Berhemên bi galî eleqeyeke zêdetir heq dikin

Edebiyata bi zimanê galî li hember hebûna zêde ya pirtûkên îngilîzî di ber xwe dide. Li aliyekî, sektora weşangeriyê bi awayekî pir mezin bi îngilîzî pêş dikeve û li aliyekî din jî pirtûkên bi zimanê galî tên weşandin di pirtûkfiroşan da ciyekî baş ji xwe re nabînin.

Di çend salên dawiyê de ji bo pêşketina edebiyata li Galê derdorên bi edebiyatê de eleqeder dibin bernameya Pirtûka Galî ya Salê li dar dixin. Di nava vê bernameyê de hem ji bo xebatên herî baş ên bi îngilîzî hem jî ji bo yên bi galî xelat tên dayîn.

Merasîma bo xelatdayina îsal li paytexta herêma Gal hat lidarxistin û Berpirsê Edebiyata Galê Lleucu Siencyn li vir diyar kir ku ew di warê pêşketina berhemên edebî yên li Galê bi hêvî ye. Siencyn dide zanîn ku ‘Gal herdem nîvîskarên pir baş derdixe holê û vê xelatê her sal şahidiya vê yekê dike’.

Mixavin rastiyekê din jî ev e ku hemû sektora pirtûkfiroşiyê li Galê xwedî li pirtûkên bi galî dernakevin û ev kar bi giranî bûye karê zimanhezên li welat. Bi taybetî sektorên mezin ên pirtûkan yên wekî Waterstones ji bo teşwîqkirina berhemên bi galî kêm tişt dikin. Bo nimûne, di avahiya Waterstones a li Cardiffê de beşa edebiyata bi galî li qata duyemîn e û ji ber çavan dûr e. Dîsa li Swanseayê beşa ji pirtûkên bi galî re hatiye veqetandin di navbera lênûskên bo zarokan û berhemên bo bexçeyan de ye.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …