Zimanê gelê mapûçe di xetereyê de ye

 

 

Zimanê mapûdûngûn ê li herêma Mapûçe ya li Şîliyê di nava xetereyê de ye. Mapûdûngûn ku bi spanyolî tê wateya “zimanê erdê”, bi zenginiya xwe ya lînguîstîk tê naskirin. Ji ber gîringiya ziman a ji bo  civaka mapûçeyê windabûna ziman wê ji bo civakê bibe trajediyeke mezin.

 

Kesên bi vî zimanî diaxivin li başûrê Şîliyê û rojavayê Arjantînê dijîn. Mixabin niha kesên mapûdûngûn diaxivin gelek kêm dibe. Li gorî lêkolîna zimanzan FernandoZúñiga, li seranserê Şîliyê bi tenê 202.000 axêverên mapûdûngûn mane. Piraniya vê nifûsê jî li herêmên çolterê dijîn.

200px-Mapuche_map

 

Yek ji gramera mapûdûngûn ji aliyê keşeyeke cîzvît ê alman BernardoHavestadt ve hatiye nivîsandin. Havestadt  mikemeliya mapûdûngûn nîşan daye û wê bi zimanên ewropî re daye ber hev. Di derbarê vê mijarê de Dr. Antonio Sáez Aranceyê ji Enstituya Dîroka Îberya û Amerîkaya Latîn ya Zanîngeha Kolnê ji Deutche Welle (DW) re radigihîne ku ji ber girîngiya vî zimanî wergera pirtûkên mapûdûngûn ji bo almanî tê kirin. Arance dide zanîn ku “li Almanyayê kevneşopiya fîlolojiyê û eleqeyeke giştî ji bo zimanan heye” û di heman demê de “têkoşîna gele mapûçeyê ya li dijî kolonyalîzma îspanyol balê dikişîne.”

 

Gelê mapûçe demeke dirêje ji dewleta Şîliyê daxwaz dike ku erdên pêşiyên wan li wan vegerîne, çanda wan nasbike û zimanê wan biparêze. Lê Destûra Bingehîn a Şîliyê cihêrengiya çandî û hebûna komên etnîk ên cuda nasnake.

 

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …