Paşveçûn û hilweşîna zimanê îrlandî

Dîtinên Serdozgerê Îrlandayê John Davis polîtîkaya asîmîlasyonîst a dewleta brîtanî baş li ber çavan radixe. Davis di nivîsek xwe ya di 1612’an de vê dibêje:

‘Em dikarin bifikirin û hêvî bikin ku nifşên bê hem ji aliyê ziman û hişmendî û hem jî ji aliyên din bibin îngilîz da ku ji bilî Deryaya Îrlandî di navbera me de cudahiyek nemîne.’

Hilweşîna zimane îrlandî karesatek herî mezin û rûpelek reş ê dîroka gelê Îrlandayê ye. Paşveçûna ziman ku li rojhilatê welat dest pê kir, di nîvê sedsala 19’emîn de bi hilweşîna ziman a li rojavayê welat bi dawî bû. Ev, çîrokek herî balkêş û biêş ê tunebûna zimanekî ye ku li cîhanê mînakek bi vî rengî kêm tê dîtin. Zimanê îrlandî, digel hemû mercên neyenî, li hember îngilîzî 700 sal di ber xwe da û paşê hema hema bi tevahî ji holê rabû.

Kolonîzasyona Îrlandayê: Avabûna bingeha îngilîzî

Brîtanya di 1169’an de dest bi dagirkirina erdên Îrlandayê kir û gelek kesên Anglo-Norman û axêverên îngilîzî li giravê bi cî kir. Piraniya koçberên nû li bajaran hatin bicîkirin û ev navend bûn bingeha  îngilîzî yên li giravê. Bi taybetî, li bajarên li rojhilata welêt û li bajarên mezin duzimaniya civakî pêş ket û îngilîzî bû zimanê rêvebirî û pergala edaletê û pişt re ev navend bi tenê îngilîzî axivîn. Lê guherîna zimanên bajaran, bi giştî li ser rewşa zimanê îrlandî ya li welêt tesîrek berbiçav pêk neanî. Ji ber ku piraniya civakê li gundan û çolterê dijiyan, civak bi sedan salan axaftina îrlandî domand û ev rewş heta sala 16’an bêyî rastî astengiyek mezin were dom kir. Ev balansa di navbera her du zimanan de (bajar: bi Îngilîzî, çolter: bi îrlandî) heta vê sedsalê dom kir.

Di 1450’î de erdên di destên mîrên îrlandî (kesk) de û erdên lordên anglo-norman û dewleta brîtanî (pembe û sor)

Di sedsala 16’emîn de êrîşên brîtanî yên li ser mîrên bi galîkî diaxivîn (îrlandî) zêde bûn û di nava vê sedsalê de rêvebiriyên Desmond, Kildare, Tyrconnel, Tyrone û Fermanaghê hatin dagirkirin. Bi hilweşîna rêvebiriyên îrlandîaxêf, astengiya li hember pêşketina zimanê îngilîzî ya di nava Îrlandayê de ji holê rabû. Bi taybetî, di dema Xanedana Tudor a li Brîtanyayê (1454-1603), rêvebiriya îngilîz a li Îrlandayê hat xurtkirin û bi eşkereyî ji bo hilweşîna nasnameya çandî ya giravê êrîş hatin kirin. Di dema Cromwell de avakirina wargehên nû yên îngilîzîaxêf, seferên ji bo xurtkirina kontrolê li hemû giravê, qedexekirina saziyên arîstokrasiya welêt û tunekirina arîstokrasiyê li ser ziman bandoreke xerab kir. Ji ber jiholêrakirina xwedîtiya erdan a di nava îrlandiyan de, zimanê îrlandî bûbû zimanê kesên xizan û bê milk.

Serkeftinên leşkerî yên Henri VII’emîn ê Tudor bi polîtîkaya dagirkirina axê re paralel dimeşiya. Erdên çandiniyê yên ji feodalîteya giravê hatibûn girtin, di nava kolonîstên brîtanî de dihatin parvekirin. Bi vî awayî, zimanê îrlandî di wargehên xwe yên kevneşopî de gav bi gav paş ve çû û serdestiya xwe ya giştî ya li ser erdên xwe winda kir. Paşveçûna cografî ya ziman bi paşveçûna statuya civakî ya ziman re bi hev re dom kir û di encam de di nava vê sedsalê de elîtên Îrlandayê gav bi gav dest bi axaftina zimanê îngilîzî kirin.


Di sedsala 16’emîn de nexşeya etnîk a Îrlandayê. Kesk (gelê Îrlandayê yê îrlandîaxêf) û zer (dagirkerên norman û brîtanî)

Polîtîkaya asîmîlasyonîst a di qada perwerdeyê de, piştî seferên leşkerî û bicîkirina kolonîstên brîtanî ket meriyetê. Dewleta brîtanî di 1591’an de li paytext Dublinê Koleja Trinityê ku bi zimanê îngilîzî perwerdeyê dikir, vekir. Li vê zanîngeha protestan, bi tenê zarokên ji malbatên protestan perwerde dibûn. Di vê demê de bi hezaran kolonîstên îngilîz û îskoç li giravê, bi taybetî jî li bakurê Îrlandayê (Ulster) hatin bicîkirin. Ji wê rojê û şûn ve herêma li bakur bû navenda protestanî û zimanê îngilîzî ya li giravê. Li aliyekî din, bi qanûnên cezayê yên di dawiya sedsala 17’emîn de hatin qebûlkirin, li hemberê katolîkan demeke nû ya zilmê dest pê kir. Ji herêmên Clare û Connachtê bi hezaran şêniyên katolîk ên îrlandîaxêf hatin derxistin. Mafên kesên katolîk ên ji bo endamtiya artêşê, rêvebiriyê, bi serbestî meşandina hin pîşeyan û perwerdekirina zarokên xwe bi îrlandî ji destên wan hatin girtin.

Dîtinên Serdozgerê Îrlandayê John Davis polîtîkaya asîmîlasyonîst a dewleta brîtanî ya wê demê baş li ber çavan radixe. Davis di nivîsek xwe ya di 1612’an de vê dibêje:

“Em dikarin bifikirin û hêvî bikin ku nifşên bê hem ji aliyê ziman û hişmendî û hem jî ji aliyên din bibin îngilîz da ku ji bilî Deryaya Îrlandî di navbera me de cudahiyek nemîne.”

Piştî jiholêrabûna arîstokrasiyê, îngilîzî di qada bazirganiyê de û di nava komên xwedî pîşe yên li bajaran dijiyan, belav bû. Di nava sê sed salên ewilî yên dagirkirinê de duzimanî û yekzimaniya îngilîzî di nava piraniya nifûsa giravê de belav bûbû. Tê texmînkirin ku di dawiya sedsala 18’emîn de du milyon kesên bi îrlandî diaxivîn hebûn. Li hember vê jî, 1,5 milyon kes bi îngilîzî diaxivîn û 1,5 milyon kes duziman bûn.


Koça îrlandiyan a ber bi Amerîkayê ve ya piştî Xelaya Mezin (Henry Doyle, 1868)

Sedsala 19’emîn bû kujerê ziman

Di 700 salên polîkaya kolonyalîst û asîmîlasyonîst a Îmraparatoriya Brîtanyayê de, zimanê îrlandî bûbû wekî mirovek ji hal de ketî ku êdî mecala wî nemabû bimeşiyane. Di destpêka vê sedsalê de ziman êdî piranî li herêmên xizan ên li rojavayê welêt dihat axaftin û dema mirina ziman piştî nîvê vê sedsalê bi lez pêk dihat. Pêşxistina perwerdeyê ji aliyê dewleta brîtanî û pêkhatina xelaya hilweşîner du sebebên sereke bûn ji bo vê rewşa xedar. Damezrandina pergala perwerdeya bi zimanê îngilîzî û belavbûna wê ya li her aliyê giravê kir ku îrlandî li wargehên xwe yên kevn jî paş ve biçe û ciyê xwe ji îngilîzî re bihêle. Prestîja civakî ya îrlandî li hember dorpêçkirina îngilîzî êdî pir bilez ji holê radibû. Paşê, bi xelayê ku ji bo gelê giravê yên îrlandîaxêf encamên xedar bi xwe re anî, ziman bi gavên mezin ber bi mirinê ve çû.

Di vê sedsalê de Dêra Katolîk jî ku heta wê demê yek ji hîmê jîndariya zimanê îrlandî bû, gav bi gav vê rola xwe winda kir. Hikumeta brîtanî ji bo perwerdeya xebatên vê dêrê di 1795’an de dibistanek ku lê bi îngilîzî perwerde dihat kirin vekir û ev jî bû sebebek pêşketina îngilîzî ya di nava ruhbanê katolîk de. Ji ber prestîja vê derê ya di nava civakê de, rûmeta îrlandî di nava bawermendên wê de kêm bû. Di encama paşveçûna îrlandî ya di derê de, berhemên bi zimanê îrlandî yên dêrê ku bi sedan sal in dihatin nivîsandin, kêm bûn û paşê di weşan û berheman de îngilîzî hat bikaranîn.

Di du sed salên dawî de paşveçûna zimanê Îrlandî

Di dawiya sedsala 19’emîn de li Îrlandaya ku nêzîkî nîvê nifûsa xwe winda kiribû, êdî wê ziman nikaribûna xwe ji karesata ku rû bi rû mabû rizgar bikira. Îmaja zimanê Îrlandî ya di heşê gelekan de bi xela, koçberî û xizaniyê re dihat eleqeder kirin û lewma malbatên îrlandîaxêf ji bo bidestxistina derfetên jiyanê, zarokên xwe teşwîqê axaftina bi îngilîzî dikirin. Îrlandî di sedan salên kolonyalîzma xedar de ji rojhilatê welêt, paytext Dublin jî tê de gav bi gav ber bi rojava ve vekişiya bû û îcar li keleya xwe ya li rojava ya berûberê peravên Okyanûsa Atlantîkê ji holê radibû.

Perwerde

Piştî qedexekirina perwerdeya zimanê îrlandî ya bi qanûnên dagirkeran, li Îrlandayê dibistanên derveyê hiqûqa dewletê yên bi navê scoil chois claí, scoil ghairid û scoil scairte dihatin naskirin, derketibûn holê. Ev dibistan zarokên malbatên katolîk bi îngilîzî û îrlandî perwerde dikirin. Kesên ji van dibistanan mezûn dibûn li kolejên îrlandî yên li welatên din ên ewrûpî perwerdeya xwe ya bilind didomandin. Tê texmînkirin ku di salên 1820’î de li derdora 400 hezar zarok li van dibistanan perwerde dibûn. Lê divê bê gotin ku di nava vê pergala perwerdeyê jî îngilîzî zimanê serdest.

Di salên 1830’an de li Îrlandayê Dibistanên Neteweyî (perwerdeya seretayî) yên dewletê ku bi îngilîzî perwerdeyê dikirin, hatin damezrandin. Bi bilindbûna prestîja îngilîzî û dîtina derfetên kar a bi riya zanîna îngilîzî kir ku gelek malbatên katolîk zarokên xwe bişînin dibistanên dewletê. Di navbera 40 salan de hejmara dibistanan gihişt 7 hezarî û hejmara kesên perwerde dibûn bû milyonekî. Ev, alaveke pir mezin a belavbûna îngilîzî bû û berxwedana zimanê îrlandî ya li hember wê ne pêkan bû. Hêjayî gotinê ye ku li Dibistanên Neteweyî perwerdeya Îrlandî heta sala 1871’an qedexe bû.  Li gorî nivîskar û akademîsyenê îrlandî Dr.Gearoid Denvir ‘sîstema dibistanên neteweyî ya ji aliyê dewletê ve hatibû damezrandin, saziyek xurt û aktîf bû di pêvajoya kolonîzasyonê de û yek ji hêmanên sereke ya serfiraziya asîmîlasyona çandî û nasnameya polîtîk bû.’

Dibistaneke neteweyî ya li Carlow-Killeshinê

Xelaya Mezin

Xelaya Mezin a hilweşîner (bi îrlandî: An Gorta Mór) ku jê re Xelaya Patatan a Îrlandayê jî tê gotin, sebeba herî girîng a paşveçûna zimanê îrlandî tê qebûlkirin. Di dema xelayê de nifûsa Îrlandayê 8 milyon bû û nîvê vê nifûsê bi îrlandî diaxivî. Piştî xelayê, bi awayekî dramatîk nifûs kêm bû û di 1891’an de hejmara kesên bi îrlandî diaxivîn daket 680,000’î. Di pêvajoya dirêj a mêtingeriya brîtanî de tu car îrlandî ewqas bi lez paşve neçûbû û ji vê dêmê û şûn ve ziman carek din nebû zimanê civakê.   

Xelaya ji ber xerabûna patatan a li zeviyan derket holê (1845-1849), zêdetir li ser herêmên îrlandîaxêf ên li rojava û başûrê Îrlandayê bandorek pir mezin kir. Hikumeta brîtanî ku polîtîkayên lîberalîst di qada aboriyê de dida meşandin, midaxeleyê xelayê nekir û ji ber birçîbûnê milyonek kes mirin. Nêzîkî du milyon kes neçar man koçî derveyê welat bikin û di encama vê karesata civakê serûbin kir de di warê demografî û zimanî de li Îrlandayê guherînên mayinde pêk hatin. Civaka îrlandîaxêf a bi giranî li çolterê dijiya, heta wê demê kêm an zêde xwedî aboriya xwe ya xweser bû. Ji wê rojê û şûn ve civak ji bo derfetên aboriyê xwe nêzîkî rêvebiriyê kir û ev jî bêguman bi zimanê îngilîzî pêk hat.

Di dema piştî xelayê de bi sedhezaran malbat bi keştiyên ku wekî ‘keştiyên tabût’ dihatin binavkirin û  ji aliyê hikumeta brîtanî û lordên erdan ve hatin peydekirin koçî Bakurê Amerîkayê kirin. Di sala 1890’î de ji % 39’ê kesên li Îrlandayê hatibûn dinyê li derveyê welêt dijiyan. Yek ji sebeba ku kesên koçî welatên îngilîzîaxêf ên Bakurê Amerîkayê dikirin rêjeya bilind a zanîna îngilîzî ya li îrlandayê bû. Rêjeya xwendin û nivîsandinê ya li Îrlandayê di dawiya vê sedsalê de ji % 80 derbastir kiribû û ev jî îngilîzî di civakê de kiribû zimanê serdest.

Xwepêşandanek karkerên îrlandî. Hemû pankart bi îngilîzî hatine nivîsandin

Ziman û nasnameya îrlandî

Yek ji encamek girîng a dema asîmîlasyona dijwar li ser nasnameya îrlandî pêk hat. Piştî dagirkirina Brîtanyayê û li giravê bicîbûna mêtingerên protestan, parastina katolîkiyê li hemberê koçberên protestan li hemû aliyê welêt bû mijareke sereke. Ziman wekî parçeyeke nasnameya Îrlandayê paş ve kişiya û katolîkî bû parçeyek jênager a nasnameya îrlandî.

Yek ji sebebê jiholêrabûna ziman a di nasnameya neteweyî de Dêra Katolîk a Îrlandayê bû. Heta sedsala 19’emîn dêr xebatên xwe bi îrlandî meşandibû û pîskopos û papazên bi awayekî herikbar vî zimanî diaxivîn şandibû hemû herêmên Îrlandayê. Di encama belavbûna îngilîzî ya di nava civakê de endamên îngilîzîaxêf ên dêrê her ku çû zêde bûn û îrlandî bû zimanê duyemîn ê koma ruhban a welêt. Bi vî awayî, rola kevneşopî ya Dêra Katolîk a wekî parazvanê zimanê îrlandî ji holê rabû û dêrê êdî ziman wekî hêmanek jênager a nasnameya neteweyî nehesiband.

Bandora siyaseta îrlandî ya li ser ziman ji dêrê xerabtir bû. Siyaset, zimanê îrlandî parçeyek mayinde ya nasnameya neteweyî nedidît û di dewsa ziman de paşeroja dîrokî ya gelê îrlandî gav bi gav bû bingeha neteweyî ya îrlandî. Di dema asîmîlasyona giran de pêşengên siyaseta îrlandî ku bi îngilîzî perwerde bûbûn, zimanê îrlandî paşdemayî û bêkêr didîtin. Ev derdor, di xebatên xwe yên di parlamento û ya di nava gel de îngilîzî bi kar danîn. Li gorî wan, tiştekî normal bû ku îngilîzî bibûna zimanê doza rizgariya neteweyî. Daniel O’Connell ku yek ji serokê siyaseta rizgariya Îrlandayê bû, bi eşkereyî rexneyên xwe li ziman dikir. Li gorî O’Connell, îrlandî ‘paşdemayî’ bû û îngilîzî zimanê peşeroja Îrlandayê bû. William Butler Yeatsê neteweperestê îrlandî ku yek ji helbestvanê herî navdar ê zimanê îngilîzî tê dîtin, diyar dikir ku divê îngilîzî bibe zimanê ‘Îrlandaya modern.’ Ew alîgirê tekoşîna rizgariya Îrlandayê û azadiya gel bû lê di neteweperestiya wî de cî ji ziman re tunebû.

Sebebek din a jiheveqetîna nasnameya neteweyî û ziman ji ber pêdiviyên civaka piştî-xelayê pêk hat. Civaka xizan a di bin bandora tirsnak a xelayê de mabû dixwest li ser piya biminê û ev jî incax bi zimanê îngilîzî pêk bihata. Di encama reva mezin a civakê ya ji zimanê îrlandî de hevahenga di navbera ziman û nasnameya îrlandî de bi rengekî mayinde ji holê rabû.

Çavkanî:

The Irish Story: The Irish Language

More Facts About Irish (2008), Dr Helen Ó Murchú

L’aménagement linguistique dans le monde

Wikipedia



Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …