Eslîxan Yildirim û Samî Tan bûne Hevserokên PENa Kurd

Eslîxan Yildirim û Samî Tan di 10em Kongreya PENa Kurd de weke hevserok hatine hilbijartin.

PENa Kurd kongreya xwe ya 10em roja 22yê Hezîrana 2019an li bajarê Oldenburgê yê Almanyayê pêk aniye. Kongre bi beşdarîya nêzî 100 endam û mêvanan bi rê ve çûye. Di kongreyê de xebatên PENê û xebat û têkoşîna rewşenbîrîya kurdî hatiye nîqaşkirin û nirxandin. Her wiha di çarçoveya kongreyê de bi dirûşma “Liberxwedan di neynika wêjeyê da” konferansek jî pêk hatiye.

Di kongreyê de nûnerê PENa Almanyayê amade bûye û di serî da navenda PENa Navneteweyî, navendên PENê yên gelek welatan jî bi peyaman piştgirîya xwe ji bo PENa Kurd diyar kirine.

Di kongreyê da desteya rêveber (9 esil, 6 cihgir) bi dengê 63 endaman hatiye hilbijartin.  Her wiha di kongreyê de Şêrzad Hesen û Bêrîvan Dostkî jî wekî serokên rûmetê hatin pejirandin.

Roja 23yê Hezîranê desteya rêveber di bin serperiştîya dîwana kongreyê da pêk hatiye. Serokên dîwanê Zerdeşt Haco û Bêrîvan Dostkî civîn bi rê ve birine. Di civînê da karbeşî hatiye kirin û Eslîxan Yildirim û Samî Tan wekî hevserokên PENa Kurd hatine hilbijartin. Her wiha peywirên mayî jî bi vî rengî hatine dabeşkirin:

Sekreterê Giştî:

Omer Fîdan

Endamên Bûroya Sekreterîya Giştî:

Jîyar Cîhanferd- Ronî Stêrk

Berpirsên Darayî:

1-  Kakşar Oremar

2-  Salihê Kevirbirî

Komîteya Nivîskarên di Zindanê da: Dêrsim Oremar

Komîteya Nivîskarên Jin: Dilşa Yûsûf

Komîteya Nivîskarên ji bo Aştîyê: Çîmen Mûrad

Komîteya Nivîskarên Mafên Ziman û Wergerê: Resûl Geyîk

Komîteya Nivîskarên li derveyî Welat: Jîyar Cîhanferd

Komîteya Peywendîyên Kurdistanî: Kakşar Oremar

Komîteya Malpera Pena Kurd: Dilşad Xoşnaw

Komîteya Medya û Ragihandinê: Behar Muftî

Bianet

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal perwerdeya bi zimanê dayîkê nîqaş dike

Hikumeta Welatê Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. …