Fransa got “No pasaran!”

Bi sedhezaran kes bi mebesta pêşîgirtina hukumeteke nêzîkî îdeolojîya faşîst li Fransayê çalakî lidarxistin.

Di xwepêşandanê de slogana herî li pêş “No pasaran” a dema Şoreşa Îspanyayê bû.

Serfirazîya rasta tund a di hilbijartinên duh de li Fransayê bû sebeba alarmê.

Alîgirên Enîya Gel a Nû piştî hilbijartinan li bajarên mezin daketin kolanan.

Li paytext Paris û bajarên Lyon û Nantesê çalakîyên girseyî hatin lidarxistin.

Bi sedhezaran kes bi mebesta pêşîgirtina hukumeteke nêzîkî îdeolojîya faşîst, tevlî çalakîyan bûn.

Navenda çalakîya herî girseyî li Place de la Republique a Parisê hat lidarxistin.

Di xwepêşandanê de slogana herî li pêş “No pasaran” a dema Şoreşa Îspanyayê bû.

“No pasaran” dirûşmeya herî populer a dema parastina Madridê ya li hemberê artêşa faşîst a Franco bû.

Polêsan cî bi cî midaxaleyê çalakîyan kirin û ev jî bû sebeba pevçûna di navbera polês û çalakgeran de.

Hilbijartinên parlamentoyê yên Fransayê di 30ê hezîranê de hatibû lidarixstin.

Meşa Neteweyî (RN) a rasta radîkal temsîl dike ji % 33yê dengan girtibûn û careke din bûbû hêza yekemîn.

————————————-

Foto: Dîmeneke ji çalakiyên duh ên li Fransayê/X.com 

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji Brukselê heta Kurdistanê: Helwesta N-VAyê ya li ser otonomî û mafên neteweyî 

Hevpeyvîn: Necat Ayaz  Partîya netewperwer a flaman N-VA ku konfederalîzmê daxwaz dike, li Belçîkayê hat …