Berxwedana Ûkraynayê planên Rûsyayê tevlîhev kirin

Artêşa rûs ku li ber deriyên bajaran hat sekinandin, hêviya xwe ya serkeftineke bilez winda kir û dest bi bombebarana giran kir.

Bi bomberanê re, li bajaran ligel hilweşîneke mezin windahiyên sivîl pêk hatin û ji ber vê, li qada navneteweyî de Rûsya bi sûcên şer hat tometbarkirin.

Şerê li Ûkraynayê di 24’ê sibatê de bi daxuyaniyeke serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dest pê kir.

Pûtîn got, Rûsya ji bo parastina komarên Donbasê yên li rojhilatê Ûkraynayê neçar maye operasyoneke taybet bide destpêkirin.

Pûtîn armanca operasyona xwe wekî paqijkirina Ûkraynayê ji Naziyan pênase kir.

Piştî bombebaraneke giran artêşa Rûsyayê di rojên ewil de li hemû aliyê Ûkraynayê serdestiya hewayê bi dest xist.

Rengê porteqalî: Erdên li bakur û başûrê welêt ên ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dagirkirin. Rengê zer: Kirim û Donbas ku di 2014’an de ji Ûkraynayê veqetiyabûn.

Ji aliyê başûr û bakur ve hêzên rûs ketin nava Ûkraynayê û di rojên ewil de qedereke axa welêt dagir kirin.

Artêşa rûs ewqas bi lez hereket kir ku di roja duyemîn de hêzên wê yên pêşeng gihîştin taxên paytext Kîewê.

Bidesxistina baregehên leşkerî yên Ûkraynayê Moskowê dilxweş dikir û li Kremlînê dibû sebeba pêkhatina  serkeftineke hêsan.

Lêbelê di hefteya ewil de aliyê ûkraynî tirs û şoka êrişê ji ser xwe avêt û dest bi berxwedanê kir.

Kozikên li dora bajaran hatin zexmkirin û ji bo şerê kolanan kordînasyona leşkerî û sivîl hat pêşxistin.

Artêşa rûs ku li ber deriyên bajaran hat sekinandin, hêviya xwe ya serkeftineke bilez winda kir û dest bi bombebarana giran kir.

Bi bomberanê re, li bajaran ligel hilweşîneke mezin windahiyên sivîl pêk hatin û ji ber vê, li qada navneteweyî de Rûsya bi sûcên şer hat tometbarkirin.

Çekên Amerîka-Ewrûpayê

Yek sebeba ku çima artêşa rûs li ber deriyên bajaran sekinî, tirsa ji şerê kolanan bûn.

Rûsya ji destpêkêve ve nedixwest li bajarên Ûkraynayê kolan bi kolan şer bike û windahiyên giran bide.

Berxwedana ûkrayniyan, sekna artêşa rûs li dora bajaran û bombebarana bêencam bû sebeb ku şer bixetime.

Javelîn (Roketên antî-tank). Ûkrayna ligel roketên Stinger û Strella ev çekan jî li dijî artêşa rûs bi bandor bi kar tîne.

Yek ji sebeba çawa ûkraynî dikarin ewqas zêde di ber xwe bidin û bibin sebeba xitimîna şer, alîkariya çekan a NATOyê bû.

Di serî de Amerîka û Almanya, hin endamên NATOyê ji bo li dijî artêşa Rûsyayê bên bikaranîn bi hezaran çekên giran şandin Ûkraynayê.

Roketên antî tank Javelîn û fuzeyên Stinger û Strella yên parastina hewayî ji aliyê artêşa ûkraynî ve bi bandor hatin bikaranîn û gelek tank û balafirên Rûsyayê hatin îmhakirin.

10 milyon koçber

Helbet wekî di hemû şeran de pêk tê, di şerê Ûkraynayê de jî zirara herî mezin dîsa gihîşt sivîlên bêguneh.

Li gorî daneyên neteweyên yekbûyî, di bombebarana bajaran de ji hezarî zêdetir sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Ji destpêka şer û vir ve 10 milyon welatî di nava Ûkraynayê de terka cîûwarê kirin û koçî herêmên hîn bêtir ewle bi cî bûn.

3.5 welatiyên Ûkraynayê jî terka welatê xwe kirin û di serî de Polonya, koçî welatên din ên Yekitiya Ewrûpayê kirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …