Li ser weşangeriyê û rexneyan çend têbinî

 

 

ciya mazi

M. Çiya Mazî

Divê mirov di neynikê de li rewşa civakê binêre ango rasterast here nava civakê û binêre ku civak a niha di çi halî de ye li welatê xwedî şer. Ku rewşa şer hebe divê her kes a niha bi rewşa civakê re bi qasî ku ji destan tê mijûl bibe.

Di jiyana mirovan de hinek tiştên tê kirin pir hêsan dikarin bên kirin û kedek nayê dayîn ji bo wan. Yek ji wan jî rexneya ne analîtîk an jî ya bê bingeh û bêyî hizirandin û lêkolîn e. Ji vê cure rexneyê re mirov dikare bibêje “devavêtin.”
Di gelek waran de ev cure rexne yan jî devavêtin hene. Hinek kes ji dilê safî dixwazin tiştê di dilê xwe de bibêjin lê baş lêkolînê nakin û xwe noqî nav mijarê dikin. Hinek jî bêyî berpirsiyariyekê ne û zane ku tu kes ji wan hesab napirsin, ew jî ji xwe re peyvên qelew diavêjin holê. Hinek jî ji bo ku kedek wî/wê tune ye di vê qadê de wekî îroniyan ji bo kêfê diavêjin qada medyaya civakî. Ez dibêjim ku bila ne ji bexîlî û hesûdî be bila qet ev rexne hebin.

 

Mijara weşangeriyê û weşanan jî wisa ye, wekî gelek mijarên civaka kurd û gelek welat û gelên din
Yên ku dibêjin “çima gel li pirtûkan xwedî dernakevin?” an “çima pirtûk pir nayê weşandin?” an “çima hindik weşanxaneyên kurdî beşdarî fuaran dibin?”, biborin lê haya wan kêm ji mirovên wan, ji welatê wan û gelê wan heye. Yan jî li welatên din dijîn. Gelo ew kes zanin ku çi hatiye serê kurdan, kurd û welatê wan di çi rewşê de ye? Gelo zanin ku rojev û mijara kurdan bi giranî û lezgîn û wekî agir çi ye? Gelo zanin ku xwendekar di çi halî de ne û çawa debara xwe dikin? Gelo zanin ku her kesê kurdewar di tatêla giyanê xwe, giyanê merivê xwe û di tatêla cîranê xwe de ne a niha?
Hinek jî ku dibêjin; “çima weşanxane hindik in an çima beşdarî fuaran nabin?” Tu dibêjî qey pirtûkfirotin tenê ji wî/wê re li fuaran be ew ê bikire. Lê ji bîr dike ku teknolojî bi qasî bihostekê pirtûkan nêzî mirov dike êdî. Hilbet di demên ku ji bo civaka kurd normal de û aboriya weşanger û rewşa fînanseyê baş be, beşdarbûna fuaran baş e. Lê a niha û bervajî vê rewşê?

Rewşa kurdan
Wekî min li jorê jî got, li ser axa kurdan, li bakurê Kurdistanê rewşa mirovan ne rewşeke dema normaliyê ye. Ne wekî rewşa welatên serbixwe, xwedî dewlet û xwedî aramî ye. Û ji ber ku ne dema normaliyê ye, mirov jî nikare vê pirsa ku divê di dema normal de bê kirin, bike. Bi sedhezaran mirov di tatêla giyanê xwe, malên xwe û halê xwe de ne. Gelek deverên ku ji alî xwendina kurdî de di pêş de bûn ketine têkoşîneke bêaman, av tune, elektrîk tune, nan tune û kuştin her tim li ber deriyê wan e. Rewş ev e. Piştî ku rewş ev be mirov çawa û bi çi awayî xwendina pirtûkan bixwaze bi awayekî hêsan? Yên li derveyî van deveran jî ne kêmî wan in û di tatêla rojevê, di tatêla cîran û xîzm û gelê xwe de ne. Bawer bike hişê mirovan teqlo meqlo bûye û ne gengaz e ku yekî weşanger an pirtûkfiroş bi hêsanî ji mirovên kurd re, ji yê kurdîhez re bibêje çima tu pirtûkên kurdî nakire an naxwîne. Weşanger pirtûkfiroş fedî dike, şerm dike ku di vî halê mirovan de ji wan re bibêje pirtûkan bikirin. Dema mirov hin pirsan û xwestekan an jî rexneyan bike, divê teqez mirov rewşa Farqînê, Sûrê, Amedê, Nisêbînê, Gimgimê, Cizîrê, Silopî û gelek deverên din bifikire.
Ha hûn ê dîsa bibêjin ‘bi milyonan kurd hene li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku di rewşeke asayî de dijîn, çima ew naxwînin?’ Ez jî dibêjim, ji xwe wana gelekan jê berê jî nedixwendin. Û yên ku hêdî hêdî ji bin tirsa girtinê û qedexeyê ya salên nodî derdiketin û xwe ber bi kurdayetiyê didan, bi vî şerê dawiyê dîsa ketin bin bandora tirsê ku ji bo kurdayetiyê tiştek bê serê wan.

Jiyana mirovan jî guherandiye
Hûn dikarin qala şaredariyên kurd jî bikin. Belê şaredarî jî bi awayekî seferberî bi gel re mijûl in û bi vê rewşa têkoşîna hişk re têkildar in. Bi sedan bi hezaran peywîr û tişt ji wan tên xwestin. Di demên normal de êdî dest pê kiribûn ku projeyên çandî ji alî şaredariyan ve diketin meriyetê. Lê niha ne wekî salek berê an 6 meh berê ye. Rewş guheriye û bi awayekî erjeng hişê mirovan jiyana mirovan jî guherandiye.
Wekî gelek rewş û jiyana kurdan, mirov nikare rewşa weşangeriya kurdî û xwendina kurdî jî wekî welatên di rewşa aram û asayî de ne, binirxîne. Ma mirov dikare rewşa xwendina kurdî û weşanxaneyên kurdî, wekî yê tirkî bibîne û binirxîne? Qet ne wekî hev in. Mînak wekî ku min di di çend gotarên din jî heman tişt gotibû:

Xwedîderketina li pirtûkan
Dewlemendên tirkan jî alîkariyê didin weşanên pirtûkan. Mînak banqe bi xwe bi sedan pirtûk û berhemên hunerî çap dikin, dewlemend dibin sponsor û bi dehezaran pirtûk dikirin. Her wiha 700 pirtûkxaneyên dewletê hene li navçeyan. Wan pirtûkxaneyanan jî pirtûkên tirkî dikirin, lê dewlet ji bo van pirtûkxaneyana pirtûkên kurdî nakire. Ji bo her pirtûkxaneyê mirov yekê bifikire (ku dibêjin her pirtûkxaneyek yek diçe ji wan re), 700 pirtûk ji weşanxaneyên kurdî re ne hindik e, hema hema hemû mesrefê pirtûkê û telîfê derdixe. Dewlemendên kurd jî qet nakirin û nabin sponsor. Dewlemendên welatparêz jî tenê berê xwe dane siyasetê îro belkî ji bêgavî, pirtûkên kurdî qet bala wan nakişîne. Heta niha bi piranî bi hewl û fedekariya nivîskaran ev kar dimeşe. Lê ew jî heta kîjan demê êdî nizanim.
Min bi xwe jî ji bo Weşanxaneya Berbangê 3 caran bin nivîski serî li Wezareta Çandê daye ku pirtûkên kurdî bikirin û ji her yek pirtûkek derdikeve em ji wan re ji bo ji pirtûkxaneyan re bikirin, dişînin. Lê bersiva wan ev e: “Lijneya nirxandinê dê pirtûkên we binirxîne û ku hewce be, bi fêde be, dê ji bo kirînê we agahdar bike”. Lê belê heta niha qet ji weşanxaneyekê re daxwaza kirînê nehatiye û min nebihîstiye yek pirtûka kurdî jî kiriye ji weşanxaneyên kurdî. Pirtûkxaneyên dewletê yên ku li bakurê Kurdistan in jî nakirin, ji ber ku ew jî bi wezaretê re girêdayî ne û pêşî daxwazê ji wezaretê re dişînin. Tenê heta niha min bihîstiye ku Pirtûkxaneya Dewletê ya Mêrdînê pirtûkên Mehmet Uzun stendine, bawer bikin ew jî bi piranî wergerên tirkî ne.

Beşdarbûna weşanxaneyan a li fuaran
Îcar em dîsa werin ser beşdarbûna weşanxaneyan a li fuaran; bi ya min beşdarnebûn li gorî vê rewşa civakê ya li jor jî me qal kir, pir normal e. Heta ku hemî bi kêf û henek beşdar bibûna (jixwe ne mimkûn e), mirov wê demê dê şaş bimana ku gelê kurd di çi rewşê de ye û weşanger di çi rewşê de ne. Wê demê neliheviya rewşê dê derketa holê. Ango ev rewşa qelsbûna weşangeran û pirtûkfiroşan, kêmbûna xwendevanan ya niha pir normal e li gor rewşa pêvejoya têkoşîna civaka kurd.

Rexneya li ser nivîskar û weşangeriyê
Gelek rexne û pirsên din jî tên kirin ji bo weşanxaneyan û têkiliya wan bi civak û xwendekaran re. Yek jê jî “çima nivîskar dibin weşanger?” e. Di civaka kurdan ya bindest û bê dibistanên kurdî de, bersiva vê yekê ev pirs e: ma nivîskar nebin weşanger dê kî bibin? Haya çend dewlemendî, karsazî ji pirtûkên kurdî, ji qada nivîs û wêjeya kurdî heye ku weşanxaneyan ava bikin û bixwazin bazirganiya pirtûkên kurdî bikin? Îro li gor vê rewşê ji bo nivîs û weşangeriya bi qalîte divê nivîskar weşangeriyê bikin. Ev li her derê dinyayê heye. Nivîskarên ne weşanger îro gazinan ji weşanxaneyan dikin lê gelo çiqas haya wan ji aborî û rewşa civaka ku pirtûkan naxwînin heye? Di vê rewşê de her du sê heb nivîskar bibin yek û weşanxaneyekê ava bikin xerab e qey? Çiqas weşanxane pir bin ewqas baş e, welew ku pirtûkên bê qalîte jî bê weşandin, ji ber ku her yek dê qadekê ji xwe re ava bike, her pirtûk dê hinek xwendevan li gorî asta xwe peyde bike. Lê heke fînansman têrê bike. Û ev pirs û xwestek jî ji bo demek normal û aram a civaka kurd divê bê kirin ku cihê xwe bibîne û bi wate be, ne ku di rewşa şer de bê kirin.
Gelek pirs û rexneyên cuda henin lê wekî xulase min anîn ziman. Mirov dikare dirêj bike. Jixwe her kesê pêwendîdar dikare birame û van tiştan bîne bîra xwe.

 

Çawa em ê ji vê rewşê xelas bibin
Wekî encam ez bibêjim; heke em dibêjin an jî ku hewce be em bibêjin, çawa em ê ji vê rewşê xelas bibin an jî çare çi ye? Divê mirov di neynikê de li rewşa civakê binere ango raste rast here nava civakê û binêre ku civak a niha di çi halî de ye li welatê xwedî şer. Ku rewşa şer hebe ne hewce ye ku mirov van pirsan bike jî ji xwe, her wiha mirov birame, bifikire, mirov dê bibîne ku divê her kes bi rewşa civakê bi qasî ku ji destan tê mijûl bibe a niha. Ya duduyan jî ji bo ev rewşa xwendin û pirtûkan û weşanxaneyan ji holê rabe perwerdeya zimanê kurdî di dibistanan de divê hebe û li hemû deveran, wekî perwerdeya tirkî ku aniha tê dayin li hemû deveran. Wekî gelek carî hatiye ziman, ez jî bibêjim, bi têkiliyên xal û xwarzîtiyê nabe, bi fedekarî û hişê alîkariyê nabe. Rasteqînî ev e ku wekî ku bi dehezaran dibistan û zanîngehên tirkan hene divê yê kurdî jî hebin. Me dît ku beşek tenê ya kurdî li Zanîngeha Mêrdînê vebû, çiqas bandoreke baş li kurdî kir.
Lê a niha di vê pêvejoya şer de, ev xwestek nabe ku bê kirin, dimîne ji bo dema normal asayî û aram. A niha xwesteka aştiyê, xwesteka serkeftina civakê ji bo siyasetê heye û acîliyet ev e û tiştên din hemû li paş dimîne û li paşmayîn jî normal e.

Jêder: Azadiya Welat 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …