ser têkiliya parastina ziman û siyasetê sekinî û tespîtên balkêş kirin. Nivîskar ji bo parastina ziman qala bikaranîna rêbaza ‘reddiyeyê’ kir û wiha axivî:

“Rast e, bi awayekî polîtîk mafên ji bo ziman tên daxwaz kirin. Lê mesele ne tenê daxwaza mafên ziman e. Mirov divê ji vê wêdetir, reddiyeyekê pêş bixe. Eger mirov reddê bi kar neyne, lêxwedîderketin û parastin jî qels dibe. Bo nimûne, dibêjin ‘bila kurd bi kurdî bipeyivin’. Ê kî wê bi kurdî bipeyive? Dibêjin ‘bila kurdî serbest be’ lê ji bo kî bila serbest be? Mirov pîvana vê çawa diyar bike? Eger kez bi kurdî nexwînim, bi kurdî nenivîsînim, bi kurdî karê hunerê û zanistê nekim û bi kurdî bazarê nekim, ez kurdî ji bo xwe naxwazim. Encama vê daxwazê ev e. Ku em dibêjin, “em dersên kurdî yên hilbijarî naxwazin” û em rasterast perwerdeya bi kurdî dixwazin, wê demê divê em li dersa hilbijarî xwedî derkevin. Lê beriya vê jî divê em perwerdehiyeka xwe bi xwe pêk bînin. Berî her tiştî divê bêîteatîyekê hebe. Lê ev yek heta niha nehatîye kirin. Berê ev çend car hat ceribandin û ji rojevê derket.”

Kurdî ji bo gel dixwazin       

Siyaset ji gel re dibêje, “hûn bi kurdî bipeyivin” lê ‘em ê polîka, dîplomasî û hemû xebatên xwe bi tirkî bikin.’ Ev helwest di eslê xwe de cureyeke oryantalîzmê ye. Bi parastina ziman re eleqeya wê tune ye û nêzîkî polîtîkaya dewletê ye.

Amîda li ser retorîka Siyaseta Kurd a ji bo zimanê kurdî dîtinên xwe îfade kirin û got, siyaset karê parastina kurdî dixe stûyê ‘yên din’ ango gel. Nivîskar bi van gotinan vê dîtina xwe wiha îzeh kir:

“Qasî ku ez dibînim, DEM Partî jî û partiyên beriya wê jî kurdî ne ji bo xwe dixwazin lê ji bo ‘yên din’ yanî gel dixwazin. Ji gel daxwaz dikin, bi hev re bi kurdî bipeyivin û zarokên xwe bi kurdî perwerde bikin. Ev derdor kurdî ji bo xwe û zarokên xwe naxwazin. Di demên berê de şêx û meleyên li Kurdistanê  ji gel re digotin ‘zarokên xwe neşînin dibistanê’ lê wan ên xwe dişandin. Çima vê dikirin? Wan dixwest ew hertim di ser gel re bin û hiyerarşiya kûr berdewam bike. Rewşa niha ya gel û nûnerên siyasî jî hinekî wiha ye. Ji gel re dibêjin , ‘hûn bi kurdî bipeyin’ lê ew vê nakin. Ji gel re dibêjin ‘em ê polîka, dîplomasî û hemû xebatên xwe bi tirkî bikin.’ Ev helwest di eslê xwe de cureyeke oryantalîzmê ye. Bi parastina ziman re eleqeya wê tune ye û nêzîkî polîtîkaya dewletê ye. Dewlet jî dibêje ‘di mala xwe de kurdî bipeyivin.’”

Paşê, me gotinê anî ser rola komên civakî ya ji bo parastina kurdî û  pirsa ‘ziman çawa bi hêz dibe û dibe zimanekî normal ê civakê?’ ji Amîda kir. Nivîskar vê pirsê bi perspektîfa rola elîtên civakî û bi taybetî jî siyasetê bersivand. Amîda wiha axivî:

Eger partî zimanê siyasetê neke kurdî çima ji gel daxwaza axaftina kurdî dike? Eger partî bi kurdî xebatên siyasî nenivîse, ma çîroknûsên kurd wê li ser siyasetê binivîsin?

“Dema siyasetmedar bi vî zimanî siyasetê bikin, zanyarên wan bi vî zimanî zanistê bikin, hunermendê wan bi vî zimanî hunerê bikin û nivîskarên wan bi zimanî binivîsin, ev yek pêk tê. Ku ev neyên kirin, tu qîmeta gotina “bila kurdî serbest bibe” tune ye. Siyaset bi vê retorîkê bangî xwe nake lê bangî derveyê xwe dike. Loma divê ev siyaset beriya her tiştî bi xwe re dilsoz be. Dema bang dike, divê ne tenê gel ew jî li gorî vê banga xwe gav bavêje. Eger partî zimanê siyasetê neke kurdî çima ji gel daxwaza axaftina kurdî dike? Eger partî bi kurdî xebatên siyasî nenivîse, ma çîroknûsên kurd wê li ser siyasetê binivîsin?  Ku zanyarên kurd bi kurdî berhemên zanistî nenivîsin ma wê mamosteyekî/ê zimanê kurdî wê vî karî bike? Elbet na. Eger hûn siyasetmedar bin, divê ez wekî nivîskarekî kêm zêde tiştên nivîs û berhemên we yên polîtîk bixwînim. Ku siyaset bi kurdî neyê nivîsîn û bi kurdî neyê meşandin, em ê çawa bikaribin kurdî biparêzin? Ku siyaseta bi kurdî tune be, encax em pesnê xwe bi helbest, çîrok û romanê bidin. Yan jî em ê bi riya medyayê hewl bidin kurdî biparêzin. Lê ev jî heta ciyekî mimkûn e. Ji qonaxekê şûn de, hilweşîn li ber derîye. Ji ber ku piştî demekê êdî wê kesekî/ê nemîne berhemên kurdî bikire û bixwîne. Madem em dibêjin ziman tiştekî polîtîk e, wê demê divê zimanê polîtîkayê kurdî be. Lê mixabin siyasetmedarê me vê nakin û bi israr polîtîkayê bi tirkî dimeşînin. Di mîtîngan de bi kurdî silavê didin gel û paşê bi tirkî axaftina xwe berdewam dikin.”

Ji bo kurdî qadên azad

Îrfan Amîda di berdewama bersiva ji bo heman pirsê de qala ‘şikestina baweriya kurdan a bi kurdî’ kir û ji bo tunekirina vê xetereyê, careke din îşaret bi rola qada siyasî kir:

“Eger baweriya kurdan bi kurdî bişikê dema serbestiya ziman pêk bê jî êdî wê vegera li jiyaneke bi kurdî zehmet be. Kesên ku zarokên wan îro bi tirkî dipeyivin wê zarokên xwe neşînin dibistanên kurdî. Siyasetmedarên ku îro bi tirkî siyasetê dikin wê di dema serbestiya ziman de jî helwesta xwe bidomînin. Yanî dewlet ji xwe bi pratîka xwe dibêje ‘ka kurdî bi kêrî çi tê?’ Meseleya herî mezin, bicîbûna vê nêrînê di binhişê te de ye. Dema tu di vê rewşê de bî, tu yê nexwazî jiyana zarokên te bi kurdî be û perwerdeyê bi kurdî bibin. Tu yê bi tenê bêjî ‘bila kurdî li kolanê fêr bibin.’ Xurtkirina baweriya bi kurdî ne meseleyeke şexsî ye. Divê sazî û dezgeyên xwedî hêz vî karî bikin. Dema siyaset vî karî neke civak jî wê di meseleya ziman de talepkar nebe. Bi edebiyat û medyayê ziman nikare bê parastin. Berî her tiştî em divê hin tiştan red bikin. Ez di hemû qadan de ne mecbûrî tirkî me. Divê tiştinan red bikim û hin qadên azad ji kurdî re vebikim.”

Eger baweriya kurdan bi kurdî bişikê dema serbestiya ziman pêk bê jî êdî wê vegera li jiyaneke bi kurdî zehmet be. Kesên ku zarokên wan îro bi tirkî dipeyivin wê zarokên xwe neşînin dibistanên kurdî. Siyasetmedarên ku îro bi tirkî siyasetê dikin wê di dema serbestiya ziman de jî helwesta xwe bidomînin.

Xwedîderketin redkirina asîmîlasyonê ye

Amîda ‘avakirina qadên azad’ ên ji bo kurdî bi helwesta li dijî tirkî û redkirina asîmîlasyonê ve girêda. Nivîskar bi van gotinan jî, avanekirina van qadan wekî sebeba pêknehatina ‘hêza parastina kurdî” nîşan da:

“Yanî dema em qala xwedîderketina kurdî dikin divê em di heman demê de asîmîlasyonê jî red bikin. Ji bo vê jî divê em li dijî alavên asîmîlasyonê helwest nîşan bidin. Yanî em zimanê tirkî bi awayekî kanonîk qebûl nekin û li dijî wê derkevin. Ji bo vê jî divê em li hember serdestiya tirkî ya di jiyana siyasî, aborî û civakî derkevin. Ku tu di van qadan de tirkî red nekî tu wateya parastina kurdî namîne. Tirkî ne zimanekî kanonîk e ku ez ji neçarî serdestiya wê qebûl bikim. Di vê kontekstê de divê deriyên siyasetê û şaredariyên kurd bi taybetî ji kesên hem kurdî baş dizanin hem jî dîplome ne bên vekirin. Divê em baş bizanibin, ziman bi tenê bi edebiyatê û medyayê nayê parastin. Dema qadên azad ên kurdî neyên afirandin, hêza parastina kurdî jî pêk nayê. Dema ev hêz dernekeve holê jî, bi gel re bawerî çênabe ku jiyana xwe bi kurdî bidomîne. Divê kurdî bi kurdan hebe. Lê dema baweriya kurdan bi kurdî neyê, parastina ziman pêk nayê.”

————————————-

Îrfan Amîda
Li Qesra qelendera ya Mêrdînê hat dinyayê. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdeyiyê Beşa Mamostetîya Dîrokê qedand. Di Navenda Çandê ya Mezototamyayê (NÇM) de xebitî. 1996an de dest bi karê mamostetiyê kir. Di salên 2003-2005an de serokatiya sendîkaya perwedeyiyê (Egitim-Sen) Şaxa Mêrdînê kir. Li Zanîngeha Artûklûyê Mastira Ziman û Çanda Kurdî qedand.  Heta niha gelek roman, helbest û wergerên Amîda hatin weşandin. Herwiha, nivîskar ji kovara Rewşenê heta îro ji gelek kovar û rojnameyan re gotar, kurteçîrok û helbest nivîsandine.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …