Federalîzma Belçîkayê û piştgiriya aboriyê

Yek ji stûna federalîzma Belçîkayê piştgiriya di navbera herêman de ye.

Flander, di çarçoveya piştgiriyê de her sal bi qasî 8 milyar euroyî transferê Walonyayê dike.

Yek ji aliyê giring ê modela federalîzmê hebûna  mekanîzmaya piştgiriyê ya di navbera herêman de ye.

Di vê modelê de herêmên aboriya wan xurt e alîkariya herêmên xizan dikin.

Belçîkaya federal ji bo mijarê mînakeke balkêş pêşkêşî cîhanê dike.

Yek ji stûna federalîzma Belçîkayê piştgiriya di navbera herêman de ye.

Piştgiriya aborî ya li Belçîkayê bi transfera ji bakur ber bi bakur ve pêk tê.

Herêma Flander a li bakurê welêt e, bi dehan salane alîkariyê dide Walonyayê.

Walonya herêmeka fransîaxêv a li başûrê Belçîkayê ye û di warê aboriyê de zêde ne pêşketî ye.

Li Flanderê, % 77 ê nifûsa di navbera temenê 20-64an de dixebitin.

Ev rêje li herêma Walonyayê ya li başûrê welêt % 66 e.

Flander, di çarçoveya piştgiriyê de her sal bi qasî 8 milyar euroyî transferê Walonyayê dike.

Bi gotineke din, her welatiyê li Flanderê dijî, salane 1118 euro dişîne Walonyayê.

Ev daneyên li ser tranfera pereyan her sal ji aliyê hukumeta flaman ve tê ragihandin.

Butçeya navendî û parêzgeh

Di warê alîkariya navendî ya ji bo parêzgehan jî li Belçîkayê pir zêde ji hev cudahî heye.

Parêzgehên walon ji yên flaman bêtîr ji butçeya navendî alîkariyê werdigirin.

Li aliyekî din, di warê alîkariya navendî ya ji bo parêzgehan jî li Belçîkayê pir zêde ji hev cudahî heye.

Parêzgeha Hainautê ya li Walonyayê ji butçeya navendî 5.8 milyar euro werdigire.

Para parêzgeheke din a walon Liegeê ya ji heman butçeyê 3 milyar euro ye.

Ev rêje ji bo parêzgehên flaman ên li bakurê welêt gelek kêm e.

West Vlaander 900 milyon û Limburg jî bi tenê 750 milyon euro ji butçeya navendî werdigire.

Ev rewş tevlî transferên salane yên ji Flanderê bo Walonyayê rastî rexneyên netewperest ên flaman tê.

NV-A û Vlaams Belang ku serxwebûnê daxwaz dikin, vê yekê wekî yek ji sebeba daxwaza xwe nîşan didan.

Herêma Flanderê

Flander herêma herî dewlemend a Belçîkayê ye ku berûberê sînorên bi Holanda cî digire.

Nifûsa Flanderê di ser 6 milyonî re ye û paytexta wê Bruksel e.

Flander herêma herî dewlemend a Belçîkayê ye ku berûberê sînorên bi Holanda cî digire.

Nifûsa Flanderê di ser 6 milyonî re ye û paytexta wê Bruksel e.

Flander di sala 1980’an de bû xwedî otonomiyê û di 1993’an de statuya herêma federal wergirt.

Herêmên Flander û Walonyayê yên Belçîkayê./Researchgate

Herêma ku bi flamanî diaxive, ji ber hilberîna xwe wekî motora aboriya Belçîkayê tê naskirin.

Her du partiyên mezin ên Flanderê  – NVA û Vlaams Belang –dixwaze Flander ji Belçîkayê veqete.

Dewlemendiya aboriyê, zimanê holandî û dîroka cihê ya Flanderê sebebên esasî yên ji bo serxwebûnê ne.

Infowelat

————————-

Foto: Alên Flander û Walonyayê/Stampmedia.be

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …