Kokên serhildana civakî: Li Brezîlyayê û Tirkiyeyê tevgerên civakî

Guherînên dîrokî di dawiyê de bi destpêkên biçûk û mitewazî pêk tên. Serhildana niha ya li Brezîlya û Tirkiyeyê herî kêm deh sal berê bi asteke biçûk dest pê kir. Eger berê bihatana ferqkirin, di derbarê sebebên şîrovekirina çêbûna protestoyên girseyî de ku bi armanca zorê bide Seroka Brezîlyayê Dilma Rousseff û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan da ku riya polîtîkaya xwe ji nû ve bifikirin li her derê belav bû, wê şaşwazî kêm bûna.

Çînên navîn û kedkar ên Brezîlyayê, bi riya mobîlîsazyona ji bo reformên berfireh ên xalên girîng ên di rojeva Partiya Karker a li Îktîdarê, bala qada navneteweyî kişandin. Lê protestovanên esil ên ku agir pêxistin kesên ku bi salane li hemberê rotaya bi bazarê re li hev e ku bi awayekî îronîk ji aliyê rejîma sosyalîst a gel mihendisiya wê hatibû kirin, têkoşînên lokal dimeşandin.

Tevgera Derbasbûna Azad (MPL) ku aktîvîstên wê serhildana herî dawî bi daxwaza betalkirina zêdekirina buhayê trên û  otobêzan, li hemberê polîtîkayên cûdaxwaz ên çûnûhatinê şer dikirin, hema hema ji 2005’an û vir ve  nedihatin ferqkirin. MPL bi “jicîderxistina kesên li bajaran” a li ser mentiqa bazarê hatiye damezrandin ku tê de şîrketên taybet bi armanca zêdekirina buhayê bilêtan heta radeya ku xizan ji amûrên pê digihîjin ciyê kar bên dûrkirin, bi rêvebiriyên herêmî re hevkariya sûc dikin. MPL îdia dike ku 37 milyon brezîlyayî (nêzîkî yek ji pêncên nifûsa welat) digel ku geşbûna aborî ya di dema dawî de kirîna wesayitan a ji aliyê beşên xwedî aboriya baştir ên civakî zêde jî kir, nikarin amûrên çûnûhatina fermî bikarbînin.

“Otomobîlîzasyona çûnûhatinê” ku akademîsyenên wekî Paul Sweezy di salên 1970’yan de wekî êrîşa li ser sektora çûnûhatinê ya fermî ya li Amerîkayê terîf kirine, niha fenomeneke global e. Wekî Xewna Amerîkî niha Xewna Brezîlî, Xewna Çînî û Xewna Hîndî heye –taybetiyên hemûyan jî hêviyên wesayiteke şexsî û milkiyeta xanî û tevlî rîska bêhereketbûna xizanan jî, berfirehkirina bazara otomobîlan e.

MPL di dema salên ku Lula da Silva di pozîsyona pêvajoya muhteşem a mezinbûna Hilberîna Milî ya Gayrî-safî ya Brezîlyaye de bû, bi tenê xwedî hişmendiyeke radîkal a biçûk bû. Niha ku mûcîzeya mezinbûnê diheje, bêhizûrî ber bi derveyê buhayê çûnûhatinê berfireh bûye. Lê dive em heq bidin MPL’yê ya ji bo pêşxistina rexneya yekemîn a ji bo çewtiya kapîtalîzma dewletê  ku bi giranî şaş e ku Lulayê sosyalîst li ser wê xwe saz kiriye. Bêyî çirûskê şewat pêk nayê.

Wekî MPL’ya Brezîlyayê, koka pêla protestoyên ku Tirkiye da ber xwe, di tevgereke hawîrdorparêz a ji jêr ve ku deh sal berê dest pê kiriye de bi cî bûye. Çend kes ji me serhildanên biçûk ên li hemberê tesîsên komir û hîdroeletrîkê yên li ciyên biçûk ên lokal ên Tirkiyeyê yên wekî Bergama, Mûnzûr, Gerze û Amasra bîhîstî ye? Ev formên berxwedana lokal a li hember modernîzasyona aborî ya azwer a hikumeta Tirkiyeyê, pêşengên hêrsa li Meydana Taksîmê ne.

Pinar Aksogan a endamê Greenpeaceê, di The Guardianê de da xuyakirin ku kesên esil ên pêşiyê yên protestovanên meydana Taksîmê –bi armanca parastina Parkê  Geziyê ku yek ji parçeyeke erda kesk a ji serdestiya lobiyên avahîsaziyê yên ji aliyê hikumetê hatibûn erêkirin rizgar bibû, kom bûbûn- ji tevgerên sosyal ku ji bo parastina daristan, hewa û avê bi biryar bûn, pêk hatibûn.

Wekî radîkalên brezîlî, hawîrdorparêzên tirk bi awayekî felsefî dijberê nexşeya rê ya “transformasyona bajar” a Serokwezîr Erdogan in ku li ser bûldozeran, tunekirina gihîştina civakê ji bo keskahiyê û rojeva mezinbûna kapitalist ku li hember xwezayê bêwijdaniyê dikir, hatiye damezrandin. Û wekî Brezîlyayê, xwepêşanderên Tirkiyeyê ji hawîrdorparêziya xwe ya bitesîr derbas kirine û ketine rewşa mixalefeta tam a li hember temayulên otorîteriyê û mihafazakariya olî. Lê bêyî centilmeniya gotina tevgera kesk a ji bo parastina Parka Geziyê, wê Meydana Taksîmê wernegeriyana ciyekî din a pevçûnê ku Paul Masonê BBC’yê wekî “şoreşên global ên nû” bi nav dike.

Bêhizûriya li Brezîlyayê û Tirkiyeyê, li hemberê tiştê ku rewşenbîrê brezîlî Elio Gaspari wekî “modernîzma xapînok” a dewletên bihêz ku wekî hêzên sereke bi biryar in ku pejirandina navneteweyî bi dest bixin bi nav dike, dijwariyekê derdixe hole. Retorîk û xuyakirina hikumetên Roussef û Erdogan temayula ber bi pêkanîna ewlehiya yên mezin û bidestxistina çepikên civaka navneteweyî ye û bi vî awayî jî wekî lîstikvanên ku derdikevin ser dika navneteweyî, memnûnkirina egoyên neteweperest ên Brezîlya û Tirkiyeyê ye.

Lê MPL Û hawîrdorparêzên tirk demekê ye ku lêgerîna ji bo prestîja global a ku berdêla wê kesên bê îmtiyaz didin, lêdipirsin. Mezinahî bi  mazûvaniya tûrnûwayên buha yên wekî kûpaya cîhanê ya fitbolê an bi mafên ji bo karkeran ên bi armanca bihereketbûna çûnûhatine fermî tê pîvandin? Li Stenbolê ku bajarekî li ser riya Asya û Ewropayê cî digire nemayîna parkekî –bi tenê daristana beton a bêdawî ku ji bo erd ofîsên şîrketan û navendên danûstendinê û mizgeft di pêşbirkê de ne- îşareteke mezinahiyê ye?

Pêşengên ku bi saya wan van tevgerên dawî yên li Tirkiye û Brezîlyayê pêk hatine, problematiquea serxweşiyê bi “dêwanebûna” di pîlankirina endustrî û bajar de ku konsepteke ji aliyê aborînas E.F.Schumacher di pirtûka wî ya pir girîng a bi navê Biçûk Xweşik e de hatiye afirandin, li gorî xwe şîrove dikin. Ekonomî ji aliyê serhildêrên bêwext ên li Tirkiyeyê û Brezîlyayê ku niha ji aliyê beşên firehtir ên çînên navîn û kedkar tê hembêzkirin, dişibe ekonomiya Schumacher a “mirov girîng e”. Hedefa vê peyamê, hikumetên demokratîk ên hatine hilbijartin e ku di hilbijartina de piraniyeke pir mezin girtine û ji ber ku protestovanên tirk û brezîlî  di nava lêgerîna jinûveterîfkirina demokrasiyê ne, rewşeke taybet derketiye hole.

Heta di mînaka Bihara Ereb a 2011’an de ku şerekî klasîk a di navbera gel û otokrasiyê de bû, dive bê qebûlkirin ku van şoreşan ne bûyerên ku di carekê de ji jor ve tên lê ji vê bêtir, tevgerên berfireh bûn ku demeke dirêj a piştî destpêkên xwe yên mitewazî derketin asta herî bilind û bi lez mezin bûn. Şoreş pêvajoyeke ku ji bûyereke tekane ya di demekê an buyerên bi lez ên li dûv hev in aj dide, zêdetir e.

Pirtûka Marwan Bishara ya Erebê Nepenî nîşan dide ku beriya enerjiya Meydana Tahrîrê ya Misrê Meydana Çiriya Paşîn a Tûnûsê kir ku dîktatorên tirsnak bi lez û bez birevin, bi salan beşdariya nîqaşan, grev, çavdêriyên grevan û xwepêşandanên ku ji aliyê erebên ji rêzê ve yên xwedî ideal û wêrek dihatin kirin hebûn.

Wekî Romayê, şoreş di rojekê de pêk nehat. Bi gotinên Bishara, Bihara Ereb ji aliyê bê hejmar çalakiyên civaka sivîl, rêxistinvanên tevgera welatî, parazvanên mafên mirovan û saziyên polîtîk ên ji rêzê ku di “salên ku piranî nehatine raporkirin”de rejîmên tîranî sekinandine, hatiye “havênkirin.” Karkerên ku di sala 2006’an de li febrîqeya Mahallah a tekstile serî rakirin û kesên ku di êtûnan de dixebitîn ku di 2008’an de li hemberê muameleya xerab a li Kembera Madenê ya li Tûnûsê ajîtasyonê kirin, çend ji pêşiyên ku bizrên hilweşîna dawî ya despotên li van welatan avêtin, bûn.

Dersa hevpar a entelektuelî ya ji kolanên Brezîlya û Tirkiyeyê û cîhana ereb, devjêberdana kêm hesibandina tevgerên nîv-pijiyayî ku hîn di zaroktiya xwe de ne. Bi pêşveçûyinên teknolojîk û rewşeke ku firsendê dide, kesên bi dezavantaj ên duh dikarin bi lez bibin avakarên sibehê. Her tevgera derdikeve hole, nabe sebeba şoreşeke tam pêşketî û kemilî lê divê rêberên rê nîşan didin ku raman û çalakiyên wan ji bo çêkirina dîrokê pêş dedibin, bên naskirin.

————

Sreram Chaulia li Dibistana Jindal a Karên Navneteweyî ya li Sonipatê, Hîndîstan, profesor û dekan e. pirtûka wî ya dawî, Polîtîkaya Krîza Aborî ya Global, Berpirsî û Radîkalîzm wê demeke şûn de ji Routledgeê derkeve.

Sreram Chaulia

8 Tîrmeh 2013

Çavkanî: Ji gotara îngilîzî ya di malpera  http://towardfreedom.com’de cî digire hatiye wergerandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …