Straneke bi nivîsa bizmarî hatiye nivîsandin ku bi navê “Beyta Hûrrî” tê binavkirin û tê texmînkirin ku beriya 3 hezar û 400 salî hatiye nivîsandin, derket holê. Ev stran weke strana herî kevin a cîhanê tê zanîn. Ji bo Melîkeya Ûgarît Nîkkal hatiye nivîsandin.
Strana ku li ser tableteke kîl a beriya 3 hezar û 400 salî hatiye nivîsandin û li sîteya Ûgarît a niha li Sûriyeyê ye hat keşifkirin, pisporan destpêkê ew keşif kirin, dûre jî veguherandin formata muzîkê. Vê keşfê nîşan da ku muzîk beriya Yewnanan jî hebû.
Her tişt di salên 1950’î de destpê kir ku arkologên Fransî li sîteya Ûgarîtê hin rêze tabletên ji kîlê keşif kirin. Ev tabletên di sedsala 14. a Beriya Zayînê (B.Z) hatibûn nivîsandin, bi zimanê Hûrriyan bûn.
Beriya niha bi 3 hezar û 400 salî straneke gelekî populer bû
Di nava tabletên hatin dîtin de, nivîseke muzîkî ya ji şopên çandeke kevin a beriya 3 hezar û 400 salî, hat kifşkirin. Ji Zanîngeha Kalîforniyayê Asûrolog Profesor Anne Drafkorn Kilmer, li ser vê muzîka ji serdemeke din, demeke dirêj xebitî. Muzîkolog ê Belçîkî Marcelle Duschesne-Guillemin jî beşdarî vê xebatê bû. Li gorî nêrîna serdest a heta roja îro, dihat fikirîn ku tu pîvaneke muzîkê ya beriya Yewnanan nîne.
Xebateke di sala 1963’an de hat weşandin nîşan dida ku gelên berê yên Rojhilat xwedî notayan bûn. Her çendî di roja îro de di lîsteyên muzîkê de di 50 rêzên destpêkê de cih nagire jî, beriya niha bi 3 hezar û 400 salî straneke gelekî populer bû. Stran bi alavên muzîkê yên elektronîk hatiye şîrovekirin.
Stran ji Melîkeya Ûgarîtê Nîkkal re hatiye nivîsandin
Strana mijara gotinê ji Melîkeya Ûgarîtê, ji hevsera Xwedayê Heyvê Yarîkh ji Nîkkal re hatiye nivîsandin. Li vê stranê metnek jî hatiye zêdekirin. Di metnê de gazinên jineke ku zarok jê re çê nabe, cih digirin. “Xwedawend destûrê dide ji jin û mêrên hev re zarok çê bibe. Bavê wan destûrê dide. Lê zarokê bi tenê wê biqîre û bêje ‘ew nebû xwedî zarokek bi tenê’. Çima weke hevjîneke rastîn min nekarî zarokekî bidim te?”
Hûrî bav û kalên kurdan in
Her çend dîroknasên Rojavayî behsa Kurdan nekin jî, gelek çavkaniyên girîng Hûrriyan weke bav û kalên Kurdan qebûl bikin. Hûrriyên li Mezopotamya Jorîn û Zagrosan bicih bûn, li vê derê qraliyeteke biçûk ava kirin.
Jêder: ANHA