JI EDÎTOR

Di çend rojên dawî de Înfowelat bi weşandina nûçe û gotarên nû yên balkêş xeta xwe ya weşanê hinekî din jî kûr kir. Pêvajoya şerê rizgariyê ya Tîmora Rojhilat,  qanûna nû ya ziman a rêvebiriya Ûkraynayê, sed saliya damezrandina akademiya baskî û têkoşîna Îrlandiyên bakur a ji bo azadî û serxwebûnê çend nûçe û gotarên me yên girîng bûn. Geşbûna zimanê katalanî ya li herêma Valensiya ya li Îspanyayê û çalakiya tevgera zimanê îrlandî ya li Belfastê du nûçeyên din ên ziman bûn ku di malperê de ji xwe re cî dîtin.

Înfowelat vê hefteyê kategoriyek nû ya bi navê dekolonîzasyonê vekir û dest bi weşandina nûçe û gotarên têkoşîna li hember rizgariya ji kolonyalîzmê kir. Dosyeya ewilî ya vê mijarê li ser têkoşîna dûvedirêj a Tîmora Rojhilat bû ku bi serfirazî bi encam bû. Dekolonîzasyona Tîmora Rojhilat mînakek balkêş e ku welatek û neteweyek biçûk çawa dikare hêzeke mezin a mêtinger têk bibe. Wiha xuya dike ku du sebebên bingehîn a serfiraziya têkoşîna neteweyî ya Tîmorê hene: Berxwedana çekdarî û siyasî ya li giravê û dîplomasiya li seranserê cîhanê ku xwe spartibû pêvajoya dekolonîzasyona koloniyên kevn ên emperyalîzmê. Bi serfirazî bikaranîna hemû qadên berxwedanê kir ku welatek biçûk dewletek wekî Endonezyayê mezin û xwedî artêşek bi hêz têk bibe.

Qanûna ziman a ku di rojên dawî yên serokwezîr de hat derxistin li Ûkraynayê statuya herêmî ya zimanên kêmar betal kir û bikaranîna wan a di qada fermî de bi sînor kir. Ev gaveke din a neteweperestiya hişk a li vî welatî ye ku bi riya bisînorkirin, heta ji holêrakirina mafên ziman dixwaze şerê antî-rûs li Ûkraynayê bidomîne. Di çarçoveya qanûna demokratîk a ziman de (2012) eger ji % 10’ê nifûsa bajar an herêmek bi zimanekî kêmar biaxiviyana, ew ziman ligel zimanê ûkraynî dibû fermî. Bi qanûna nû, statuya fermî ya zimanên din tê betalkirin û li ser hemû welatiyan tê ferzkirin ku li hemû saziyên dewletê ku di nava wan de rêvebiriyên lokal (şaredarî) jî hene, bi tenê zimanê ûkraynî bê axaftin. Xên ji vê, perwerdeya zimanên kêmar ji pola 5’emîn û şûn ve li dibistanan tê betalkirin ku ev jî tedbîrek rasterast li hember perwerdeya bi rûsî ye. Polîtîkayên çewsandinê li welatekî ku xwedî hejmareka mezin a kêmaran e, pirî caran parçebûn an bêaramiyê bi xwe re tîne. Yek ji sebeba serhildana çekdarî ya welatiyên rûs ên li rojhilata welat û dagirkirina Kirimê ji aliyê Rûsyayê, ji ber van polîtîkayên rêvebiriya Ûkraynayê bûn. Eşkereye ku rêvebirî hîn li ser xeta xwe ya kevn e û pevçûn û bêaramiya li ser mijara ziman wê li welat bidome.  

Yek ji nûçeyek girîng ê malperê bêguman nûçeya li ser Akademiya Zimanê Baskî bû. Parazvanên baskî yên bîrbir ji vir sed sal berê akademiyek ziman damezrandin û vê akademiyê diyariyek pir giranbuha da destên têkoşerên zimanê baskî. Ev diyarî zimanê standart bû û ligel desteka tevgera civakî ya baskî rêvebiriya bask bi serfirazî zimanê standard li hemû aliyê Herêma Otonom a Bask belav kir. Di encama xebatên ji destpêka sedsala 19’emîn û heta îro yên ji bo ziman hat kirin de, îro bi dilfirehî mirov dikare bêje zimanê baskî zimanekî jîndar ê ewrûpî ye. Têkiliya siyaseta bask û akademiyê, têkiliya akademiyê û dewleta îspanyol û xebata vê akademiyê ya li gelek qadên ziman de divê ji aliyê kurdan ve ji nêzîk ve bê şopandin.

Dosyeya Îrlandaya Bakur a çend roj berê hat weşandin herçiqas dûmahika xebata li ser herêmên xweser be jî, bi naveroka xwe ya berfireh ji vê çarçoveyê befirehtir e. Pevçûna di navbera katolîkên serxwebûnxwaz û protestanên alîgirê dagirkeriya Brîtanyayê vê mijarê veguherandiye mijara çareseriya ji şerê navxweyî re. Digel ku parçeya mezin a Îrlandayê di 1922’an de serxwebûna xwe bi dest xisti be jî, ji wê rojê şûn de bêaramî û pêvçûna li bakur carinan kêm carnan zêde heta salên 2000’an dom kiriye. Bi Peymana Belfastê dawî lê vê pevçûnê hatiye anîn û Herêma Xweser a Îrlandaya Bakur a xwedî hêzên berfireh hatiye damezrandin. Nivîs li ser bingehên dîrokî yê vê pevçûnê disekine û bi damerandina herêma otonom (xweser) didome. Parastina zimanê îrlandî ya li bakur hem di dawiya vê nivîsê de cî digire û hem jî wekî nûçeyek cihê dikare kategoriya di Ziman de bi berfirehî bê xwendin.

Înfowelat wê weşana xwe ya li ser danasîna herêmên otonom û pêvajoya dekolonîzasyonê û ligel van jî dosyeyên li ser dîroka paşveçûn û parastina zimanên rastî êrîşên netew-dewletan hatine bi mînakên balkêş bidomîne.

infowelat@gmail.com

infowelat.com

Li vê jî binêre

JI EDÎTOR

Înfowelat di 2013’an de bi gotina “enformasyon ji bo welat” dest bi weşanê kir. Malper …