Gilgit-Baltîstanî ji mafê hilbijartine bêparin

Pakîstanî di hilbijartina di 25’ê Hezîranê de dengên xwe di hilbijatinên giştî de  bi kar anîn. Mixabin 9 milyon kesên li herêma Gilgit-Baltîstanê dijîn neçûn ser sindoqa hilbijartinê. Ji ber ku ji Pakîstan ji sala 1947’an û vir ve mafê beşdarîya hilbijartinan a vê herêmê nasnekiriye.

Rûniştvanên herêma Gilgit-Baltîstanê ji mêj ve ye digel mafên din ên siyasî mafên dengdayina di hilbijartinê de jî dixwazin. Digel Biryara Rêvebiriya Xweser a a 2009’an û Biryara Gilgit-Baltîstanê ya 2018’an, welatiyên herêmê doza mafên berfirehtir dikin û dixwazin ji aliyê Destûra Bingehîn a Pakîstanê ve mafên wan bên naskirin. Di her du statuya navborî de jî mafên beşdariya hilbijartinê cî negirtine.

Ji vir çendekî berê, piştî xwepêşandanên gel Pakîstan berhevkirina bacê li herêmê betal kiribû lê piştî demekê rêvebiriyê careke din dest bi berhevkirina bacê kiribû. Rûniştvanên herêmê li dijî vê biryarê derdikevin û dibêjin ku bêyî mafên ji aliyê qanûna bingehîn ve bê naskirin û naskirina herêmê wekî parçeyeke eyaleteke welat, ew naxwazin bacê bidin. Li aliyekî din, hikumetê da xuyakirin ku ew ê çend hefte şûn de ligel Konseya Keşmîrê, Konseya Gilgit-Baltîstanê jî ji holê rakin. Ev yek jî ji aniha ve bêaramiya li herêmê bilind dike.

Gilgit-Baltîstan ku der e?

Gilgit-Baltîstan herêmeke li bakurê rojhilatê Pakîstanê ye û parçeyeke erdên Cammû û Keşmîrê ye ku ji aliyê Hîndîstan û Pakîstanê ve hatiye dagirkirin. Neteweyên Yekbûyî bi biryareke di 1948’an de ji her du dewletan daxwaz kir ku ji Cammû û Keşmîrê vekişin.

Statuya herêmê bi awayekî hiqûqî nehatiye diyarkirin û vê meseleyê nêzîkî 60 sal in tevlî meseleya Keşmîrê di Neteweyên Yekbûyî’de (NY) hatiye sekinandin. Li gorî erdên statuya wan nediyar a NY’yê welatên cîran nikarin van erdan ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û bazirganî bi kar bînin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …