Bi muzîkê li hember şîdetê têdikoşin

Problemên herî mezin ên civaka Meksîkayê şidet, kuştin, înfazên bêyî darizandinê, diziya erebeyan û şêlandina malan e. Di salên dawî de li vî welatî hikumeta Felibe Calderon (2006-2012) li ser navê şerê li hember narkotrafîkê, şerekî mezin meşand û di encam de 80,000 mirov hatin kuştin.

Yek ji bajarên herî zêde bi van probleman re û bi taybetî jî bi şidetê re rû bi rû maye Ciudad Juarez e. li vî bajarê li bakurê welat ku girêdayê eyaleta Chiuahua’ye, şidet gihîştiye asteke ewqas bilind ku êdî alarm dide. Bajar, ji bilî cûreyên şidetên din, demeke dirêj e bi şideta li hember jinê jî hatiye naskirin. Ji sala 1993’an û vir ve gelek buyerên wekî şidet, kuştin û windakirin li hemberê jinê pêk hatine.

Li Ciudad Juarezê, bi taybetî ji bo têkoşîna li hember bûyerên şidetê ku jin rû bi rû dimînin, komeke bi nave Batallones Femeninos derketiye hole. Ev, komeke muzîkê ya hîp hopê ye û ji jinên ciwan, hunermend, xwendekar û dayikan pêk tên. Kom, di 2009’an de di encama civandina jinên eleqeder ji bo hunerên bajar (urban art) derketiye hole.

Di civîna pêşiyê ya ji bo komê de 25 jin, xwendekar, akademîsyen, hunermend, aktivist û kevanî ciyê xwe girtine û biryar girtine ku kolektîfeke jinê pêk bînin. Armanca wan a bi damezrandina kolektîfê, bi riya hunerê balkişandina ser mijara kuştin û buyerên şidetê yên li hember jinê ku li vî bajarî diqewimîn, bûye. Kom, di çar salan de bi riya hunera xwe, ji bilî vê têkoşînê, li hember paradîgmaya ku jinê bi tenê li malê bi cî dike û ji jiyana civakî dûr dixe jî li ber xwe daye.

Batallones Femeninos di xebata xwe de li hember kuştinên jinê îhmalkarî û bi awayekî xerab bikaranîna hêzên di destê wan de, rêvebiran protesto kirine û li hember dewletê bûne xwedî helbest. Endamên komê, ji bilî xebata muzîkê, parçeyeke dema xwe bi dayik û bavên jinên hatine windakirin û kuştin re derbas kirine û bûne hevparê derdê wan.

Li gorî komê huner, ji bo çareserkirina şidetê riyeke baş e. Ji bo wan, huner mirovan zindî dike, serê mirovên xemgîn ku di kolanan de nizm bûye radike û muzîk realîteya wan diguherîne.

Noé Alí Sánchez Navarro

Çavkanî: Ji nûçeya di beşa spanyolî ya Radyoya Holandayê de http://www.rnw.nl/espanol hatiye weşandin hatiye girtin û ji bo kurdî hatiye kurtkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …