Lewheyên kurdî hatin daliqandin

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, lewheyên nîşandana cih û aliyan ên rê û rêbarên sereke hatin danîn. Şaredariya Bajarê Mezin heman xebatê li gundan jî dimeşîne û aşkere kir ku ew ê îsal li ser riyeke 500 kîlometir lewheyên destnîşankirina rê û aliyan bidaliqînin.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li ser rê û duryanên rêgehên bajêr lewheyên destnîşankirina alî û cih ên pirzimanî bi kurdî-tirkî bi cih kirin.

Xebatên daliqandina lewheyan ji aliyê ekîbên Atolyeya Trafîkê ya Midûrtiya Şaxa Xizmetên Teknîkî ya Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve hatin destpêkirin, li Bulvara Mahabadê ya Peyasê, li herêma Parka Newrozê a Baxcilarê û Bulvara Qamişlo hate meşandin. Di vê xebatê de li 20 cihî lewheyên bi tîpa tava li 7 cihî jî lewheyên bi tîpa tak (U û L) yên bi kurdî û tirkî hatin bicihkirin.  Herw eha 500 lewheyên di Atolyeya Trafîkê ya Midûrtiya Şaxa Xizmetên Teknîkî ya Serokatiya Daîreya Veguhastinê de hatine çêkirin jî ji bo bêne hilawêstin şandin gundan.

‘Li 500 kîlometreyî lewhe tên bicihkirin’

Serokê Daîreya Veguhastinê Hîkmet Altug der barê xebatê de agahî dan û diyar kir ku ji vir pê ve li cihên cuda cuda yên bajêr lewhe dê bi pirzimanî bêne daliqandin. Altug, bi bîr xist ku lewheyên bi pirzimanî berê li taxên veder ango gundan hatin ceribandin û got ku nivîsên ji bo xetên riyan jî dê bi du zimanî bin. Altug bal kişand ku lewheyên aliyan cih û saziyên giring ên bajêr nîşan didin û got, “sala par me li gund û waran nêzî 3 hezar û 500 lewheyên alî û cihan bi cih kirin. Di sala 2016an de jî em ê li ser riyeke 500 kîlometirî lewheyên cur bi cur ên trafîkê bi pirzimanî daliqînin.”

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal dikare bibe xwedî mîlyonek axêverên ziman?

Gelo Welatê Galê wê bikaribe heta sala 2050î hejmara kesên bi zimanê dayîkê diaxivin bike …