Hefteya Ziman a Giravên Cook dest pê dike

Wezîrê Gelên Pasîfîk ê Zelandaya Nû got ku Hefteya Ziman a Giravên Cook dikare ji bo parastina zimanê Reo Maori Kuki Airani peywireke mezin pêk bîne.

Wezîr Aupito William Sio diyar kir ku zimanê Giravên Cook paş ve diçe û rastî xetereya jiholêrabûnê de ye. Sio got ku zimanê maorî yê Giravên Cook beşeke mîrateya ziman a Pasîfîkê ya Zelandaya Nû ye û lewma jî ji bo parastina wî hewldan tên kirin.

Sio da zanîn ku daneyên ji serjimara dawî hatine girtin nîşan didin ku bikaranîna ziman ji % 17.8 daketiye ji 13.1’î û divê ev paşveçûyîn bê sekinandin.

Hefteya Ziman a Giravên Cook bi mebesta bilindkirina hişmendiya ziman her sal di hefteya di navbera Tîrmeh û Tebaxê de tê li dar xistin. Îsal vê hefteya ziman di 29’ê Tîrmehê dest pê bike û heta 4’ê Tebaxê bidome.

 

Zimanê maorî ya Giravên Cook

Maoriya Giravên Cook ji aliyê UNESCO’yê wekî zimanê nêzîkî xetereyê ye tê nîşandayîn. Ev jî tê vê wateyê ku bikaranîna ziman bi tenê bi malê û karên îbadetê yên li dêrê re bi sînor kiriye.

Carinan navê girava mezin a Giravên Cook rarotongan jî li vî zimanê tê kirin. Beşa maorî ya herî zêde tê axaftin ev e. Li derdora 42.700 kesên li giravên Atiu, Aitutaki, Mitlaro, Mauke û Mangaiayê dijîn bi devokên cihê yên vî zimanî diaxivin.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Piranîya ciwanan fêrî zimanê baskî dibin

% 70 ji ciwanên di navbera 16 û 24an de dikarin bi baskî biaxivin. Di …