Partiya Hevpeymana Neteweyî ya Tamîl (TNA) diyar kir ku ew dixwaze “hêzên maksîmûm” tranferê herêmên Srî Lankayê bê kirin. Lê partiyên neteweperest ên sînhalî ji bo sistkirina modela navendî ya dewletê bê dil in. Di 30 salên dawî de cara pêşiyê ye partiyeke tamîlî di Parlamentoya Srî …
Bêtir »Xweserî çareseriyeke unîversal e
DIHA: Di van rojên dawî de li Tirkiye û Kurdistanê yek ji mijarên herî girîng ku li ser nîqaş tê meşandin xweserî û xwerêvebirin e. Li cîhanê hin welat xwedî pergaleke xweser in. Li cîhanê li çend welatan xweserî heye? Necat Ayaz: Îro xweseri wekî parçeyeke demokratîk a dewletê …
Bêtir »Gilgit-Baltîstan mafên aboriyê dixwaze
Serokê Tevgera Gilgit-Baltîstanê Manzûr Parwana ji Pakîstanê daxwaz kir ku di warê projeyên aboriyê yên li herêmê berjewendiyên Gilgit-Baltîstanê jî li ber vê girtin. Manzûr Parwana di daxuyaniya xwe de got ku divê herêma wî jî wekî aliyê sêyemîn beşdarê projeya Korîdora Aboriyê ya Çîn-Pakîstanê bibe û …
Bêtir »Cochabamba xweseriyê pîroz kir
Cochabamba pejirandina qanûna xweseriyê ya Bolîvyayê pîroz kir. Bi mebesta pîrozbahiya salvegera xweseriyê, Gerînendetiya Departmana Xweseriya Cochabambayê bernameyekê li dar xist. Rêvebirî û endamên Meclîsa Qanûnsaz a Departmanê, hin nûnerên hikumeta navendî, sazî û welatiyên Cochabambayê beşdarê bernameyê bûn. Di bernameyê de li ser dîroka damezrandina …
Bêtir »Inuvialuit dibe herêmeke xweser
Gelê inuit ên li Erdên Bakurêrojavayê Kanadayê ji bo xweseriya xwe di prensîbê de bi hikumeta federal re li hev kirin. Dema peymana dawî bê îmzekirin wê di çarçoveya statuya herêmî de hikumet û parlamento bê damezrandin û hêzên di warê ziman, çand, tenduristî, edalet û berhevkirina …
Bêtir »Asûrî-suryaniyên Rojava bi daxuyaniya Amerîka dilxweş in
Xrîstiyanên li Sûriyeyê daxuyaniya generalê amerîkî John Allen ên di derbarê pêdiviya naskirina xweseriyê ya ji bo hemû gelên Sûriyeyê de bi dilxweşî pêşwazî kirin. Allen ku kordînatorê taybet ê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ye, kurtedemek berê vê daxuyaniyê dabû. Berdevkê Karên Derve ya Yekitiya …
Bêtir »Ji katalonyayê gefa serxwebûna yekalî
Li Katalonyayê lîderên alîgirên serxwebûnê bi serxwebûna yekalî gef li Îspanyayê xwarin. Pênc lîderên serxwebûnwaz li Barselonayê dan xuyakirin ku eger Madrîd pevajoya self-determînasyona herêmê asteng bike ew ê vî gavî bavêjin. Namzetên Junts pel Si (Ji bo erê bi hev re) yên CDC, ERC û saziyên …
Bêtir »Li Bolîvyayê “hefteya xweseriyê”
Li Bolîvyayê pêncemîn salvegara qebûlkirina qanûna xweseriyê tê pîrozkirin. Di “hefteya xweseriyê” de wê çalakiyên cihêreng ên ji bo pîrozkirina damezrandina sîstema xweseriyê bê pîrozkirin. Di 19’yê Tîrmeha 2010’an de Parlamentoya Pirneteweyî ya Bolîvyayê Qanûna 031’ê ya Çarçoveya Xweseriyê û Desentralîzasyonê qebûl kiribû. Armanca vê qanûnê pêkanîna …
Bêtir »Herêma Sirbên Bosnayê biryara referandûmê girt
Endamên Parlamentoya Komara Sirb (Republika Srpska- RS) a li Bosna-Hersekê di warê “biryarên tên empozekirin a Nûnertiya Bilind”de biryara lidarxistina referandûmekê dan. Di dengdayina di parlamentoyê de serokê komarê Milorad Dodik û 45 wekîlên sirb dengê erênî dan lê wekîlên boşnak ên ji koalîsyona “Niştiman” parlamentoyê terk kirin. …
Bêtir »Sê sal piştî şoreşa 19’ê Tirmehê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rastiya têgîna netewa demokratîk e Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li herêmên Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, pergala ragihandina avakirina kantonên Rojava “Cizîrê, Kobanê û Efrînê” ye. Ev sîstem bingeha pêkanîna pratîkî û rastiya têgîna netewa demokratîk e. Ji aliyê civakî ve sîstema Rêveberiya …
Bêtir »Li Sîlezyayê Meşa Xweseriyê hat lidarxistin
Li herêma Sîlezyayê ya li Polonyayê Meşa Xweseriyê hat lidarxistin. Li derdora 5000 kes beşdarê meşa ku li bajarê Katowice/Katowicach hat lidarxistin bûn. Meşa ku ji aliyê Ruch Autonomii Slaska (RAS-Tevgera Xweseriya Sîlezyayê) ve hat birêxistinkirin, di 11’yê Tîrmehê de hat lidarxistin. Di meşê de afîşên ku daxwazên …
Bêtir »Di plana ji bo Cornwallê de xweserî tuneye
Hikumeta Brîtanyayê eşkere kir ku ew ê hin hêzên di destên xwe de transferê navçeyên “Îngilîstanê” bike. Yek ji herêma ku ji demekê ve ye li benda vê nûçeyê ye herêma Cornwall (bi zimanê herêmê Kernow) bû. Ji ber ku di nava hêzên wê bên transferkirin de …
Bêtir »Guarani statuya xweseriyê amade dikin
Welatiyên guarani yên li Guarani Charagua Iyambeyê ya li Bolîvyayê dijîn, ji bo analîzkirina damezrandina xweseriyê civiyan. Nûnerên gelê guaranî û yên li herêmê, wezîrê cîgirê Xweseriya Departmanan, wekîlê guaranî yê parlamentoyê, şaredarê Charaguyê û rêvebirên saziyên beşdarê pêvajoya xweseriyê dibin, beşdarê vê civînê bûn. Pênc sal berê …
Bêtir »Êzdî parçe bûne lê hîn jî herêmekê dixwazin”
Hevpeyvîneke bi wekîlê êzdî yê Parlamentoya Iraqê Haj Kandûr El-Şêx re hatibû kirin, di 2’yê Tîrmehê de di malpera Niqash de hat weşandin. Di hevpeyvînê de nûnerê êzdî di derbarê rewşa polîtîk a êzdîyan de agahiyên balkêş dan û got ku ew herêmeke taybet ku ji aliyê êzdiyan …
Bêtir »Nûnerên rûs pêşniyazên Ûkraynayê red kirin
Pêşniyazên Ûkraynayê yên ji bo çareserkirina problemên kêmara rûs a li rojhilat ji aliyê Rûsya, û komarên Luhansk û Donetskê ve nehatin qebûl kirin. Serokê Ûkraynayê Petro Poroshenko di destpêka hefteya borî de dabû xuyakirin ku bi armanca naskirina xweseriya lokal a herêmên li rojhilat wê destûra bingehîn …
Bêtir »Piraniya bajarên li Tarijayê statuyên xwe amade kirin
Li departmanta (wîlayet) Tarijayê ya li Bolîvyayê pêvajoya amadekirina statuyên bajaran didome. Heta niha ji 8 ji 11 bajarên li Tarijayê statuyên xwe yên xwerêvebirinê amade kirin. Li Bolîvyayê piştî damezrandina dewleta pirneteweyî ya di 2009’an de bajaran hatibû xwestin ku statuyên xwe amade bikin. Li Tarijayê jî …
Bêtir »Meclîsa Beniyê hin xalên statuyê qebûl kir
Meclîsa Departmanta Beni ya li Bolîvyayê guherînên di Statuya Xweseriyê ya Departmantê de qebûl kir. Endamên meclîsê piştî rûniştinên ku di seranserê hefteya borî de hatin lidarxistin de, gihiştin vê encamê. Serokê meclîsê Carlos Navia di derbarê mijarê de diyar kir ku wan bi awayekî hûrbînî li …
Bêtir »Tirkiye pêvajoya aştiyê ya Fîlîpînan vedikole
Kerîm Yildiz: “Tirk di hevdîtina aştiye ya bi kurdan re ku di demên dawîde dest pê kiriye, di asteke pir girîng de ne.” Delegasyoneke navneteweyî bi mebesta vekolîna pêvajoya damezrandina Herêma Xweser a Bangsamoroyê çû Fîlîpînan. Di delegasyonê de berpirsê Enstîtuya Peşketina Demokratîk Kerîm Yildiz, û ji …
Bêtir »Navendake lêkolînê ya alternatîf: DEMOS
Li Tirkiyeyê navendeke lêkolînê ya bi navê Navenda Lêkolînê Demos hat vekirin. Demos ji aliyê çend kesên ku dixwazin bi hev re di warê civakî de agahiyên alternatîf biafirînin, li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê hat damezrandin. Di danasîna saziyê de Demos wiha tê terîfkirin: “Demos civakeke ku tê de gelên …
Bêtir »“Xweseriya Demokratîk: Heterotopyaya Welatîbûnê” hat weşandin
Pirtûka “Xweseriya Demokratîk: Heterotopyaya Welatîbûnê” (Demokratik Özerklik: Bir Yurttaşlık Heterotopyası) ji aliyê weşanxaneya Notabene ve hat weşandin. Nivîskar di pirtûka xwe de bi dorfirehî li ser xweseriya demokratîk ku ji aliyê tevgera kurd ve ji bo çareserkirina meseleya kurd hatiye pêşniyazkirin, sekinî ye. Di seranserê vê xebatê de xweseriya demokratîk …
Bêtir »Bolivya û Arjantîn li ser xweseriyê diyalogê pêk tînin
Konferansa “Pevajoya Xweseriyê û Desentralîzasyonê: Tecrûbeyên Miqayesekirî” ya di navbera Bolîvya û Arjantînê de wê li payztexta Bolîvya La Pazê bê lidarxistin. Di konferansa ku di 25’ê Hezîranê de tê lidarxistin de wê li ser pêvajoya desentralîzasyonê ya Arjantînê û pêvajoya xweseriyê ya Bolîvyayê bê sekinandin. Wezîrê Xweseriyê …
Bêtir »