Saziyên Ewrûpayê qadên şerê Rûsya-Ûkraynayê ne

Konseya Ewrûpayê ji 47 welatan pêk tê ku nifûsa wan bi tomerî digihîje 800 milyonî.

Konsey piştî şerê cîhanê yê duyemîn, bi armanca ewlekariya parzemîna Ewrûpayê hat damezrandin.

Ji bilî berxwedana leşkerî ya li dijî Rûsyayê, Ûkrayna di qada dîplomasiya navxweyî ya Ewrûpayê de jî têkoşîna xwe didomîne.

Helbet di vî warî de rêvebiriya Kîewê herî zêde di asta Yekitiya Ewrûpayê de bi awayekî aktîf dixebite.

Serokwezîrê Ûkraynayê Denys Shmyhal (Denîs Şîmîhal)

Ji bilî YE’yê yek ji asta din ku Ûkrayna li dijî Rûsyayê danûstendinên xwe zêde dike Konseya Ewrûpayê ye.

Wezareta Karên Derve ya Ûkraynayê xebatên xwe yên di konseyê de bi armanca li dijî biryaran bide qebûlkirin.

Lê vê carê Kîev gaveke din jî pêş de çû û ji konseyê daxwaz kir endamtiya Rûsyayê betal bike.

Serokwezîrê Ûkraynayê Denys Shmyhal (Denîs Şîmîhal) bi vidyokonferansê tevlî civîna dawî ya konseyê bû û vê daxwaza welatê xwe bo beşdarên civînê ragihand.

Shimihal bang li konseyê kir û ji ber êrişa wê ya li dijî Ûkraynayê, bi awayekî lezgîn endamtiya Rûsyayê bi dawî bike.

Konseya Ewrûpayê

Konseya Ewrûpayê ji 47 welatan pêk tê ku nifûsa wan bi tomerî digihîje 800 milyonî.

Endamên Konseya Ewrûpayê

Konsey piştî şerê cîhanê yê duyemîn, bi armanca ewlekariya parzemîna Ewrûpayê hat damezrandin.

Konseya Ewrûpayê ji yekitiyeke siyasî bêtir, wekî platformeke şopandina mafên mirovan ên li Ewrûpayê ye.

Sazî, bi hiqûqa xwe û bi civînên xwe yên salane hewl dide li Ewrûpayê standartên ji bo welatan û bi taybetî jî ji bo parastina mafên mirovan serdest bike.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …