Îrlanda, Norwêc û Îspanya wê dewleta Filistînê bi fermî nas bike. Filistîn ji alîyê 146 dewletan ve tê naskirin û di Neteweyên Yekbûyî de xwedî statuya “dewleta çavdêr” e Ewrûpa ji bo venasîna dewleta Filistînê pengaveke dîplomatîk dide destpêkirin. Sê welatên Yekîtîya Ewrûpayê, Îrlanda, Norwêc û Îspanya wê dewleta Filistînê …
Bêtir »Li dadgeha brîtanî bi îrlandî axivîn
Piştî 300 salan cara ewil li dadgeheke bakurê Îrlandayê bi zimanê îrlandî (galîkî) hat axaftin. Axaftina bi îrlandî bi însîyatîfa tevgera ziman Conradh na Gaeilge (Yekitiya Galîkî) pêk hat. Piştî 300 salan cara ewil li dadgeheke bakurê Îrlandayê bi zimanê îrlandî (galîkî) hat axaftin. Ciyê vê gava dîrokî Dadgeha Edaletê …
Bêtir »Li Îrlandayê protestoya li dijî penaberan
Duh êvarê paytexta Îrlandayê Dublin bi protestoyên şîdetê li nava hev ket. Di bûyerên şîdetê de yên polêsan jî tê de, çend otomobîlên li ciyê bûyerê hatin şewitandin. Duh êvarê paytexta Îrlandayê Dublin bi protestoyên şîdetê li nava hev ket. Çalakger bi sloganên li dijî penaberiyê daketin kolanan û bi …
Bêtir »Belfast salvegereke din a Orange li dûv xwe hişt
Bernameyên 12’ê Tîrmehê ya li Îrlandaya Bakur, her sal bi mebesta pîrozkirina serkeftina qral Williamê Orange tê lidarxistin. Williamê Protestan, di 1690’î de qralê Katolîk Jamesê II. têk biribû û bûbû sebeb, Brîtanya li Îrlandayê kontrola xwe xurtir bike. Ciyê meşa Protestanên li Bakurê Îrlandayê, wekî hersal dîsa paytext Belfast …
Bêtir »Brîtanya protokola Îrlandaya Bakur diguherîne
Brîtanya di protokola Bakurê Îrlandayê de dest bi guherînên yekalî kir Yekitiya Ewrûpayê reaksiyon nîşanî vê biryarê da xwe ji bo şerekî hiqûqî amade dike Brîtanya di meseleya Îrlandaya Bakur de bi gaveke yekalî dawiya dawî bi ya xwe kir. Hukumeta Londonê, biryara xwe ya guherîna protokola derbarê herêmê de …
Bêtir »Serkeftina dîrokî ya Sinn Feinê
A.Rahman Çelîk Di hilbijartinên Îrlandaya Bakur de Sinn Fein bû partiya yekem Di dîroka vî welatî de cara pêşîn partiyeke alîgirê Îrlandayek yekgirtî vê encamê bi dest dixe Encamên referandûmê hêviyên ji bo veqetînê ji bo yekitiya Îrlandayê hêviyan ji nû ve gur kir Partiya Sinn Fein a ku ji …
Bêtir »Yekşema ji Xwînê ya Bakurê Îrlandayê
Di ser Bloody Sunday ango Yekşema ji Xwînê re 50 sal derbas bûn….Leşkerên brîtanî wê rojê di çalakiyek sivîl de 14 Îrlandî kuştin. Doza edaletê ya xizmên girtiyan heta niha ji aliyê hukumetên britanî hat redkirin û kesên kujer nehatin cezakirin. Piştî Yekşema ji Xwînê tevgera rizgariya katolîkan radîkal bû …
Bêtir »Ziman tune be şer ji bo çi ye?
Necat Ayaz Dema jin û mêrên îrlandayî ligel îngilîzî bikaribin bi zimanê îrlandî biaxivin, wê demê neteweyeke heqîqî ya îrlandî pêk tê. Êdî ne mimkûne hêza aboriyê, topên giran an leşkerên Qraliyeta Brîtanî bikaribin vê neteweyê tune bikin. Li gelek aliyên cîhanê, di dozên rizgariya neteweyî de ziman wekî qadeke …
Bêtir »Arracht kula xelaya Îrlandayê tîne ser ekranê
Xelaya Patatan ku beriya 170 salan li Irlandayê pêk hat, bû mijara fîlmeke sînemayê.Di vê xelaya xedar de milyonek Îrlandî miribûn û 2 milyon kesî jî terka welatê xwe kiribû.Fîlm li Îrlandayê hatiye kişandin û vê tofana xelayê bi rêya jiyana masîgirekî tîne ser ekranê. Arracht ango Cinawir, fîlmeke di …
Bêtir »Li pêşiya me tofan heye!
Necat Ayaz Çawa têkoşîneke li dijî dagirkerekî dikare bi zimanê vî dagirkerî bê meşandin? Û ji vê jî wêdetir, ev têkoşîn çawa dikare bigihîje encamê? Di 1598’an de Con O’Neillê welatparêz ku hemû jiyana wî bi têkoşîna li dijî kolonyalîzma îngilîz derbas bûbû, di ber sikratê de ev şîretan li …
Bêtir »Şoreşa ziman dikare li kolanan pêk were
Bi ya min, li bakur proseyeke Îrlandayîbûyînê pêk tê. Pevçûna giran a bi dewletê re, dînamîzmeke berfireh a siyasî û ne xwedî forma serxwebûnê be jî, hebûna dîskûrsa antî-kolonyal lêbelê ji ber ku ziman qadeke bingehîn a berxwedanê nehatiye dîtin gav bi gav hilweşîna ziman elametên Îrlandayîbûyînê ye. Bi ya …
Bêtir »Paşveçûn û hilweşîna zimanê îrlandî
Dîtinên Serdozgerê Îrlandayê John Davis polîtîkaya asîmîlasyonîst a dewleta brîtanî baş li ber çavan radixe. Davis di nivîsek xwe ya di 1612’an de vê dibêje:‘Em dikarin bifikirin û hêvî bikin ku nifşên bê hem ji aliyê ziman û hişmendî û hem jî ji aliyên din bibin îngilîz da ku ji …
Bêtir »JI EDÎTOR
Di çend rojên dawî de Înfowelat bi weşandina nûçe û gotarên nû yên balkêş xeta xwe ya weşanê hinekî din jî kûr kir. Pêvajoya şerê rizgariyê ya Tîmora Rojhilat, qanûna nû ya ziman a rêvebiriya Ûkraynayê, sed saliya damezrandina akademiya baskî û têkoşîna Îrlandiyên bakur a ji bo azadî û …
Bêtir »Bakurê Îrlandayê
Nifûs: 1,810,863, (2011) Berfirehbûn: 14,130 km2 Paytext: Belfast Ol: Protestan % 48, katolîk % 45 (2011) Ziman: Îngilîzî (% 96.5, îrlandî % 3.7) Destpêka xweseriyê: 1998 Bi Qanûna bakurê Îrlandayê (1998) li bakurê Îrlandayê herêmek xweser hat damezrandin û gelek hêzên ji bo xwerêvebirinê transferê rêvebiriya herêmî hatin kirin. Li …
Bêtir »Beza 11 rojan a ji bo parastina zimanê îrlandî
Li Îrlandayê bi hezaran kes beşdarê beza ji bo ziman a bi navê Rith bûn. Beza Rith ku bi armanca bilindkirina hişmendiya ziman tê lidarxistin, cara ewilî 4 sal berê hat lidarxistin. Berpirsên lidarxistina pêşbirkê didin zanîn ku heta niha 50,000 kes beşdarê çalakiyên curbecur bûne ku hejmar ji …
Bêtir »Rociya mirinê 33 sal berê bû
Li Tirkiyeyê cara yekemîn rociya mirinê ya mezin ji aliyê girtiyên PKK’ê ve li Amedê hat destpêkirin. Di ser berxwedana rociya mirinê ya Girtîgeha Amedê re 33 sal derbas bûn. Di rociya mirinê ya Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ya di 1982’an de çar endamên Komîteya Navendî ya …
Bêtir »Parlamentoya Îrlandayê hikumeta katalan guhdarî kir
Endamên Parlamentoya Îrlandayê qebûl kirin mu hilbijartinên 27 Îlonê yên li Katalonyayê ji bo dikare ji bo serxwebûnê bibe gaveke demokratîk. Li ser vexwendina serokê Komîsyona Karên Ewropayê ya Parlamentoya Îrlandayê Dominic Hannigan, delegasyonek hikumeta Katalonyayê çû serdana Parlamentoya Îrlandayê. Li Parlamentoya Îrlandayê ‘Oirechtas” di navbera delegasyoneke …
Bêtir »Li PE’yê greva ji bo zimanê îrlandî
Wekîlek Îrlandayê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) bi armanca balkişandina cûdaxwaziya li dijî zimanê îrlandî ya di saziyên Yekitiya Ewropayê (YE) de û betalkirina xizmetên bi zimanê îrlandî ya ji aliyê hikumeta Dublînê ve, dest bi “greva ziman” kir. Wekîla bi navê Liadh Ni Riada ji destpêka meha Adarê ve …
Bêtir »Bi hezaran kes ji bo parastina îrlandî li Dublinê meşiyan
Bi hezaran parazvanên zimanê îrlandî bi armanca hişyarkirina hikumetên Îrlanda û Bakurê Îrlandayê ya di derheqê xwedîderneketina zimanê îrlandî de, meşiyan. Di meşa ku di 15’yê Sibatê de li paytexta Îrlandayê Dublinê hat lidarxistin de ji her du hikumetan hat xwestin ku xizmetên dewletê bi îrlandî bên dayîn. …
Bêtir »Rojnameya îrlandî ya înternetê tê damezrandin
Saziya zimanê îrlandî Foras na Gaeilge da xuyakirin ku ew ji bo weşandina rojnameyeke înternetê ya bi zimanê îrlandî amadekariyan dike. Piştî girtina du rojnameyên bi îrlandî ya di nêzîk de, vê biryarê ji bo rojnamegeriya bi zimanê îrlandî ji nû ve hêviyê zêde kir. Di meha Sibatê …
Bêtir »Berpirsê Komîseriya Zimanê Îrlandî îstifa kir
Komîserê Zimanê Îrlandî yê girêdayî hikumeta Îrlandayê Sean O Cuirreain, ji ber sebeba paşketina zimanê îrlandî ya di saziyên dewletê de ji karê xwe îstifa kir. O Cuirreain di daxuyaniya xwe ya îstifayê de got ku wî di 30 salên dawî de ewqas kêmbûna “moral û baweriyê” nedîtiye. …
Bêtir »