Home / Zıman (Sayfa 15)

Zıman

Puanê Beşa Zimanê Kurdî ji yê Tirkî bilindtir bû

Li zanîngehên Mêrdînê, Mûşê û Çewlikê (Bîngol) ji bo mamostetiya kurdî, Beşa Ziman û Wêjeya/Çanda Kurdî hatibû vekirin. Li van zanîngehan, Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî jî heye. Lê, îsal puanê beşa kurdî ji beşa tirkî zêdetir bû. Encama Azmûna Bicîhkirinê ya Lîsansê (LYS) ya 2013 û 2014’an diyar bû. …

Read More »

Li Fînlandiyayê rapora ziman hat weşandin

Rapora li ser meşandina hiqûqa siyaseta ziman a li Fînlandiyayê eşkere kir ku di ware peydakirina xizmetan bi her du zimanên fermî –fînî û swêdî- problem didomin. Rapora hikumetê, di heman demê de nîşan da ku dijwariyên hin komên ziman ên cihêreng jî hene. Li gorî stratejiya ziman a neteweyî, …

Read More »

Li Meksîkayê rêzefîlma bi zimanê maya

Televîzyona Meksîkayê di dîroka xwe de cara pêşiyê dest bi weşandina rêzefîlmekê bi zimanê maya kir. Rêzefîlma Baktun, dixwaze bi riya lehengê bi nave Jacinto Juul Kiin hişmendiyekê di derbarê ziman û çanda maya de derxe hole. Rêzefîlma mêtrajdirêj wê ji 15’ê Tîrmehê heta meha Îlonê di televîzyonê de bê …

Read More »

Li Togoyê hewldanên parastina zimanên lokal

Pisporên ziman texmîn dikin ku ji ber bajarbûnê, pêşketina aborî û globalbûnê wê 6000 zimanên cîhanê di dawiya vê sedsalê de ji holê rabin. Li Afrîkayê 2000 ziman tên axaftin û Togo xwedîtî ji 39 zimanên Afrîkayê dike. Profesor N’buke Adovi Goeh-Akue yê li Zanîngeha Lomeyê dixebite, yek ji wan …

Read More »

Li Mêrsînê sertîfîqayên kurdî hatin dayîn

Ciwanên ku qursa kurdî ya ji aliyê Navenda Şêwirmendiya Ciwanan a Şaredariya Akdenîzê û Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Mêrsînê hat lidarxistin qedandin, sertîfîqayên xwe wergirtin. Bi merasîmeke ji bo vê mijarê hat li dar xistin de sertîfîqayên 20 ciwanan hatin dayîn. Endamên Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Kenan Şen û Cemîl Elden, …

Read More »

Bikaranîna baskî di rêvebiriya herêma xweser de zêde bûye

Departmana Perwerde Polîtîkaya Ziman û Çandê ya hikumeta Baskê, di derbarê Periyoda IV’emîn a Pîlankirinê de (2008-2012) da zanîn ku bikaranîna zimanê baskî di rêvebiriya Herêma Xweser a Baskê de pêş de çûye. Wezîrê departmanê Cristina Uriarte got ku “ji 25 salan û vir ve rêvebiriya baskê duzimanî ye û …

Read More »

Parlamentoya Polînezyayê daxwaza fermîbûna zimanên li welat kir

Parlamentoya Polînezyaya Fransî daxwaz kir ku zimanên li welat tên axaftin li meclîs û hikumeta herêmî bibe fermî.  Ev daxwaz piştî ku Fransa bi sebeba ku rûniştina meclîsa Polînezyayê bi zimanê tahîtî hatiye kirin du biryarên meclîsê betal kirin, hate kirin. Parlamento, 5’ê Tîrmehê li ser betalkirina du biryarên ku …

Read More »

Li Baxlerê qursa kurdî bi dawî bû

Qursa zimanê kurdî ya li Mala Jinê ya Kardelenê hate lidarxistin bi pêkanîna azmûnekê bi dawî bû. 20 jinên qursiyer ên Kardelenê beşdarî azmûna kurdî bûn. Qursa kurdî ya li Kardelenê ku bi ser Şaredariya Baxlerê ve ye, meha Gulanê dest pê kir. Di destpêkê de 25 jinên qursiyer beşdarê …

Read More »

Xwendekarên Kurdolojiyê ji Artûklûyê mezûn bûn

Di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara pêşî ji beşa kurdî ya zanîngehekê xwendekar dîploma girtin. Xwendekarên Enstîtuya Kurdolojî ya Zanîngeha Artûklûyê ya li Mêrdînê ku bûn xwedî dilşadiya qedandina beşa kurdî, bi merasîmekê dîplomayên xwe girtin. Merasîma ji bo 500 xwendekarên ku ji bernameya Lîsansa Bilind a Bê Têz mezûn, …

Read More »

Kesê ku bi tirkî nizanibû nehat muayenekirin

Li Îzmîrê jineke kurd a bi navê Dilşah Sönmez ji ber ku bi tirkî nizanîbû li polîklînîka Diran û Dev a Bornovayê rastî heqareta doktorekê hat. Sönmez’a ku di 13’yê Hezîranê de ji bo tedawiya diranan çû nexweşxaneya navborî ji aliyê doktor Behiye Meysun Karaüzüm ve nehat tedawî kirin û …

Read More »

Perwerdeya duzimanî li Fransayê bû fermî

      Di dîroka perwerdeyê ya Komara Fransayê’de cara pêşiyê bi awayekî qanûnî perwerdeya zimanên kêmaran hate qebûlkirin. Xala 27’an a ku di çarçoveya qanûna dibistanan de hate qabûlkirin de derfet dide ku “hînkirina perwerdeya herêmî” an “perwerdeya bi duzimanî ya di zimanê fransewî û zimanê herêmî” de di …

Read More »