Brîtanî ji bo Ocalan name ji CPTê re şandin

Peace in Kurdistan têkildarî rewşa ‘Abdullah Ocalan’ name ji CPTê re (Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê) şand.

Di nava kesên vê nameyê îmze kirine de parlamenter, sendîkavan û akademîsyen jî hene û hejmara wan digihîje 70î.

Peace in Kurdistan têkildarî rewşa ‘Abdullah Ocalan’ name ji CPTê re (Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê) şandin.

Li Brîtanyayê gelek kesên naskirî vê nameya balê dikişîne rewşa lîderê PKKê Ocalan, îmze kirin.

Di nava kesên vê nameyê îmze kirine de  parlamenter, sendîkavan û akademîsyen jî hene û hejmara wan digihîje 70î.

Îmzevanên brîtanî di nameyê de bang li serokê CPTê Alan Mitchell kirin, rêxistina wî demilest şandeyekê bişîne Îmralîyê.

Pêşengîya amadekirina nameyê û bi pêşengîya Peace in Kurdistan (Înîsiyatîfa ji Kurdistanê re Aştî) hat kirin.

Name bi sernava ‘bangeke lezgîn û divê demildest berçav were girtin’ dest pê dike û bi bîra CPTê dixe, 36 meh in ji Abdullah Ocalan xeber nayê girtin.

Di nameyê de bi van gotinan ji bo berpirsîya xwe pêk bîne û têkeve nava hereketê wiha bang li CPTê tê kirin:

“Birêz Ocalan welatiyê dewleteke endamê Konseya Ewrûpayê ye ku 25 sal in li vê dewletê ji mafên mirovan û 3 sal in jî ji mafê hevdîtina bi parêzeran û axaftina bi malbatê re, bêpar tê hiştin. Bi hemû samimiyeta xwe yekane tişta ku em ji we dixwazin, demildest ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan re û kontrolkirina tenduristiya wî şandeyekê bişînin Girava Îmraliyê û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Eger hûn Tirkiyeyê, Konseya Ewrûpayê û CPTê teşwîq bikin ku li gorî berpirsyariyên xwe tevbigerin û destûr bidin malbat û parêzerên wî serdana wî bikin, em ê pir kêfxweş bin. Ev yek bi milyonan kurdan eleqeder dike. Ev yek wê Tirkiyeyê teşwîq bike ku ji bo meseleya kurd jî bi rengekî aştiyane çareser pêk bîne. Ji bo demê we veqetandî, em spasiyên xwe pêşkêş dikin û hêvî dikin ku hûn vê weke daxwazeke me ya ji dil qebûl bikin.”

————————————-

Foto: Çend kesên naskirî yên nameyê îmze kirine/ANF

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan hat pîrozkirin

Li gelek bajaran bi boneya Cejna Zimanê Kurdî aktîvîteyên weke konser, atolye, dengbêjî û xwendina …