Ji % 40’ê cîhanê bi zimanê dayikê perwerde nabe

Rapor destnîşan kir ku di civakên pir-etnîkê yên wekî Tirkiye, Nepal, Pakîstan û Guatemalayê de ferzkirina zimanê serdest bi riya sîstema dibistanê herdem bûye sebeba newekhevîtiya civakî û çandî.

UNESCO (Rêxistina Perwerde Zanist û Hevkariyê ya Neteweyên Yekbûyî) bi raportekê diyar kir ku ji % 40’ê nifûsa cîhanê bi zimanê ku jê fam nake perwerde dibe.

Raporta Çavdêriya Perwerdeyê (Raporta GEM) ya bi serenivîsa “Eger hûn fam nekin, hûn ê çawa fêr bibin?” a UNESCO’yê di Roja Zimanê Dayikê (21 Sibat) de hat weşandin û tê de hat diyarkirin ku perwerdeya bi zimanekî din dikare bandoreke negatîf li zarokan bike.

UNESCO dide zanîn ku li cîhanê perwerdeya duzimanî pêş dikeve. Li Guatemalayê xwendekarên di dibistanên duzimanî de ji xwendekarên din zêdetir heta dawiyê perwerdeya xwe didomînin. Di heman demê de di hemû dersan de ji xwendekarên din zêdetir notan digirin. Li Etîyopyayê jî xwendekarên ku heşt sal beşdarê bernameyên duzimanî dibin, di hemû dersên mifredatê de bi ser dikevin.

Di raportê de qala çar welatên ku destûrê nadin perwerdeya zimanê dayikê hat kirin. Yek ji van welatan jî Tirkiye bû. Hat diyarkirin ku di 2012’an de xwendekarên xizan û ne-tirk ên 15 salî di xwendinê de incax karibûne ji % 50 bi ser bikevin. Ev hejmar ji bo zarokên tirk ji % 80 bûye.

Rapor destnîşan kir ku di civakên pir-etnîkê yên wekî Tirkiye, Nepal, Pakîstan û Guatemalayê de ferzkirina zimanê serdest bi riya sîstema dibistanê herdem bûye sebeba newekhevîtiya civakî û çandî.

Di dawiyê raportê de van pêşniyazan hat kirin:

  • Herî kêm şeş sal perwerdeya bi zimanê dayikê pêwîst e.
  • Divê polîtîkayên ziman girîngiya fêrbûna zimanê dayikê nasbike.
  • Divê mamoste bi du zimanan bên gîhyandin ku ew bikaribin bi du zimanan karê fêrkirinê bikin.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …