Fatoş DEMIRTAŞ
Reforma li ser prosedurên welatîbûnê ya Almanyayê di 27ê hezîranê de ket kerîyetê.
Ji ber vê naveroka xwe, reform wekî lîberalîzasyona qanûna hişk a welatîbûnê tê qebûlkirin.
Reforma li ser prosedurên welatîbûnê ya Almanyayê di 27ê hezîranê de ket kerîyetê.
Bi vê reformê Almanya welatîbûna bi sedhezaran penaberan hêsantir dike.
Ji ber vê naveroka xwe, reform wekî lîberalîzasyona qanûna hişk a welatîbûnê tê qebûlkirin.
Li alîyekî din, bi vê gava dawî hukumet qîmetê dide penaberan ku bi salane li Almanyayê dixebitin.
Ev mijar di daxuyanîya Wezîra Karê Hundir a Almanyayê Nancy Faeser jî cî girt.
Wezîra alman wiha axivî:
“Dawîya dawî, em çîroka jiyanê û serfirazîyên gelek kesên demeke dirêje koçî welatê me kirine û alîkarîya pêşveçûna welatê me kirine nas dikin. Peyam pir zelale: Almanya welatê we ye!”
Welatîbûna penaberan yek ji meseleya herî giran a hiqûqa penaberîyê ya Almanyayê tê qebûlkirin.
Ji ber qanûna berê ya hişk, ji % 14 yê nifûsa Almanyayê heta niha nebûne welatîyên Almanyayê.
Di 2022an de nêzîkî 170,000 kesên ku 10 sal in li welêt dijîyan, bûn welatîyên Almanyayê.
Ev jî bi tenê dike ji % 3yê hemû penaber û koçberên herî kêm 10 sal in li Almanyayê dijîn.
Naveroka reformê
Kesên 5 sal in bi awayekî qanûnî li Almanyayê dijîn dikarin serî li welatîbûnê bidin. Berê ev dem 8 sal bû.
Naveroka reforma penaberîyê ya nû bi kurtahî wiha ye:
- Kesên dixwazin bibin welatîyên Almanyayê ne pêwîste welatîbûna xwe ya berê betal bikin.
- Kesên 5 sal in bi awayekî qanûnî li Almanyayê dijîn dikarin serî li welatîbûnê bidin. Berê ev dem 8 sal bû.
- Kesên “di entegrasyonê de serfiraziyeke taybet” bi dest xistibin wê bikaribin di 3 salan de bibin welatî. Ev serfirazî ji fêrbûna almanî, serfirazîyeke xurt a di perwerde an kar de, tevlîbûna jiyana sivîl an xebata ji bo siyaseta alman pêk tê.
- Zarokên ku yek ji dêbavên wan 5 sal li Almanyayê bi awaykeî hiqûqî bijîn wê bibin welatî.
- Koma wekî “xebatkarên mêvan” tên qebûlkirin (piranî karkerên tirk ên di 1960an de çûne Almanyayê) êdî ne pêwîste ji bo welatîbûbê test bibin. Axaftina bi almanî ya van kesan wê ji bo welatîbûnê bes be.
- Kesên serî li welatîbûnê didin didin xwedî kar bin û ji sazîya sosyal a Almanyayê pere negirin.
- Kesên serî li welatîbûnê didin divê soz bidin ku ew rêzê ji Destûra Bingehîn a Almanyayê re digirin.
————————————————–
Foto: Ala Almanyayê
Infowelat