Di pratîkê de xwedî li ziman derkevin

Îrfan Amîda

Gelek ne eşkerebe jî hin derdor xwedî li dersên hilbijarî derneketin. Bikaranîna vî mafî ji aliyê malbatan nayê wateya revîzekirina daxwazên perwerdeya bi zimanê kurdî. Mirov dikare bêje “Ez lê xwedî derdikevim lê ya esas statûya kurdî û perwerdeya bi kurdî ye.”

Di vê mijarê de dive armanca me ev be, kurd bi kurdî perwerdeyê bibînin. Ev maf e, mafeke hiqûqî û enternasyonalî ye. Her tiştên li derveyê vê korsan in û xapînok in. Lê ev nayê vê wateyê ku gavên hatine avêtin wê neyên pejirandin. Ji ber vê yekê dersên bijarte gaveke û lêxwedîderketina wê daxwazên esas rewatir dike. Di vir de tiştekî din jî heye. Lêxwedîderketina ziman di heman demê de daxwazeke pedagojîk e jî. Dema zarok bi zimanê xwe perwerde bibin, bêtir pêş dikevin û di jiyanê de serfiraz dibin. Wekî bîrdozî jî mirov li nasnameya xwe xwedî derkeve û têkoşîna neteweyî bimeşîne, diyardeya herî xurt ziman e û dive mirov li ziman xwedî derkeve. Kîjan gav tên avêtin bila bên avêtin ji hêla dewletê ve, dersên kurdî çend saet bin jî, bijarte bin jî dîsa divê di pratîkê de mirov li kurdî xwedî derkeve. Û li derveyê vê jî, divê her mal, kolan, sazî û dezge bibin dibistaneke kurdî.

Ku em werin ser bûyerên aktuel wekî hûn jî dibêjin, Mehmet Metiner dibêje dive kurdî bibe derseke mecbûrî, Huda-Par û Egitim-Bir-Sen xwedî lê derdikevin. Kurdî ne milk e. Kurdî milkê hemû kurdan e lê ne milkê min e. Ez nikarim bêjim çima filan partî û îdeolojî li kurdî xwedî derdikeve. Herkes dikare li kurdî xwedî derkeve û doza wê bike. Lê tiştekî din jî heye ku dive mirov sextekariyê jî qebûl neke. Heta niha ji bo kurdî bi Egitim-Bir-Senê re nakokî hebûn. Midûrên vê sendîkayê yên li Kurdistanê  astengî derdixistin li hemberê kurdî. Lê îro bi awayekî polîtîk wekî ku lê xwedî derdikevin bikin ev meseleye din e. Hîn jî pratîka gelek ji midûrên wan wiha ye. Bi vê helwesta xwe ya dawî jî van gunehên xwe dişon. Ku hin derdor bixwazin bi riya bi riya lêxwedîderketina kurdî gunehên bişon, ev nayê qebûlkirin. Ez ne ji bo kes an rêxistinekê dibêjim lê bi ya min bi giştî bi kurdî guneh nayên şûştin. Yanî bi van rêbazan meşrûiyet ji tu kesî re çênabe.

Dema mirov mijarê zêde jî polîtîze bike û wê bike alav, ev dibe neheqiya herî mezin li hember kurdî. Ku ev ne polîtîkayeke esas be û bi awayekî korsan kurdî bikin alav, ev nayê qebûlkirin. Ev dibe alaveke şer jî.

Divê mirov vê sextekariyê jî nîşan bide. Yanî bila li kurdî xwedî derkevin lê bila xwerexneya xwe jî bidin. Bila bêjin „me bi salan şaşî kirin“. Dema mirov mijarê zêde jî polîtîze bike û wê bike alav, ev dibe neheqiya herî mezin li hember kurdî. Ku ev ne polîtîkayeke esas be û bi awayekî korsan kurdî bikin alav, ev nayê qebûlkirin. Ev dibe alaveke şer jî. Dema dewlet perwerdeyê wekî mafên meşrû bibîne û ev bi vê perspektîfê gavan bajêve mesele tune ye. Lê dema wekî alav ji bo meşrûiyeta hin sazî û rêxistinan vê bikin û herwiha di nava gel de meşrûîyeta hin tiştên bikin mijara nîqaşê, wê di ser kurdî re problemên din derdikeve. Berê bi paradîgmaya paşê îflas kirin, qad li kurdan teng dikirin, wekî siyasî, aborî û çandî hwd ji holê radikirin. Lê niha navên kurdî li hin qadên wekî TRT-6, hin beşên zanîngehan û dersên hilbijarî dikin. Lê dema van qadan bên kontrolkirin û wekî alav bên bikaranîn problemên din derdikevin holê.

Tiştekî din jî, gelek ne eşkerebe jî hin derdor xwedî li dersên hilbijarî derneketin. Bikaranîna vî mafî ji aliyê malbatan nayê wateya revîzekirina daxwazên perwerdeya bi zimanê kurdî. Mirov dikare bêje “Ez lê xwedî derdikevim lê ya esas statûya kurdî û perwerdeya bi kurdî ye.  Ez ê ji bo van têkoşîna xwe bidomînim. Lê îro jî berovajiya vê, yên xwedî lê derdikevin pê gunehên xwe bişon, ev nayê qebûlkirin.

Nivîs cara ewil di dosyeya li ser meseleya Dersa Kurdî ya Infowelat hatiye weşandin.

——————————————-

Îrfan Amîda

Li Qesra Qelenderan a Mêrdînê hat dinyayê. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdeyiyê Beşa Mamostetîya Dîrokê qedand. Di Navenda Çandê ya Mezototamyayê (NÇM) de xebitî. 1996an de dest bi karê mamostetiyê kir. Di salên 2003-2005an de serokatiya sendîkaya perwedeyiyê (Egitim-Sen) Şaxa Mêrdînê kir. Li Zanîngeha Artûklûyê Mastira Ziman û Çanda Kurdî qedand.  Heta niha gelek roman, helbest û wergerên Amîda hatin weşandin. Herwiha, nivîskar ji kovara Rewşenê heta îro ji gelek kovar û rojnameyan re gotar, kurteçîrok û helbest nivîsandine.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …