Li Meksîkayê rêzefîlma bi zimanê maya

Televîzyona Meksîkayê di dîroka xwe de cara pêşiyê dest bi weşandina rêzefîlmekê bi zimanê maya kir. Rêzefîlma Baktun, dixwaze bi riya lehengê bi nave Jacinto Juul Kiin hişmendiyekê di derbarê ziman û çanda maya de derxe hole. Rêzefîlma mêtrajdirêj wê ji 15’ê Tîrmehê heta meha Îlonê di televîzyonê de bê weşandin.

Baktun ji 30 beşan pêk tê û li Quintana Roo’yê ku li başûrê rojhilatê Meksîkayê ye, hatiye kişandin. Ev der welatê bav û kalan ê koma etnîk mayayan e û lehengê rêzefîlmê Jacinto jî ji vir e. Li gorî senaryoya fîlmê, Jacintoyê ciwan ku koçî bajarê New York’a li Amerîkayê kiriye, ji ber nexweşiya giran a bavê xwe vedigere welat. Jacintoyê ku li welatê xwe wekî xerîbekî tê dîtin, ji bo jinûvebirûmetkirina serbilîndî û kokên xwe, xwe mecbûr dibîne ku zimanê maya fêr bibe û kevneşopiyên xweciyî tomar bike.

Derhenerê rêzefîlmê Bruno Carcamo di derbarê berhema xwe de agahî da û da zanîn ku “Hem ji ber butçeyê û hem jî ji ber pêkanîna realîzm û otantîtiyê, ti aktorekî ne xwedî formasyona profesyonel e.” Di fîlmê de hatiye xwestin ku mirovên otokton ên herêmê bi riya fîlmê hay ji kevneşopiyên xwe yên rastîn çê bibin.

yucatan3

Têkiliya ziman û gel

Meksîka yek ji welatên cîhanê ye ku xwedî cihêrengiyeke ziman a mezin e. Li ser rûyê welat 68 ziman û 364 zarava an devokên wan tên axaftin. Niha piraniya cihêrengiya zimanî di pêvajoya ji holê rabûnê de ye.

Derhêner Carcamo diyar dike ku yek ji armancên Baktun xurtkirina civaka maya ye ku bi giranî li herêma Yucatan a Meksîkayê dijîn û wiha diaxive: “Eger zimanekî ji holê rabe, ne tenê peyv ji holê radibin lê tevahiya gelekî jî ji holê radibe.”

Baktún û welatên din

Projeya Baktun ne tenê li Meksîkayê bû pêşengê qada ziman û çandên komên otokton. Bolîvya û Perû jî bi armanca bilindkirina hişmendiya ji bo komên etnîk ên xwecîyî ketine nava lêgerîna amadekirina fîlmên bi vî rengî.  Di heman demê de, rêzefîlma Baktún wê beşdarê hin festîwalên fîlman ên li welatên din bibe. Rêzefîlm wê cara pêşiyê di meha Tebaxê de beşdarê festîwala Sînemaya Serbixwe ku li New Yorkê tê li dar xistin, bibe. Ji niha ve, hin festîwalên li welatên din li benda beşdariya Baktun’ın.

Çavkanî: www.espanol.rfi.fr (Beşa spanyolî ya Radyoya Navneteweyî ya Fransayê)

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …