Wêjevanên kurd: Divê em pênûsên xwe bişikînin

PEN a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo şermezarkirina qatlîamên li Kurdistanê li ber Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Em Parêzvanê Aramî û Azadiyê ne!” hate vekirin de gelek welatiyan jî piştgirî dan.

Di daxuyaniyê de Serokê PEN a Kurd Şêxmûs Sefer axivî û diyar kir ku dema kurd mafên xwe dixwazin bi mirin, girtin û sirgunan ve rû bi rû dimînin û ev yek hê jî berdewam dike.

Sefer destnîşan kir ku dewlet demokrasiya Kurdistanê serobino dike û dixwaze gelê kurd û bajarên wan ji nûve teşe bide û bal kişand li ser guhertina rêziknameya Saziya Tiba Edlî (AKK) jî û diyar kir ku mudaxaleyê definkirina miriyan jî tê kirin.

Sefer bilêv kir ku ligel neheqiyan jî gel serê xwe natewînin û wiha got: “Li hemberî van pêkanînan heke îro em neaxivin û dengê xwe dernexînin divê em penûsên xwe bişikênin. Me heta niha pêkûtî li hemberî gelekî nekir û emê nekin jî. Lê bila hemû cihan bizanibe ku ev gel dê tu caran li hemberî van pêkanînan serê xwe netewîne.”

Şêxmûs-Sefer2

Sefer piştre peyamên ku ji gelek rêxistinên nivîskarên cihanê hatine xwend.

Li ser navê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê jî Vecdî Erbay axivî û peyama ku ji aliyê rêveberiya sendîkayê ve hatiye şandin xwend. Di peyamê de wiha hate gotin: “Em ê heta dawiyê li ser vî axê aştî heta ku bê aştî û azadiyê binivîsînin. Ji ber ku kî dikare qala azadiya gelên ku dê şerkirin û dişînin mirinê bike? Heke azadî tunebe helbest jî çîrok jî roman jî jibilî girtekên vala wêdetir tiştek nînin. Em naxwazin girtekên miri û şer bigirin. Em ji ber vê yekê ji şer re dibêjin na. Em bi vî biratiyê re ji rojavayê welat dilê xwe dişînin rojhilatê welat. Êşên we êşên me ye.”

Wêjevanan bi helbestan ve deng dan

Pİştî axaftinan nivîskar çûn serdana “nobeta spî” ya li ber Şaredariya Bajarê Amedê ya ku ji aliyê kedkarên tenduristiyê ve hatiye destpêkirin. Di dema serdanê de Endamê Komeleya Nivîskarên Kurd Ciwan Deger helbesta xwe ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nivîsandiye xwend.

Jêder: DIHA

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …