Şerê Ûkraynayê dest pê kir

Pûtîn: Em ê Ûkraynayê ji naziyan paqij bikin!

Êrişa artêşa Rûsyayê ku ji kanûnê û vir ve Ûkraynayê dorpêç kiriye, danê vê sibehê pêk hat.

Di kêliyên ewil a şer de, fuzeyên yên Rûsyayê bariyan li ser hedefên li Ûkraynayê.

Û bi vê re li paytext Kîew û li bajarên Harkov, Dnîpro û Marîpolê dengê teqînan hatin.

Xebera şerê li dijî Ûkraynayê, ji aliyê serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve hat ragihandin.

Hedefa Pûtîn mezin e

Pûtîn li Kremlînê derket pêşiya kamerayan û Rêvebiriya Kîewê bi dijminahiya Rûsyayê tometbar kir.

Artêşa Rûsyayê bi 175.000 leşkeran bi mehane ji 3 aliyan ve Ûkraynayê dorpêç kiriye

Pûtîn got, ew ê bi vê operasyona Ûkraynayê ji naziyan paqij bikin û dawî li rêvebiriya heyî bînin.

Herwiha Pûtîn li ser hedefên din ên operasyona leşkerî jî sekinî û got, armanc ne dagirkirina Rûsyayê ye.

Li gorî nûçegîhanên xwe dispêrin çavkaniyên Ûkraynî, di operasyonê de herî zêde fuzeyên Cruise û balîstîk tên bikaranîn.

Ji ber ku di hedefa ewil a operasyonê de bi tenê baregehên leşkerî hene, tê payîn windahiyên sivîl pêk nehati ne.

Herçiqas Rûsya bi awayekî hemwext êrişî gelek aliyên Ûkraynayê kiribe jî hedefa wê ya sereke herêma Donbasê ye. Moskow dixwaze deverên rojava yên vê herêmê ku di destên Ûkraynayê de ye dagir bike.

Zelenskî çi got?

Zelenskî: Em ê bi ser kevin, ji ber ku em Ûkrayna ne. Bijî Ûkrayna!

Bi êrişa artêşa Rûsyayê re hukumeta Kîewê kete nava alarmê û serokê Ûkraynî bi mesajek vîdyoyê banga berxwedanê li gelê Ûkraynayê kir.

Di peyama xwe ya kurt de Volodîmîr Zelenskî got, Rûsya êrişê binesazî û hêzên parastina sînor dike.

Zelenskî got, wî bi serokê Amerîkayê Bîden re bi telefonê axivî ye û bi vî awayî xwest bi riya desteka Amerîkayê moral bide Ûkraynayê.

Lîderê ûkraynî vê carê jî bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir:

Di dawiyê de çend saniya dengê orjînal baş dibe

“Em ê bi ser kevin, ji ber ku em Ûkrayna ne. Bijî Ûkrayna! ”

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …