Çima divê Ewrûpa rexneyeke xurt li xwe bike?

Di çarçoveya stratejiya partnerê biçûk de Ewrûpa ne tenê di warê leşkerî de (Di vê mijarê de herdem dikare pişta xwe bi NATOyê girêbide) lê di warê aborî û bi taybetî jî di mijara enerjiyê de jî zêdetir dimîne li ber rehma hêzên din.

Gelo ji bo Fînlandiya, Swêd, Swîsre an Awusturya xwe di nava ewlehiyê de hîs bikin û pêş de biçin pêdiviya wan bi NATO’yê çêbû? A rast, çawa ku Pakta Warşova bi dawî bû divê dawî li hebûna NATO’yê bihatana anîn. Encax wê demê Yekitiya Ewrûpayê dikaribû polîtîkayeke parastinê û kapasîteya xwe ya parastinê ku ji yên Amerîkayê zêdetir wê bersivê bidana berjewendiyên wê diyar bikira.

Ji ber ku wisa xuya ye nikare sebebên krîza Ûkraynayê baş fam bike, niha Ewrûpa wê bi encamên wê yên giran re rû bi rû bimîne.

Digel ku hîn bûyer bi germahî dom dikin jî, em neçar in bêjin lîderên Ewrûpayê ji mêj ve ye nizanin bi çi re rû bi rû mane. Ew ê lîderên ewrûpî, wekî lîderên herî bêkêr ên piştî Şerê Cîhanê Duyemîn û heta aniha derbasî dîrokê bibin.

Niha ew dixwazin nîşan bidin, di warê alîkariya însanî de çi ji dest hatiye wan kiriye û divê ji vê hewldana wan tu şik neyê kirin. Lê sebeba ev di nava vî karê xêrxwaziyê de ne ev e. Ew dixwazin bi riya vî karî, ji ber skandala herî mezin a dema me rezîl nebin.

Wan di heftê salên dawî de girseyên ku xwe birêxistin kiribûn û li ku derê pêk bihatana bila bihatana, şer protesto dikirin bi rê ve bir. Lê niha derket holê ku êdî ew nikarin heman mirovan ji şerê ku ji 2014’an û vir ve li nava mala wan gav bi gav pêk tê, biparêzin. Demokrasiyên ewrûpî niha nîşanî me dan, ew xwedê hukumetekê ne lê ne xwedî miletekî ne. Ji bo vê encamê, çend sebebên me hene.

Amadekariyên ji bo şer

Hem Rûsya û hem jî DYA ev demeke xwe ji bo vî şerî amade dikirin. Gelek eşkere bû ku Rûsya di salên dawî de rezervên xwe yên zêr derxistibû asteke pir bilind û hevalbendiya stratejîk a bi Çînê re pêşxistibû. Ev yek bi taybetî di qada fînansê de pêk dihat: Armanca vê qadê yekitiya bankeyan û afirandina pereyeke nû ya navneteweyî bû. Di qada bazirganiyê de jî armanc bi însîyatîfa Korîdorên Rê derfetên berfirehbûna pir mezin a di li Awrasyayê ye.

Di meseleya têkiliyên bi hevalbendên xwe yên ewrûpî re, ligel îfadekirina fikarên xwe yên ewlekariyê, Rûsya nîşan da ku ew dikare bibe partnereke pêbawer. Ev, fikarên rewa bûn. Divê em bizanibin, di cîhana hêzên super de baş û xerab tune ne lê bi tenê berjewendiyên stratejîk ku divê bên bidestxistin hene. Di krîza fuzeyan a 1962’an de DYA ji bo fuzeyên menzîl-navîn ên 70 km nêzîkî sînorên xwe xeteke sor xêz kir. Ji bo nebêjin bi tenê Yekitiya Sovyetê paş de gav avêt, DYA jî fuzeyên xwe yên menzîl-navîn ji Tirkiyeyê vekişand. Her du alî tiştek da aliyê din û peymaneke mayinde pêk hat. Çima di meseleya Ûkraynayê de ev ne pêkan bû? Ji bo vê bersivê divê em li amadekariyên DYA’yê binêrin.

Amerîkaya ku bi lawazbûna serdestiya wê ya global a piştî 1945’an pêk hatibû rûbirû dimîne, bi hemû hêza xwe dixwaze qadên xwe yên bandorê lê dike ji dest bernede. Ew bi vî awayî dixwaze awantajên xwe yên ji bo bazirganî û bidestxistina materyalên xam ên ji bo şîrketên amerîkî berdewam bike.

Tiştên ku niha li jêr hatine nivîsîn ji belgeyên fermî û yên think-thankan hatine wergirtin:

Armanca polîtîkaya guherîna rejîman ne ji bo avakirina demokrasiyan e lê zêdetir ji bo avakirina hukumetan e ku ji berjewendiyên DYA’yê re nabin asteng. Midaxaleyên bixwîn ên li Vîetnam, Afganistan, Iraq, Sûriye û Lîbyayê yek hukumetek demokratîk jî bi xwe re neanî ye. Sebeba desteka aktîf a ji bo derbeyên leşkerî yên ku dawî li hukumetên bi hilbijartinên demokratîk li Hondûras (2009), Paragûay (2012) û Bolîvyayê (2016) hatibûn ser kar anî, ne desteka ji bo demokrasiyê bû. Derbeya 2014’an a li Ûkraynayê jî dikare di vê çarçoveyê de bê bicîkirin.

Armanc ji vê ev e Rûsya di qad û herêmên ku DYA xwedî avantajên reqabetê ne, têkeve nava pêşbirbekê û bi vî awayî jî bibe sebeb Rûsya ji aliyê leşkerî û aborî ve ji hêza xwe ya heyî zêdetir gavan bavêje û bibe sebeb li hundir û di qada navneteweyî de prestîj û bandora xwe winda bike.”

Provokekirina Rûsyayê

Niha Çîn reqîbê sereke yê DYA’yê ye. Di meseleya Ewrûpayê de stratejiya Amerîkayê li ser du stûnan hatiye avakirin: provokekirina Rûsyayê û notralîzekirina Ewrûpayê (bi taybetî Almanya). Di 2019’an de Rand Corporation ku saziyeke naskirî ya lêkolînên starejîk dike, li ser daxwaza Pentagonê raporeke bi navê “Berfirehbûna Rûsyayê” weşand. Di raporê de bi armanca kontrola Amerîkayê ya li ser wan, rêûrêbazên provokekirina welatan tê vegotin. Di derbarê Rûsyayê de ev tespît tê kirin: “Em li ser riyên bikaranîna hin aliyên lawaz û fikarên Rûsyayê lêkolînê dikin. Bi vî awayî, em dixwazin li ser hêza leşkerî, aborî û sekna polîtîk a rejîma Rûsyayê ya li hundir û derve  zextan bikin. Digel ku her du jî dikarin xizmetê ji armanca me re bikin, armanca gavên em dixwazin bavêjin ne parastin an çavtirsandin e. Ji vê bêtir, ev gav di çarçoveya kampanyayeke cî digirin ku ji bo xerakirina balansa reqîbê me hatine dizaynkirin. Armanc ji vê ev e Rûsya di qad û herêmên ku DYA xwedî avantajên reqabetê ne, têkeve nava pêşbirbekê û bi vî awayî jî bibe sebeb Rûsya ji aliyê leşkerî û aborî ve ji hêza xwe ya heyî zêdetir gavan bavêje û bibe sebeb li hundir û di qada navneteweyî de prestîj û bandora xwe winda bike.”

Gelo ji bo em bûyerên îro li Ûkraynayê diqewimin fam bikin pêdivê bi gotinên zêde heye? Rûsya provoke bike da ku gavên zêde bavêje û paşê ji bo vê dike ew tometbar bike. Berfirehbûna NATO’yê ber bi rojhilat ve –li hemberê lihevkirina bi Gorbaçov re a di 1990’î de – sebeba esasî ya provokasyona îro ye. Sebeba din a girîng,  îhlalkirina peymanên Mînskê ne. Divê bê gotin, dema piştî derbeya 2014’an herêmên Donetsk û Lûhanks doza serxwebûnê kirin, Rûsya destekê neda vê daxwazê. Ew, wekî ku di peymanên Mînskê de hatibûn diyarkirin, alîkariya xweseriya van herêman ya di nava Ûkraynayê de kir. Aliyê ku bi alîkariya Amerîkayê peymanan avêt ser sergo ne Rûsya bû lê Ûkrayna bû.

Fikara sereke ya Ewrûpayê bêyî ku biwêre midaxaleyê polîtîkaya qadên bandorê bike, xurtkirina statûya xwe ya wekî partnereke biçûk e. Divê Ewrûpa partnereke pêbawer be lê ew nikare li bende miameleyeke bi vî rengî be ku bi rengekî normal di navbera du aliyên di nava têkiliyekê de ye pêk tê. Lewma jî Ewrûpa –ligel lihevşaşbûna lîderên xwe yên ehmeq – li derveyî AUKUSê ku pakteke ewlekariyê ya li herêma Hînd-Pasîfîkê ya di navbera DYA, Awustralya û Brîtanyayê de ye, hat hiştin. Di çarçoveya stratejiya partnerê biçûk de Ewrûpa ne tenê di warê leşkerî de (di vê mijarê de herdem dikare pişta xwe bi NATOyê girêbide) lê di warê aborî û bi taybetî jî di mijara enerjiyê de jî zêdetir dimîne li ber rehma hêzên din.

Polîtîkaya derve ya DYA’yê (û demokrasî) di bin kontrola sê olîgarşiyan de ye (olîgarşî ne tenê li Rûsya û Ûkraynayê serdest in): kompleksa leşkerî-sanayî, kompleksa gaz, petrol û madenan û kompleksa banka û emlak.

3 Olîgarşiyên Amerîkayê

Polîtîkaya derve ya DYA’yê (û demokrasî) di bin kontrola derve ya sê olîgarşiyan de ye (olîgarşî ne tenê li Rûsya û Ûkraynayê serdest in): kompleksa leşkerî-sanayî, kompleksa gaz, petrol û madenan û kompleksa banka û emlak. Ev kompleks bi xêra kireya monopoliyê, bo nimûne pozîsyona bazaran a bi avantaj ku destûrê dide wan buhayê berheman zêde bikin, qezenceke pir zêde bi dest dixin. Armanca wan ev e, cîhan di nava şer de be û herdem zêdetir pêdiviya wê bi çekên amerîkî hebe. Lewma jî pêdiviya Ewrûpayê ya bi enerjiya Rûsyayê ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin. Lê li gorî ewrûpiyan, ev ne meseleyeke girêdayina bi enerjiya Rûsyayê re ye lê zêdetir rasyonalîteya aboriyê û cihêrengiya partneran e. Bi şerê li Ûkraynayê û ambargoyan re her tişt wekî ku dihat plankirin pêk hat. Bi êrişê re stokên her sê kompleksan di cî de bilind bûn û şampanya wekî avê herikîn. Ewrûpaya bêkêr û çiminjê ku bi serê misqalekê ne xwedî vîzyoneke stratejîk e ket nava lepên van her sê kompleksan. Di dawiyê de wê ev kompleks fatoreya berdêlan ku divê Ewrûpa bide deynin ber wê. Ewrûpa wê xizan û bêîstiqrar bibe. Ji ber ku lîderên wê kêliya pêdivî pê hebû neketin nava tevgerê. Û ji vê jî xerabtir, Ewrûpa bi lez dixwaze Naziyan biçek bike. Wisa xuya dike Ewrûpa ji bîr kiriye ku di kanûna 2021’an de Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî –bi pêşniyaza Rûsyayê- ji bo “têkoşîna li dijî propagandaya Nazîzm, neo-Nazîzm û kiryarên din ên ku formên nûjen ên nîjadperestî, dijminahiya li dijî biyaniyan û bêtoleransiya re eleqeder” qebûl kir. Du welat, DYA û Ûkrayna li dijî vê biryarê dengê xwe dan.

Muzakereyên aştiyê yên niha li ser famkirinek şaş tên meşandin. Bêwate ye ku hevdîtin bi tenê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de tên lidarxistin. Divê hevdîtin di navbera Rûsya û DYA/NATO/YE’yê de bên lidarxistin.

Ûkrayna û NATO

Muzakereyên aştiyê yên niha li ser famkirinek şaş tên meşandin. Bêwate ye ku hevdîtin bi tenê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de tên lidarxistin. Divê hevdîtin di navbera Rûsya û DYA/NATO/YE’yê de bên lidarxistin. Krîza fuzeyan a 1962’an di navbera Yekitiya Sovyetê û Amerîkayê de hatibû çareserkirin. Wê demê tu kes gotibû çima Fîdel Kastro li dora maseya muzakereyê ciyê xwe nagire? Fikreke gelek şaş e ku mirov bawer bike bêyî tu tawizên ji aliyê Rojava ve bê dayîn li Ewrûpayê aştiyeke mayinde pêk were.

Ûkraynaya ku em hemû jî destekê didin serxwebûna wê divê tevlî NATO’yê nebe.

Gelo ji bo Fînlandiya, Swêd, Swîsre an Awusturya xwe di nava ewlehiyê de hîs bikin û pêş de biçin pêdiviya wan bi NATO’yê çêbû? A rast, çawa ku Pakta Warşova bi dawî bû divê dawî li hebûna NATO’yê bihatana anîn. Encax wê demê Yekitiya Ewrûpayê dikaribû polîtîkayeke parastinê û kapasîteya xwe ya parastinê ku ji yên Amerîkayê zêdetir wê bersivê bidana berjewendiyên wê, diyar bikira. Li hemberê ewlekariya Ewrûpayê çi xetere hebûn ku midaxaleya NATO’yê ya Sirbistanê (1999), Afganistan (2001), Iraq (2004) an Lîbyayê (2011) rewa bike? Piştî van midaxaleyan, gelo êdî mimkûne mirov hîn jî bikaribe bêje NATO rêxistineke parastinê ye?

———-

Boaventura de Sousa Santos Profesorê Emeritus ê Sosyolojiyê yê Zanîngeha Coimbrayê  ye (Portûgal). Pirtûka wî ya dawî ev e: Decolonising the University: The Challenge of Deep Cognitive Justice. (Cambridge Scholars Publishing, 2021).

Ev gotar cara pêşî di Globetrotter de hatiye weşandin. Gotar ji îngilîzî hatiye wergerandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …