Sofî çêleka muzîsyen êdî bi kurdî ye

Pirtûka zarokan a bi navê Sofî çêleka muzîsyen bi kurdî hat weşandin. Pirtûk cara yekem di 1999’an de bi serenavê Sophie la vache musicienne bi fransî hatiye weşandin.

Pirtûka ku ji aliyê Weşanxaneya J&J a li Amedê hat weşandin, ji aliyê wênesaz û nivîskarê pirtûkên zarokan Geoffroy de Pennart hatiye nivîsandin û xêzkirin. Pennart ligel vê pirtûkê nivîskar û xêzkarê gelek pirtûkên din ên zarokan e.

Sofî Çêleka Muzîsyen ji aliyê Zanyar Dêrîn hatiye wergerandin û ji 40 rûpelan pêk tê. Pirtûk ji bo zarokên 7-8 salî ne.

Bi mebesta danasîna pirtûkê, Weşanxaneya J&J çalakiyekê li dar xist. Çalakî di 8’ê Tebaxê de li Morî Kitap Kafeyê ya li Stenbolê hat lidarxistin. Di bernameyê de berpirsê weşanxaneyê Azad Zal moderatoriyê kir û Serpîl Koker û Mîr Qasimlo di derbarê wêjeya zarokan û pirtûkê de dîtinên xwe anîn ziman.

Înfowelat

 

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …