Zimanê maorî vedije

Li başûrê Okyanûsa Pasîfîkê zimanekî gelê xwecî di van salên dawî de vedije. Zimanê maorî yê li Zelandaya Nû tê axaftin êdî pêvajoya marjînalbûnê li dûv xwe dihêle û ji aliyê piraniya civakê bi rengekî erênî tê dîtin.

Te reo navê zaravayên maorî ne ku bi sedan sal in ji aliyê gelê xwecî li Zelandaya Nû tê axaftin. Dema welatê maoriyan di sedsala 19’emîn de ji aliyê brîtaniyan tê dagirkirin, welat rastî koça mezin a îngilîzîaxêvan tê. Bi guherîna demografyayê zimanê maorî jî gav bi gav bingeha xwe ya xurt a li welat winda dike. Li aliyekî din jî polîtîkayên asîmîlasyonê yên rêvebiriya kolonyal bikaranîna maorî di rêvebirî, perwerde û qadên din ên fermî de qedexe dike. Di encama vê pêvajoya xedar de maorî li ser erdên xwe dibin kêmarekê û zimanê wan jî dibe zimanekî marjînal ê bê statû û prestîja civakî.

Rojnameya brîtanî The Guardian ragihand ku zimanê te reo li Zelandaya Nû bilez normal dibe û statuya wî bilind dibe. Di nûçeya berfireh a rojnameyê ya di 28’ê Tîrmehê pisporê ziman John McCaffery yê ji Zanîngeha Auckland dide zanîn ku di sê salên dawî de zimanê maorî bûye zimanê normal ê civakê. Li gorî pispor statû û prestîja zimanê maorî bi awayekî nedîtî zêde bûye.

Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku di demên dawî de Google wersiyona maorî ya malpera xwe pêşkêş kiriye, Vodafone alîkariya Google Mapsê kiriye ku bi awayekî rêk û pêk toponomiya maorî bê nivîsandin.

Yek ji qadekê ziman lê pêş dikeve polîtîka ye. Wezîrên Kedê Nanaia Mahuta û Peeni Henare bi awayekî herikbar maorî diaxivin. Hevserokê Partiya Kesk Marama Davidson yek ji kursiyerên zimanê maorî ye. Li aliyekî din serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern navê navîn ê keça xwe Neve kirine Te Aroha ku navekî maorî ye.

Qadeke din ku nûçe li ser disekine muzîke. Albuma bi navê a koma heavy metal a maorî Alien  Weaponry li welat bûye yekemîn. Nêzîkî milyonekî mirov li ser înternetê li vê albumê guhdarî kirine. Dîsa klîbeka maorî ya Maimoa Music li welat di Youtubeê de herî zêde hatiye temaşekirin.

Bernameyên tvyê yên bi maorî di warê normalkirina ziman de roleke mezin lîstiye. Maori TV ji aliyê dewletê ve tê fînansekirin û bi tenê bi zimanê maorî weşanê dike.

Rêvebiriya welat jî heta ji dest tê navên rêxistinên girêdayê hikumetê, nexweşxane û qadên din ên fermî bi duzimanan dinivîse. Ev jî dike ku prestîja zimanê maorî bilind bibe û ziman di qada civakî de bêtir bê xuyakirin.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …