Etiyopya û Oromo li hev kirin

Oromiya, herêma herî mezin ê Etiyopyayê ye û warê gelê oromo ye. Piştî şoreşa Etiyopyayê Oromiya digel çend herêmên din ê welat bû herêmeke xweser. Mixabin ji wê demê û heta aniha gelê oromo ji hikumeta navendî ya Adîs-Ababayê memnûn nema û ji bo berfirehkirina mafên xwe têkoşîna xwe dom kir.

Eniya Rizgariya Oromo (OLF) ku di salên 1990’an de dest bi têkoşînê kiribû, tevlî koalîsyoneke gelên din ên Etiyopyayê dîktatoriya Mengistu Haile Mariam di 1991’an de hilweşand. Lê demeke şûn de OLF li derveyê vê koalîsyonê ma û îcar li dijî hikumeta nû dest bi têkoşînê kir.

Hikumeta Etiyopya’yê piştî lihevkirina bi welatê cîran Erîtreyê re gaveke din ê jî avêt û roja sêşemê bi OLF’yê re peymaneke lihevkirinê îmze kir. Peyman bi serokê rêxistinê Dawud Îsa re ku li paytexta Erître Asmarayê li sîrgûnê bû, hat îmzekirin.

Aliyê herî girîng ê vê peymanê ev e ku wê ji îro pê ve rêxistina qedexe ya Oromiyayê bikaribe  xebatên xwe yên siyasî li Etiyopyayê bimeşîne.

Parlamentoya Etiyopyayê OLF’yê ji nava listeya rêxistinên terorîst derxistibû û piştî vê gavê, rêxistin di meha borî de agirbesta yekalî ragihandibû.

Di mehên borî de li Oromiyayê protestoyên berfireh û bê navber ên li dijî hikumeta navendî pêk hatibûn. Çavdêrên siyasî di vê fikrê de ne ku van çalakiyan tesîreke berbiçav li hikumetê kirine ku ew dest bi pêvajoya reforman bike û hevdîtinên aştiyê bi rêxistina çekdarî ya gelê oromo re bimeşîne.

Hikumeta Erître di derbarê naveroka peymanê de hin agahî dan. Li gorî vê, peyman ji van beşan pêk tê:

  1. Bidawîkirina dijminatiyê
  2. Pêkhatina xebatên siyasî yên OLF’y’ê li Etiyopyayê
  3. Bi mebesta meşandina peymanê damezrandina Komîteya Hevpar

Oromo kî ne?

Gelê oromo komeke etnîk e û bi giranî li herêma Oromo ya li Etiyopyayê dijîn. Hin komên biçûk ên oromiyan li Somalî û Kenyayê dijîn. Nifûsa oromiyan di ser 32’î re ye û serjimara 2007’an nîşan dide ku ji % 34.5’ê nifûsa Etiyopyayê ji oromiyan pêk tê. Hin kesên din jî diyar dikin ku ev rêje ji % 40’î ne kêmtir e.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …