Cizîr wê şîn û şên bibe

Cizîr an jî bi navê xwe yê naskirî Cizîra Botan, di dîroka Kurdistanê de xwedî giringiyeke mezin e. Bajarê bi hezaran salane stargeheke kurdan bûye, di dema Bedirxaniyan de bûye navendeke siyasî ya Kurdistanê. Cizîr warê helbestvanê mezin Melayê Cizîrê û pêşengê xebatên zimanê kurdî Celadet Alî Bedirxan e. Vî bajarê li ber Çemê Dîcleyê û di qûntara Çiyayê Cûdî de, di serhildanên ewil ên salên 1990î de mora xwe li têkoşîna rizgariya Kurdistanê xistîye. Mixabin, Şerê Bajaran û proseya bi dûv vê re, li Cizîrê ji her alî ve bû sebeba hilweşînê. Artêşa tirk bajar jinûve dagir kir, Cizîr bi rejîmeke awarte hat birêvebirin, hemû sazîyên demokratîk hatin girtin û paşê şaredarî hat desteserkirin. 8 sal bi dûv vê karesatê re, bi boneya hilbijartinên 31ê adarê li Cizîrê siyaseta legal ket nava hereketê. Bi vê re jî, careke din heviya bidestxistina şaredariyê ket rojevê. Infowelat ji bo bidestxistina agahiyên berfireh ên li ser mijarê bi namzetê DEM Partiyê yê Cizîrê Abdurrahim Durmuş re hevpeyvînê kir.

Em ê di polîtîkaya îstîhdamê de jî hewl bidin kurdî bikin krîterekê. Ji lew re divê rêveberî û xebatkarên şaredariyê ji gel re bibin mînak. Herwiha ji bo karkerên şaredariyê em ê kursên kurdî vekin û em ê li şaredariyê hewl bidin tenê kurdî were axaftin.

Ku hûn werin ser kar, hûn ê Cizîreke çawa ji qeyûm dewr bigirin? Çi ne problemên sereke yên Cizîrê?

Qeyûm wekî parçeyekî şerê taybet li şaredariyên me hatin ser kar. Ji lew re di rêveberiyên xwecihî de bihêzbûna gelê kurd ji bo hêzên desthilatdar sebebeke tirsê bû. Ji ber vê sebebê pratîka wa bi tenê bi xwe re tehribat û mexdûriyetê anî. Çi mal û milkê ku di destê şaredariyê de hebûn, hatin firotin. Navend û saziyên çand û hûnerê hatin girtin. Karkerên ku pêwîstiya bajêr ango şaredariyê pê tune ye dikin kâr. Û van kârkeran jî ji derveyî bajêr tînin. Yanî ji bo welatiyên bajêr xêrekê ji şaredariyê nebînin her tişt tê kirin.

Cizîr, di aliyê ciwanan de xwedî nifûseke dînamîk e. Lê hêjmara ciwanên bêkar di asteke bilind de ye. Her wiha polîtîkayên şerê taybet li hember ciwanan pir tûnd tê meşandin. Ev jî dibe sedem ku ciwan terka bajêr bikin. Ev politikaya wan a li hember gelê Cizîrê tê kirin, van pirsgirêkan mezintir û kûrtir dike. Di aliyê binesaziyê de jî  kar û xizmetekê nakin û avahiyên heyî jî talan dikin. Kolanên bajêr bûne kavil; ji bo tedîlata van qet tiştek nayê kirin. Her wiha bi milyonan pere li projeyên bê feyde hatiye xerckirin. Ev jî bûye sedema deyneke mezin a şaredariyê. Armanca wan ev e, dema me şaredariyê bi dest xist, em tu kar û xebatekî nekin. Mirov dikare bibêje ku ev wekî polîtîkayekî cezakirinê ye.

Namzetên DEM Partiyê yên Cizîrê Abdurrahim Durmuş û Guler Tunç

Derfetên aboriyê yên Şaredariya Cizîrê ji bo xizmetê wê têr bike? Ku têr neke hûn ê bikaribin derfetên çawa biafirînin?

Eger me şaredariyekê di şert û mercên asayî de bi dest bixista, em dê karîbûna kar û xebatên xwe bi bûtçeya şaredariyê bikira. Lê tehribata ku di nava bajêr de hatîye kirin pir mezin e. Hem bajar hem jî civak derdest kirine. Qeyûm, wekî malê xenîmetê nêzîkî şaredariyê bûne. Lewra mirov dikare bibêje, pratîka wan tenê talankirin û wêrankirina bajêr e. Her wiha dîsa bi deyndarkirinê pişta şaredariyê tewandine. Her roj bi milyonan deyn li ser şaredariyê zêde dibe. Karekî ku tê kirin jî tune ye. Çi îhale û danûstandinên malî hebin ji hevkarên xwe re pêşkeş kirin e. Ji ber vê yekê jî mixabin şaredarî demeke dirêj nikare bi vê bûtçeya xwe kareke têkûz bike.

Ji bo vê meseleya aboriyê çend fikrên me hene. Yek, em ê hinek karên ku hem îstîhdamê biafirîne hem jî dahatê ji bo şaredariyê çêke, biafirînin. Wekî din jî, bi rêya hinek projeyên civakî em ê ji hinek cihên diyar hîbe ango fon bixwazin. Û bi rêyên fermî û hevgirtinî em ê vê bikin. Di vî warî de em dikarin dîplomasiya derveyî welat jî bi kar bînin ku mînakên vê pir in.

Em bawer dikin bi tevlîbûna gel a xebatan vê barê me siviktir bibe. Em naxwazin bi tenê wekî hevserok ango meclîsa şaredariyê biryara her tiştî bidin. Em dê projeyên bi gel bişêwirin paşê wan têxin meriyetê. Em dixwazin konseya bajêr ava bikin û problemên bajêr tevlî gel tespît bikin. Em ê ji gazinan zêdetir fikran pêş bixin û xebatê bikin.

Eger me şaredariyekê di şert û mercên asayî de bi dest bixista, em dê karîbûna kar û xebatên xwe bi bûtçeya şaredariyê bikira. Lê tehribata ku di nava bajêr de hatîye kirin pir mezin e. Hem bajar hem jî civak derdest kirine. Qeyûm, wekî malê xenîmetê nêzîkî şaredariyê bûne.

Cizîr û Çemê Dîcle/Foto: Şaredariya Cizîrê

Çemê Dîcle ku yek ji du çemên herî dirêj ê Kurdistanê ye, di nava Cizîrê re derbas dibe; lê dora Cizîrê hişk e û şênayî tune ye.  Ji bo heşînkirina derdora bajêr hûn xebatekê bikin?

Belê, Çemê Dîcleyê ji bo Cizîrê derfeteke pir mezin e. Cizîr bajarekî pir germ e. Bi taybetî havînan mirov ji ber hewa germ nikarin derkevin ji derve. Wekî din, bajarekî ziwa ye û loma toza wê gelek  e. Di nava bajêr şênahî hema bêje tune ye. Şênahiya li dira çem jî têrî nişteciyên bajêr nake.

Li ser Çemê Dîcleyê hin fikr û projeyên me hene. Herwiha, ji bo şînkirina bajêr wê hewldanên me hebin. Em dixwazin dîmenê bajêr di aliyê ekolojîk de bigûherînin. Em dixwazin bi rêya xebatên şînkirinê qadên ku civak lê hilm bistîne zêde bikin. Di van xebatan de em ê gel bixwe jî ji bo çandina daran teşwiq bikin. Gel bi xwe jî dê tevlî kâr û projeyên civakî û xwezayî bibe. Em dixwazin cihên ji bo seyrangehan werin avakirin, dîsa ji bo rêyên dûçerxan em dixwazin rê û qadan vekin. Herwiha, ji bo çandinî û xebatên avdaniyê jî bêyî ku zirarê bidin çem, em dixwazin ji çem sûd werbigirin.

Em bawer dikin bi tevlîbûna gel a xebatan vê barê me siviktir bibe. Em naxwazin bi tenê wekî hevserok ango meclîsa şaredariyê biryara her tiştî bidin. Em dê projeyên bi gel bişêwirin paşê wan têxin meriyetê. Em dixwazin konseya bajêr ava bikin û problemên bajêr tevlî gel tespît bikin.

Pirî caran em nuçeyên ciwan û zarokan ku di Çemê Dîcle de dixeniqin em dixwînin. Hûn ê çawa rê li ber vê meseleya dilsoj bigrin?

Rast e, mixabin ev mijarek e dilsoj e. Gelek caran ciwan ango zarok di çem de dixeniqin. Gelek caran bi daxwaza soberîkirinê xwe berdidin çem, lê dîsa mixabin hinek caran jî bi armanca întîxarê wekî amûr bikartînin. Du sedemên dijber in ev. Bûyerên xwekuştinê ji ber pirsgirêkên civakî, polîtîk û ekonomîk pêk tên.

Ji bo her du sedeman jî em ê tedbîr bikin. Ji bo zarok û ciwanan bi ewlehî di çem de soberîyê bikin, em ê proke çêbikin.  Li van qadan wê koma ewlehiyê hebe. Vê komê wê bi rêya dûrbûn, birc û motorên seravî dê tim ewlehiya çem bigirin. Li aliyekî din, ji bo jiholêrakirina sedemên xwekuştinê jî em ê polîtîkayên rehabilitasyona civakî bimeşînin. Em ê bi vî awayî bixwazin pêşî li fikra xwekuştinê bigirin. Sedema întîxaran gelek caran polîtîkayên şerê taybet e. Em ê hewl bidin ku ciwan û zarokan ji van polîtîkayan biparêzin û ji bo vê jî qadên faaliyetên kolektîf û kêyfxweşiyê ava bikin. Bi vî awayî, em ê bixwazin hinek pirsgirêkên civakî him bi rêyên teknîkî him jî bi tedbîrên rehabîlîtasyonê çareser bikin.

Cizîr û gundên li derdora wê. /Rûpela Facebookê ya Abdurrahman Onen

Cizîr bajarê Bedirxaniyan e ku ji bo zimanê kurdî xizmetên giranbuha kirine. Li aliyekî din, bajêr heta dema Şerê Bajaran jî yek ji keleya kurdî ya bakurê Kurdistanê bû. Lêbelê  polîtîkayên asîmîlasyonê ya tevlî zilma dawî ya dewletê hat meşandin, bû sebeb tirkî di nava ciwanan de belav bibe. Ji bo pêşîgirtina vê rewşê û parastina nasnameya ziman a Cizîrê wê xebatên we hebin?

Belê, Cizîr bajarekî ku di aliyê çand, ziman û hûnerê de hertim li pêş e. Xebatên li ser ziman bi dîroka Cizîrê ve girêdayî ye. Ji ber ku yekem mirovê ku li ser zimanê Kurdî xebatên giranbuha kiriye, Celadet Elî Bedîrxan e. Lewra Cizîr di vî alî de xwedî mirateyekî ye jî. Ji ber vê yekê ye ku xwedî derketina ziman li bajêr ferz e.

Tiştekî balkêşe ku pratîka qeyûman di destpêkê de li ser qadên perwerdehiya zimanê Kurdî pêk hat in û hemû navendên kurdî hatin girtin. Polîtîkayên asîmîlasyonê gihaştin asta herî jor. Axaftina zarokan a kurdî ji aliyê  hinek mamosteyên nijadpest ve ê rêvebiriyê li dibistanan hatiye qedexe kirin. Pêwîst e ev yek bi yek werin tespîtkirin û malbatên wan werin hişyarkirin. Em ê van saziyên ku hatine girtin dîsa vekin û yên heyî jî em ê xurt bikin. Eger em kurd bin, hebûna me jî bi zanîna kurdî diyar dibe. Yanî hebûna gelê Kurd û nasnameya gelê Kurd bi hev ve girêdayî ye. Em ê di vê qadê de çalakiyên wekî fûarên pirtûkên kurdî, mîhrîcan û konsert, şevbihêrkên dengbêjî û bernameyên helbestên kurdî û hwd li dar bixin. Ji bilî vê, em ê navên pêşiyên kurdan li kolan, gund û taxên bajêr bikin.Bi kûrtasî, em dixwazin Cizîrê bikin bajarekî ziman, çand û hûnera kurdî.

Hûn ê di mijara parastina ziman de hin tedbîrên ji bo teşwîqê bigirin? Bo nimûne, di polîtîkaya îstîhdama personelan de pêwîstiya axaftin-xwendin-nivîsandina kurdî, hin teşwîqên aborî ji bo esnafên bi kurdî xizmetê bidin û tabelayên xwe bikin kurdî û hwd.

Ji bo parastin û teşwîqkirina ziman dê xebatên me hebin.  Em ê ji bo ciwanan pirtûkxaneyên kurdî vekin. Em ê esnafan teşwîk bikin da ku ji bo kesên bi kurdî sîparîjên xwe didin re erzanîyê bikin. Bi armanca ku esnaf tabelayên xwe bikin kurdî, em ê wan teşwîq bikin.

Çend sal berê mirovekî/ê ku li dikanekî bixwesta kirrîn û firotina xwe bi tirkî bikirana rastî bertekan dihat û xwediyê dikanê tişt nedifirotinê. Ew kes heta ku derbasî zimanê kurdî nebûna nedikarîbû tiştejî bikire. Û ev jî dibû teşwîqeke ji axaftina kurdî. Lê belê mixabin ji ber zext û zordariyên dewletê ya bi destên qeyûman, di 10 salên dawî de baldarîya ji bo kurdî kêm dibe. Em ê dîsa bajarên xwe bidest bixin û atmosferek bi vî awayî bidin avakirin.

Ji bo parastin û teşwîqkirina ziman dê xebatên me hebin. Mînak, em dixwazin çend pirtûkxaneyên tê de materyalên zarevayên kurdî hebin, vekin. Li van pirtûkxaneyan dê înternet, çay, qehwe û hwd bê pere be. Ji aliyek din jî, em ê qampanyayên kurdî bidin dest pê kirin. Em ê esnafan teşwîk bikin da ku ji bo kesên bi kurdî sîparîjên xwe didin re erzanîyê bikin. Bi armanca ku esnaf tabelayên xwe bikin kurdî, em ê wan teşwîq bikin. Dîsa, em dikarin pêşbirkên helbest û kompozîsyonên kurdî yên bixelat li dar bixin.

Em ê di polîtîkaya îstîhdamê de jî hewl bidin kurdî bikin krîterekê. Ji lew re divê rêveberî û  xebatkarên şaredariyê ji gel re bibin mînak. Herwiha ji bo karkerên şaredariyê em ê kursên kurdî vekin û em ê li şaredariyê hewl bidin tenê kurdî were axaftin. Lê divê ez vê jî bêjim di vê mijarê de hin dijwariyên me jî hene. Qeyûman hêjmareka zêde karker ji rojavayê Tirkiyeyê anîne û kirne personelên şaredariyê. Em ê di nava demê de rewşa wan li gorî heqîqet û pêwîstiya civakê dizayn bikin. Karkerên ku di qadên bi gel re têkildar in teqez divê kurdî bizanibin. Dîsa em ê  hewl bidin hemû tabelayên me kurdî bin. Em ê bi saziyên ku di mijarên civakî û çandî de xebatên wan hebin, hevkariyê bikin.

Fotoyê sereke: Abdurrahim Durmuş./Arşîva şexsî ya A.Durmuş

————————————-

Abdurrahim Durmuş

Di sala 1991’an Cizîra Botan ji dayik bûye. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Rojnamevaniyê qedandiye û li heman zanîngehê beşa Zanista Siyasetê û Têkiliyên Navneteweyî berdewam dike. Di Komeleya Hevgirtina Penaberan de kar û xebat kirine. Dîsa di nav damezrînêrên komeleya Di Hiqûq û Çapemeniyê de Lêgerîna Heqîqetê de Cih digire. Dumuş, di 2018’an namzetê parlementeriya Amedê ya HDP bû. Di saziyên çapemeniyê yên wekî Artı TV, Dengê Amerîka ya Kurdî û T24ê de kâr kiriye.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …