Macron dikare Ewrûpaya “bermirin” baş bike?

Lîderê Fransayê Emanuel Macron ji bo serdaneka sê rojan çû Almanyayê.

Macron di qonaxa ewil a serdana xwe de li Berlinê tevlî festîwala demokrasîyê bû.

Lîderê fransî di axaftina xwe de bale kişand ser bilindbûna rasta radîkal a li Almanya û Fransayê.

Lîderê Fransayê Emanuel Macron ji bo serdaneka sê rojan çû Almanyayê.

Serdan, di 24 salên dawî de serdana yekemîn a fermî ya hukumeta Parisê ye.

Berîya Macron, serokê fransî Jacques Chirac di sala 2000î de çûbû Almanyayê.

Macron di qonaxa ewil a serdana xwe de li Berlinê tevlî festîwala demokrasîyê bû.

Lîderê fransî di axaftina xwe ya di bernameyê de bale kişand ser bilindbûna rasta radîkal a li Almanya û Fransayê.

Macron got, “eger partîyên netewperest di salên dawî de li Ewrûpayê li ser kar bûna wê dîrok bi rengekî din bihatana nivîsandin.

Hêjayî gotinêye, serdana Macron a Almanyayê du hefte berîya hilijartinên Yekîtiya Ewrûpayê pêk tê.

Rapirsîyên li ser hilbijartinê nîşan didin, partiyên rasta radîkal temsîl dikin li Almanya, Fransa û hin welatên din encamên baş bi dest dixin.

Meseleyeka din jî ku di ajandaya Macron de cî digire, Şerê Rûsya-Ukraynayê ye.

Macron çendekî berê pêşnîyaz kiribû, bi mebesta pêşî li têkçûna Ukraynayê bigire Ewrûpa leşkeran bişîne enîya li Ukraynayê.

Pêşnîyaza Macron rastî reaksîyonên lîderê Alman Olaf Scholz hatibû û pozîsyona her du lîderan a di meseleya Ukraynayê de zêdetir dûrî hev bûbû.

“Ewrûpa dikare bimire”

Li alîyekî din, Emanuel Macron herdem xwe wekî pêşengê Ewrûpaya bi hêz nîşan dide.

Macron di axaftina xwe ya meha borî de dîsa gotinê anîbû ser rewşa dawî ya Ewrûpayê û van gotinan kiribû:

“Îro Ewrûpa bermirin e û dikare bimire“

Bi van gotinên xwe yên derveyî adetî, Macron dixwaze kapasîteya leşkerî ya Ewrûpayê bê xurtkirin û bi vî awayî parzemîn ji bin mineta Amerîkayê derkeve.

Herwiha, Macron dixwaze di dîplomasîya navneteweyî de jî Ewrûpa nede ser rêya Amerîkayê û otonomîyeka stratejîk bi kar bîne.

—————————————

Foto: Emanuel Macron

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …