Nivîskarê kenyayî Thiong’o di xebata xwe de rizgarkirina ziman ji mêtingeriya ewrûpî pêşniyazê gelên Afrîkayê dike. Thiong’o di pirtûkê de hewl dide ku “meseleya ziman” wekî teoriyekê di nava xebatên post-kolonyal de bi cî bike. Wergereke hêja ya bi navê Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê: Di Siyaseta Afrîkî de Siyaseta Zimên …
Bêtir »Konferansa Zimanên di Xetereyê de û Erd
Çalakiyeke girîng a ji bo zimanên di xetereyê de bi beşdariya gelek kesên eleqeder hefteya borî li Îzlandayê hat lidarxistin. Navenda Navneteweyî ya Vigdis a Pirzimanî û Famkirina Navçandî ya li Reykjavicê di 22-25 Tebaxê de ji konferansa salane ya Wekfa Zimanên di Xetereyê de (FEL) malovaniyê kir. Bi vê …
Bêtir »Ji PQF’yê daxwaza Quebeca fransî
Quebec di 1’ê Cotmeha 2018’an de hilbijartina parlementoya herêmî li dar dixe. Parazvanên zimanê fransî, bi mebesta parastin û pêşvebirina ziman dixwazin li ser partiyên siyasî tesîrê bikin. Bi vê armancê li welat koalîsyona bi navê Hevparên ji bo Quebeca Fransî (PQF) hat damezrandin û vê platformê ji daxwazên xwe …
Bêtir »Nasnameya talîşiyên Azerbaycanê di ber xwe dide
Talîş, navê komeke etnîk ê li herêmeke li başûrê Azarbaycanê û bakurêrojavayê Îranê ye. Li vê herêma çiyayî ya li ser sînorê Îranê bi sedan salane vî gelî dijî. Zimanê vê herêmê talîşî ye ku ji aliyê UNESCO’yê ve wekî zimanekî dike rastî xetereyê bê tê nîşandayîn. Ji ber tunebûna …
Bêtir »Cornwallî dixwazin bi televîzyonê zimanê xwe vejînin
Li Brîtanyayê zimanekî di xetereyê de ji bo ji nava civakê winda nebe di ber xwe dide. Kornîşî (kernewek) di dîrokê de zimanê herêma Cornwallê (Kernow) a li başûrêrojavayê Brîtanyayê bûye. Di demên dawiyê de parazvanên vî zimanî ji ziman vejînin plan û projeyan amade dikin. Yek ji van hewldanan damezrandina …
Bêtir »Bi dûblajê xizmetê ji zimanê xwe re dike
Zimanên gelên xwecî yên Kanadayê li hember belavbûna îngîlîzî û fransî demeke dirêje bingeha xwe ya di civakê de winda dikin. Bi mebesta parastina van zimanan, di asta lokal de gelek hewldan tên kirin. Hin ji van hewldanan dûblaja fîlman e ku ji bo parastina ziman girîng tê hesibandin. Xortekî …
Bêtir »Pêşangeha zimanên di xetereyê de
Zimanên kêm tên axaftin ên cîhanê pir bi lez ji holê radibin. Lêkolîner didin zanîn ku nîvê 7000 hezar zimanên li cîhanê dihate axaftin êdî ji holê rabûne û her roj yek an du zimanên din tevlî karwanê zimanên mirî dibin. Pirtûkxaneya Helbestê ya Neteweyî ya Southbank Center a li …
Bêtir »Sofî çêleka muzîsyen êdî bi kurdî ye
Pirtûka zarokan a bi navê Sofî çêleka muzîsyen bi kurdî hat weşandin. Pirtûk cara yekem di 1999’an de bi serenavê Sophie la vache musicienne bi fransî hatiye weşandin. Pirtûka ku ji aliyê Weşanxaneya J&J a li Amedê hat weşandin, ji aliyê wênesaz û nivîskarê pirtûkên zarokan Geoffroy de Pennart hatiye …
Bêtir »Kampên axaftina ziman li Galîsyayê vebûn
Galîsya herêmeke Îspanya’yê û warê zimanê galîsî ye. Di çend salên dawî de rêvebiriya herêmê bernameya dînamîzekirina ziman dimeşîne. Rêvebiriyê dixwaze bi vê bernameyê alîkariya nifşên nû bike ku ew hêsantir bi zimanê galîsî biaxivin. Bernameya di navbera 26’ê Tîrmeh û 13’yê Tebaxê de li 15 kampên li seranserê Galîsyayê …
Bêtir »Skotland zimanê galîkî diparêze
Skotland warê zimanekî kevnar ê Ewrûpayê yê bi navê galîk e. Zimanê galîkî li hember pêşketina îngîlîzî ji zû de ye bûye zimanekî hatiye kêmarkirin. Hikumeta Skotlandê ya neteweperest di demên dawî de ji bo parastina vî zimanî bi sazî û rêxistinên civakî re li dûv amadekirina plan û projeyan …
Bêtir »Etiyopya û Oromo li hev kirin
Oromiya, herêma herî mezin ê Etiyopyayê ye û warê gelê oromo ye. Piştî şoreşa Etiyopyayê Oromiya digel çend herêmên din ê welat bû herêmeke xweser. Mixabin ji wê demê û heta aniha gelê oromo ji hikumeta navendî ya Adîs-Ababayê memnûn nema û ji bo berfirehkirina mafên xwe têkoşîna xwe dom …
Bêtir »Durzî netew-dewletê qebûl nakin
Piraniya netew-dewletên li Rojhilata Navîn di krîzê de ne. Li aliyekî din jî dewleteke din bi awayekî fermî dixwaze bibe netew-dewletekê. Îsraîl bi qanûneke nû kurtedemek berê diyar kiribû ku ew dewleta cihûyan e. Ev gav di serî de ereban, durziyên li welat aciz dike. Durziyên bi fikar vê hefteye …
Bêtir »Rûsya perwerdeya zimanên kêmar bi sînor dike
Rûsya welatekî mezin a xwedî dewlemendiya etnîk û zimanî ye. Li vî welatê herî mezin ê cîhanê 111 ziman tê axaftin. Mixabin piraniya van zimanan ji aliyê UNESCO’yê ve wekî zimanên rastî xetereyê hatine tên nîşandayîn. Digel pêdiviya parastina van zimanên kêm tên bikaranîn, Rûsya di nava hewldanên neyênî yên …
Bêtir »Gilgit-Baltîstanî ji mafê hilbijartine bêparin
Pakîstanî di hilbijartina di 25’ê Hezîranê de dengên xwe di hilbijatinên giştî de bi kar anîn. Mixabin 9 milyon kesên li herêma Gilgit-Baltîstanê dijîn neçûn ser sindoqa hilbijartinê. Ji ber ku ji Pakîstan ji sala 1947’an û vir ve mafê beşdarîya hilbijartinan a vê herêmê nasnekiriye. Rûniştvanên herêma Gilgit-Baltîstanê ji …
Bêtir »Zimanê maorî vedije
Li başûrê Okyanûsa Pasîfîkê zimanekî gelê xwecî di van salên dawî de vedije. Zimanê maorî yê li Zelandaya Nû tê axaftin êdî pêvajoya marjînalbûnê li dûv xwe dihêle û ji aliyê piraniya civakê bi rengekî erênî tê dîtin. Te reo navê zaravayên maorî ne ku bi sedan sal in ji …
Bêtir »Daxwazên bo perwerdeya bi zimanê galî zêdetir dibin
Li welatê Gal daxwazên ji bo perwerdeya bi zimanê Galî pêş de diçe. Hikumeta Gal hewl dide ku bersivê bide daxwazên ji herêmên welat tên. Hikumeta Galê di rojên dawî de diyar kir ku ew ê di çarçoveya peymana bi partiya herêmparêz Plaid Cymru re hatibû kirin de 30 milyon poundê …
Bêtir »Diplocat ji nû ve hat vekirin
Konseya Dîplomasiyê ya Katalonyayê ji nû ve hat vekirin. Konsey bi awayekî fermî di 26’ê Tîrmehê de Ji aliyê nûnerên hikumeta Katalan û rêxistinên cihêreng ên Katalan hat vekirin. Serokê Katalonyayê Quim Torra û Wezîrê Karê Derve yê Katalonyayê Ernest Maragall Çarşemê ragihandibûn ku wê Diplocat ji nû ve bê …
Bêtir »Hefteya Ziman a Giravên Cook dest pê dike
Wezîrê Gelên Pasîfîk ê Zelandaya Nû got ku Hefteya Ziman a Giravên Cook dikare ji bo parastina zimanê Reo Maori Kuki Airani peywireke mezin pêk bîne. Wezîr Aupito William Sio diyar kir ku zimanê Giravên Cook paş ve diçe û rastî xetereya jiholêrabûnê de ye. Sio got ku zimanê maorî …
Bêtir »Pêşniyazên Bolzano/Bozenê deh sal li dûv xwe hişt
Sala 2018’an dehemîn salvegera Pêşniyazên Bolzano/Bozenê yên li ser Kêmarên Neteweyî di Têkiliyên Navdewletî de ye. Komîseriya Bilind a Kêmarên Neteweyî ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewrûpayê (REHE) di salvegera dehemîn a Pêşniyazên Bolzanoyê yên li ser kêmarên neteweyî bernameyekê li dar xist. Bernameya ku bi pişgiriya herêma …
Bêtir »Sînor’a Menaf Osman hat weşandin
Weşanên Aryenê romana ‘Sînor’ a Menaf Osman ku 25 sal e girtiye weşand. Romana xwe bi kurdî nivîsandiye. Menaf Osman ku bi guhdarîkirina çîrokên serxet û binxetê mezin dibe, di romana xwe de cih daye gelek çîrokên serxet û binxetê. Romana ku edîtoriya wê Roj Agir kiriye redeksiyona wê jî …
Bêtir »Berhemên bi galî eleqeyeke zêdetir heq dikin
Edebiyata bi zimanê galî li hember hebûna zêde ya pirtûkên îngilîzî di ber xwe dide. Li aliyekî, sektora weşangeriyê bi awayekî pir mezin bi îngilîzî pêş dikeve û li aliyekî din jî pirtûkên bi zimanê galî tên weşandin di pirtûkfiroşan da ciyekî baş ji xwe re nabînin. Di çend salên …
Bêtir »