Bi piştevaniya ”Gazprom Neft”ê pirtûkeke derbareyê dîroka Kurdistanê hate çapkirin
Di çarçova pêkanîna projeyên sosyal li herêmên ku şîrketa Rûsîyayê ”Gazprom Neft” li wan kar dike, pirtûkeke degme derbareyê kûltûr û miletzanîya kurdan de, bi sernavê ”Xaka efsûnan: kûltûra kurdan bi çavên lêkolînerên rûs”, hate çapkirin.
Di pirtûkê de bêtir ji 60 wêneyên kesên kurd di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de cî girtine. Ew ji arşîva rojhilatnasê rûs yê pêşewa Vladîmîr Mînorskî, lêkolîner û geştîyarên rûs hatine civandin. Her weha gotar û lêkolînên zanyar û geştîyarên rûs ku dîrok û kûltûra kurdan lêkolîn kirine.
Pêşgotina pirtûkê jiyana curbecur ya gelê Kurd di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de ronî dike: kelayên kevnar, mizgeft, bajar û dîdemên wê qonaxê, weke V. Mînorskî nivîsand -”mirovên rastîn”.
Jêder: Ria Taza