Serokê Tevgera Gilgit-Baltîstanê Manzûr Parwana ji Pakîstanê daxwaz kir ku di warê projeyên aboriyê yên li herêmê berjewendiyên Gilgit-Baltîstanê jî li ber vê girtin.
Manzûr Parwana di daxuyaniya xwe de got ku divê herêma wî jî wekî aliyê sêyemîn beşdarê projeya Korîdora Aboriyê ya Çîn-Pakîstanê bibe û herêm di derbarê armanc û naveroka proyê de bi berfirehî bê agahdarkirin.
Manzûr ji Pakîstanê daxwaz kir ku divê % 40’ê pereyê ji meşandina projeyê ya di nava erdê herêmê de tê bidestxistin, ji Gilgit-Baltîstanê re bê hiştin.
Gilgit-Baltîstan herêmeke ku statuya wê hîn bi awayekî hiqûqî nehatiye diyarkirin û vê meseleyê nêzîkî 60 sal in tevlî meseleya Keşmîrê di Neteweyên Yekbûyî’de (NY) hatiye sekinandin. Li gorî erdên statuya wan nediyar a NY’yê, welatên cîran nikarin van erdan ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û bazirganî bi kar bînin.
Gilgit-Baltîstan li bakurê rojavayê Pakîstanê erdekî ku berfirehbûna wê qasî 72,971 km2 ye û nifûsa wê nêzîkî 2 milyonî ye. Herêm parçeyeke erdên Cammû û Keşmîrê ye ku ji aliyê Hîndîstan û Pakîstanê ve hatiye dagirkirin. NY bi biryareke xweya di 1948’an de ji her du welatan daxwaz kir ku ji Cammû û Keşmîrê vekişin lê dagirkirina herêmê nehat bidawî kirin.
Pakîstan xweseriya herêmê naskiriye û bi vê armancê li paytext Gilgitê meclîseke herêmî hatiye damezrandin.
Înfowelat
Şîroveyek
Pingback: Pakîstan statuya Gilgit-Baltîstanê nîqaş dike - Înfo Welat