Mîhrîcana Berdêldayîyên Tolpûddleê ya li Brîtanyayê bi meşeke mezin bi dawî bû.
Wekî par, îsal jî Kurdîstanîyên ji London, Exeter û Liverpoolê hatin, bi tevlîbûna xwe ya girseyî balê kişandin.
Serokê Giştî yê Kongreya Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) Matt Wrack di axaftina xwe de desteka xwe ya ji bo self-determînasyona kurdan îfade kir.
Mîhrîcana Berdêldayîyên Tolpûddleê ya li Brîtanyayê bi meşeke mezin bi dawî bû.
Bi hezaran karker û endamên tevgerên civakî û ekolojîst tevlî meşê bûn.
Wekî par, îsal jî Kurdîstanîyên ji London, Exeter û Liverpoolê hatin, bi tevlîbûna xwe ya girseyî balê kişandin.
Gelek ji Kurdistanîyan tîşortên “Freedom for Ocalan” li xwe kirin û pankartên têkildarî azadiya Abdullah Ocalan hilgirtin.
Endamên sendîkayên ku piştgirî didin azadîya Ocalan, nivîsa “Ji Ocalan re Azadî” li ber sîngên xwe ve kirin.
Serokê Giştî yê Kongreya Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) Matt Wrack di bernameyê de axaftinekê kir.
Watt gelê kurd silav kir û wiha axivî:
“Îro gelek Kurd beşdarî çalakiyê bûn. Ez bixêrhatina wan dikim û têkoşîna gelê kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û edaletê teqdîr dikim.”
TUC konfederasyona sendîkayên Brîtanyayê ye û 48 sendîkayên di hundirê xwe de dihewîne.
Hejmara endamên hemû sendîkayên di bin banê konfederasyonê 5,5 milyon e.

Çîroka Berdêldayîyên Tolpuddleê
Mîhrîcana Berdêldayîyên Tolpuddleê her sal ji bo bîranîna şeş karkerên çandinîyê tê lidarxistin.
Tolpuddle gundekî li başûrê Brîtanyayê ye ku bi ser Dorsetê ve ye.
Şeş karkerên li vê deverê bi hinceta endamê rêxistina îlegal a Komeleya Dostanîyê ya Karkerên Çandinîyê bûne, di 1834an de hatine cezakirin.
Karkerên têkoşêr ji bo cezayê temam bikin transferê kolonîya Awustralyayê hatine kirin.
Karkerên brîtanî ji bo vegera wan çalakîyan li dar xistine û 800,000 îmze berhev kirine.
Dewletê li hember bê biryardarîyê paş ve gav avêtîye û destûra vegera wan a Brîtanyayê daye.
———————————————–
Foto: Serokê TUCê Matt Wrack/Fire Brigades Union
Infowelat