75 ziman li Fransayê tên axaftin

Li hemû erdên di bin kontrola dewleta fransî de 75 ziman tê axaftin.

Oksîtanî bi mîlyonekî axêverên xwe piştî fransî zimanê herî li pêş e.

Li nava Fransayê û giravên di bin kontrola wê de çend ziman tên axaftin?

Ev pirs mijara lêkolînekê bû ku encamên wê di medyaya oksîtan de hat weşandin.

Li gorî vê, li hemû erdên di bin kontrola dewleta fransî de 75 ziman tê axaftin.

Zimanên mijara lêkolînê yên ji alîyê komeke etnîk an zimanî ve tên axaftin ku li herêm an giravan dijîn.

Oksîtanî bi mîlyonekî axêverên xwe û bi cografyaya xwe ya ji Okyanûsa Atlantîk heta Çîyayên Alp, piştî fransî zimanê herî li pêş e.

Duyemîn zimanê herî zêde tê axaftin alsasî ye ku zaravayeke almanî ye.

Hejmara kesên bi alsasî diaxivin 800,000 e.

Picardî bi 700,000 axêveran zimanê sêyemîn e ku li Fransayê tê axaftin.

Zimanê picardî ku nêzîkî fransî ye, li herêma li ser sînorê Belçîkayê ya li bakurêrojhilatê Fransayê  tê axaftin.

Fransî û erebî

Lêkolînên dawî nîşan didin Li Fransayê 67 milyon kes bi fransî diaxivin.

Erebî li Fransayê zimanê duyemîn e ku herî zêde tê axaftin.

Zimanên Fransayê/Wezareta Çandê ya Fransayê

Lêkolînên dawî nîşan didin Li Fransayê 67 milyon kes bi fransî diaxivin.

Lêbelê vê hejmarê tevî welatên frankofon yên li Ewrûpa û cîhanê derdikeve 260 mîlyonî.

Erebî li Fransayê zimanê duyemîn e ku herî zêde tê axaftin.

Li Fransayê 4 milyon kes bi zimanê erebî diaxivin.

Tê ragihandin, kontakta ewil a fransî û erebî di sedsala 8. dema ku artêşa ereb êrişî Fransayê kir, pêk hatîye.

Di encama vê kontaktê de niha di nava fransî de 3,000 peyvên ereb hene.

————————————-

Foto: Ala Fransayê 

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …